Rojnameya Ronahî

Şehîd Zîlan; Ronahiya têkoşîna jinên kurd

Birûc Resûl/Qamişlo

Şehîd Zîlan bi têkoşîna xwe ya bê hempa bû sembola vejîna jina Kurd ya azadîxwaz û navê berxwedana jinan gihand lûtkeyê. Îro jî li ser şopa wê li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jinên kurd têkoşînê dewam dikin.

 Malbata rêheval Zîlan (Zeynep Kinaci) a ku di 10’ê Tebaxa 1972’an de li gundê Elmalî yê Meletî wek herî biçuk ya 7 xwişk û birayên xwe ji dayik dibe, wek “Mamûrekî” tê naskirin. Zîlan a ku dibistana Amedeyî ya Pîşeyî ya Tenduristiyê ya Haydarpaşayê qedand, li Nexweşxaneya Dewletê ya Bîrecîkê ya Rihayê wek teknîksana rontgenê dest bi xebatê dike.  Zîlana ku di sala 1990’an de li Zaningeha Înonu beşa Şêwirmendiya Derûnî û Derûnînasiyê qezanç dike, cihê erka xwe li Nexweşxaneya Dewletê ya girt, ji aliyekî vê dixebite û ji aliyekî vê jî diçe zanîngehê. Zîlana ku dema dibistanê Amedeyî dixwend, eleqeya wê ya bi fikrên çepgir û Kurdbûnê pêşket, di salên zanîngehê de sempatiya wê ya ji Tevgera Azadiyê re pêş dikeve.

Li Edeneyê xebatên xwe didomîne

Zîlan ku bi hevalê xwe yê zanîngehê re zewicî, ​​bi hev re tevlî têkoşîna azadiya Kurd dibin. Rêheval Zîlan di sala 1995’an de li Ser Dêrsimê tevlî refên Tevgera Azadiyê bûye. Beriya wê demekî xebatên eniyê meşandiye. Piştî digihîje gerîla şûnve zanabûna xwe ya teorik-îdeolojîk, bi rastiya Kurd-Kurdistan, hişmendî û xwesertiya azadiya jinê re dike yek. Zû pêş dikeve, teorîk û pratîkê di nav hev de fêr dibe, hewil dide rastiya Rêber Apo û partiyê hîn kûrtir fêm bike, pêvajo û xeteriyan hîs dike, rast dixwîne û dinirxîne. Ev hemû taybetmendiyên wê zû tê ferqkirin. Ji perwerdeyên Rêber Apo derbasnebûyînê tu car ji bo xwe wekî kêmasî an jî di pêşiya tevlîbûn û şerkirinê de wekî astengî nedîtiye. Rêheval Zîlan hewil dida Rêber Apo ji hevalên jin guhdar bike û fêm bike, bi xwendin û nîqaşkirina dahûrandinan ji kûr ve fêm bike û hewil dida derbasî tevgera xwe ya jiyanê bike. Bi vî awayî Heval Zîlan bû şagirt û çalakvana herî bijarte yê Rêber Apo. Tu car mêhkûmî zehmetî û şertên serdemê nebûye, teslîmî nêzîkatiyên bêbawer ên li dijî jinê nebûye, fizîka xwe bi fikrê di mêjiyê xwe de û bi hezkirin û girêdanbûna bi Rêber Apo re bihêz kiriye, fikrên Rêber Apo di xwe de pratîkî kiriye.

Nameya xwe ya ku ji Rêber Apo û rêhevalan re hiştibû

Piştî çalakiya bombeyî ya di 6’ê Gulana 1996’an de li dijî Rêber Apo pêk hat şûnve di nav demekî kurt de plana derbe li dijmin xistin, bandora şoke avakirin û zextên li ser Rêber Ap belavkirinê kiriye û beriya biçe çalakiya fedaî di beşa nameya xwe ya ku ji Rêber Apo û rêhevalan re hiştibû de wiha armanca xwe nivîsandibû; “Helwesta min a jiyanê pir mezin e. Ez dixwazim bibim xwedî jiyanake bi wate û çalakiyeke mezin. Ji ber ku ez ji jiyan û mirovan pir hez dikim dixwazim vê çalakiyê pêk bînim.” Şoreşgerek encaq dikare di vê zelalbûnê de fikr û hestên xwe îfade bike. Çalakiya ku Rêheval Zîlan li Dêrsîmê li dijî dijmin pêş xist, ji bo ku komploya li ser Rêber Apo vala bê derxistin, komplo negihîje armanca. Ji ber vê yekê nêzîkatiya Rêheval Zîlan ji bo Rêber Apo û sekn û helwesta wê ya li beramberî heqîqeta Rêber Apo ji aliyê Rêber Apo bixwe ve wekî ‘Zîlan Manîfestoyek e’ hatiye pênasekirin.

Gotinên Rêber Apo ji bo Rêheval Zîlan

Rêheval Zîlan bû pîvana serkeftinê û bû navê xeta milîtaniya fedaî ya ku hê jî xwe diparêze ye û xwe gihande me jî. Rêber Apo ku yê herî zêde Heval Zîlan jiyanî dike û dibêje, “Zîlan sembola kesayeteke serkeftinê ye. Yekîtiya serkeftin û jiyanê an jî bi gotinekî din; navê yekkirina serkeftin û evînê ye. Wekî sembol wiha ye. Lê ji bo me sembol jî girîng in. Ji sembolên azadiyê re çiqas nirx bê dayîn, hetta çiqas bên perestin (tapınmak) ewqasî mezin dibin. Ji bo jiyanê çi hatibe mezinkirin di vê çalakiyê de ye. Bawer dike ku azadbûn û xwe avakirin ji vî şerî derbas dibe, bawer dike ku dema vî şerî da wê jiyan bike û ber bi sînorên jiyanê yên divê bê qebûlkirin ve bilind dibe. Wekî wate, wekî partî bilind dibe. Jiyana ku berê di bin serweriya dijmin de hatiye xêzkirin jixwe heke tiştekî ku hatibe xwelîkirin hebe ew e. Ji bo jiyanê çi hatibe bilindkirin ew jî div ir de ye. Tiştên mirî, tiştên pêwîst e bimire, were xwelikirin hemû hatine hiştin. Tiştên pêwîst e werin bilindkirin, bi rastî jî bi awayekî heybet û şahane derketine holê. Hezkirina wê ya mezin a jiyanê wê biriye çalakiyeke wiha. Heke hezkirina mezin a jiyanê ku xwe dispêre azadiyê û her wiha vejîna wê ya bi jiyanê re negirêdayî be ev biryara çalakiyê nikare bê dayîn. Kesên ji jiyanê hez dikin xwediyê çalakiyên wiha yên mezin in. Kesên dev ji jiyanê berdane tu car nikarin bibin çalakvan û rêxistinkar. Hezkirina mezin a jiyanê ya di Zîlan de wê dibe ber bi çalakiyeke wiha.”

 Çalakiya Zîlan li Tirkiye û Kurdistanê deng vedide. Zîlan a ku heta niha ji navê wê re sratn tê nivîsandin û navê wê ji bo gelek zarokên keç tê dayîn, di salvegera şehîdbûna xwe de ne tenê li seranserê Kurdistanê, li gelek welatan jî bi çalakiyen cuda tê bibîranîn. Ji sala 2004’an û vir ve li Elmanyayê di bin navê “ Festîvala Jinan A Zîlan A Navneteweyî ” de çalakî tên lidarxistin, li paytexta Îngiltereyê Londonê jî her sal “Festîvala Jinên Kurd a Zîlan” tê lidarxistin.