Rojnameya Ronahî

Azadiya Ocalan azadiya gelên Rojhilatanavîn e

Gabriel Şamûn anî ziman ku dewleta Tirk bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû qanûnên navdewletî û pîvanên mafê mirovan binpê dike. Şamûn destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe dewam bikin ta Ocalan azad bibe.

Berpirsê Partiya Yekitiya Suryan li bajarê Hesekê Gabriel Şamûn tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku gelê Kurd û gelê Suryan li hemberî siyaseta tecrîdê ya dewleta Tirk wê bi hevre têbikoşin.

Şamûn diyar kir ku  tecrîd  sûcek mirovahiyê ye wiha axivî: “Dewleta Tirk mîraseya Osmaniyan e, armanca wê şikandina îradeya gelan e. Em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku zextê li Tirkiyê bike da  ku kiryarên xwe rawestîne û Ocalan azad bike.”

Şamûn, destnîşan kir ku felsefeya Ocalan ji bo azadî û biratiya gelan e û wiha dewam kir: “Ji ber vê yekê dewleta Tirk tecrîd li ser Ocalan ferz kiriye. Dewleta Tirk bi tecrîdê nikare îradeya gelan bişkîne.”

Şamûn, destnîşan kir ku bêdengiya navdewletî ya li hemberî tecrîdkirina Ocalan tenê xizmeta berjewendiyên Tirkiyê dike û bang li rêxistinên hiqûqî yên navdewletî kir ku ji bo azadiya Ocalan bikevin nava tevgerê. Şemûn wiha got, “Ocalan rêberekî netewî ye, ji bo azadiya hemû gelan tekoşînê dike, bi azadkirina wî hemû gelên Rojhilata Navîn wê azad bibe.”

Berpirsê Partiya Yekitiya Suryan li bajarê Hesekê Gabriel Şamûn wiha dawî li axaftina xwe anî,  “Em wekî pêkhateyê Suryan bi gelê Kurd re ne û em ê têkoşîna xwe ji bo azadiya Ocalan û xizmeta gelên herêmê û tevahî mirovahiyê bidomînin.”…ANHA