Rojnameya Ronahî

Mazota zivistanê tê belavkirin

Li bajarê Kobanê û gundewarên wê ji bo ku pirsgirêkên mazota zivistanê dernekevin, Komîteya Sotemeniyê ya Kobanê mazotê li welatiyên belav dike.
Beriya heyvekê belavkirina mazotê dest pê kir, lê ji ber hin pirsgirêkan hate sekinandin û 8`ê meha Îlonê dîsa li Kobanê û gundewarên wê dest pê kir.
45 hezar kartên belavkirina mazotê li kantona Kobanê hatin belavkirin. Ji her kartekê re 600 lître mazot derdikeve, lê niha 400 lître tê belavkirin, piştre wê 200 litre jî were belavkirin.
Di vê derbarê de hevserokê muduriyeta sotemeniyê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Kobanê Nebîl Kecel wiha got: “Em ê heta 3 heyvan 400 lître li hemû welatiyan belav bikin, piştre ji bo ku pirsgirêk dernekevin, em ê 200 lîtreyên din belav bikin.”
Mazot li Kobanê bi serîceyan diçe ber deriyê malan. Buhayê mazotê bi 55 lîreyên Sûriyê ye. Li gorî komîteya sotmeniyê şêniyên gundên Kobanê jî dikarin werin gaziyan û mazota xwe werbigrin…ANHA