Rojnameya Ronahî

QSD’ê sê jinên Êzidî rizgar kir

3 jinên Êzidî ji aliyê QSD’ê ve ji destên çeteyên DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin. Jinên ku hatin rizgarkirin li Xanesorê ji aliyê TAJÊ ve radestî malbatên wan hatin kirin.

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kir. Di encama êrîşê de bi hezaran jin ji aliyê DAÎŞ’ê de hatin revandin. 3 jinên Êzidî ji aliyê QSD’ê ve ji destên çeteyên DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin. Jinên ku hatin rizgarkirin li Xanesorê ji aliyê TAJÊ ve radestî malbatên wan hatin kirin.

Jina bi navê Mulike Xidir ya 30 salî ku ji destên çeteyên DAÎŞ’ê hat rizgar kirin got: “Çeteyên DAÎŞ’ê di 15’ê Tebaxê de ketin gundê me yê bi navê Koçoyê. Dema ku ketin gund me hemû li qadekê kom kirin. Piştre gelek jin revandin.  Min qet bawer nedikir ku ez ê ji destên wan rizgar bibim. Lê QSD’ê em rizgar kirin. Em gelek spas dikin. Ez gelekî kêfxweş im ku ji  çeteyan hatim rizgarkirin.”

EZ BI HÊVÎ ME HEMÛ JIN RIZGAR BIBIN

Jina bi navê Feyruz Hasim a 17 salî ku ew jî ji çeteyan hat rizgarkirin got: “Dema ku DAÎŞ ket Şengalê em gelekî tirsiyan. Herkesî digot mêran dikujin jinan jî direvînin. Dema ku çeteyan me revandin bi zorê mislimantî li ser me ferz dikirin. Gelek eziyet me kişand. Çend caran min hewl da ku birevim lê dîsa min girtin. Niha gelekî kêfxweş im ku rizgar bûm. Ez gelekî spasiya QSD’ê dikim. Ez hêvî dikim ku hemû jinê di destên çeteyên DAÎŞ’ê de bên rizgarkirin.”

DAXWAZA MIN EZ DAYÎKA XWE BIBÎNIM

Keça 12 salî Înas Nasir Reşo jî ji ber ku ji destên DAÎŞ’ê hat rizgarkirin kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “DAÎŞ’ê dema ku me revand ez ji dayika min qut kir. Niha daxwaza min a herî mezin ew e ku ez dayika xwe bibînim.”

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nafiye Mêşo axivî û got: “Em gelek kêfxweş in ku 3 jinên Êzidî ji destên çeteyan hatin rizgarkirin. Em spasiyê xwe ji QSD’ê re pêşkeş dikin.”