Rojnameya Ronahî

Derbeya 12’ê Îlonê

Farûk SAKIK

Sal 1972, 6ê Gulanê bû. Li Enqereyê li Girtîgeha Ulucanlar sê şoreşger, sê ciwan dihatin bi dardakirin. Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan, Yusuf Aslan. Piştî îdamkirina van kesan, fikir û ramanên wan wek îdeolojiyek roj bi roj di nav civakê de belav bû.

Û di van salan de hin kes derketin pêş dîrokê. Ji wan re gotin şoreşger. Û li dijberî wan şoreşgeran, hin hêz hatin organîzekirin. Gelek kes bi destê van hêzan hatin qetilkirin.

Artêş ji vala nedisekinî, ji bo pêkanîna darbeyek di nav hewldanan de bûn. Gelek bûyer ji aliyê wan ve dihatin organîzekirin. Gav bi gav ber bi derbeyekê ve diçûn.

EWROJ……

Sal 1980 rojek payizê. 12 Îlonê serê sibê, seat 4:00

Li kolanên hemû bajarên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê de, dengê tank û leşkeran, di radyo û di televizyonan de jî, dengê merş û daxwiyaniyên derbeya leşkerî bilind dibûn.

Wê rojê jiyan rawestiya, wê rojê mîladeke nû dest pê kir. Û bi salan êdî herkesî ewê bigota, “berî 12ê Îlonê û piştî 12 Îlonê” Di siyaset û jiyana Tirkiyeyê de pêvajoyek nû destpê kir.

12 Îlona sala 1980 li Tirkiyeyê derbeya leşkerî ya di pêşengiya Orgeneral Kenan Evren hat ragihandin. Di heman rojê de Parlemento hat girtin, destûra bingehîn hate ragitin û kilît li deriyên partiyên siyasî hat xistin.

Roja 12 Îlonê seat di 1’ê de Kenan Evren li  ser ekranên Tv de bûltena derbeya leşkerî dixwend. Li kêleka wî 4 derbekar hebûn. Di daxwiyaniya xwe de behsa edaletê, behsa wekhevî, azadî û rojê xweş dikir. Lê di heman seatan de leşker û polîs di kolanan de li nêçira şoreşgeran de bûn. Di kolanan de çiqas kes hebûn, bê lêpirsîn hatin binçavkirin. Gelek kes bi mehan bê sucû guneh dibin çavande man.

Di dîroka Tirkiyeyê de trajediya herî mezin destpê kir. Tramwaya Psîkolojîk ya siyasî a herî mezin bû. Midexleya herî mezin bû.

Di encama cûntaya leşkerî de, hovîtiyek mezin çêbû. Nezikî milyonek mirov hatin girtin. Dîsa 12ê Îlonê 1980 bû sedemê kuştina bi hezaran Kurd, şoreşger û kesên demokrat.

Piştî 12 Îlonê bi qasî 300 hezar kesên şoreşger, demokrat û welatparêz avêtin girtîgehan û li gel ragihandina rewşa awarte, Kurdistan û Tirkiye bû girtîgeheke servekirî.

Sê Girtîgehên pîlot hatibûn destnîşankirin. Mamak, Metrîs û Amed. Li van sê girtîgehan li hember girtiyan îşkenceyên dijwar ên li dijî mirovahiyê hatin kirin. Gelek kes di van girtîgehan de bi van îşkenceyan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî seqet man.

Hemû girtî bê ku bêne darizandin, bi salan li van girtîgehan hatin girtin. Ji bo derbekaran bigihîjin armanca xwe çi ji destê wan dihat dikirin. Bi taybetî li Amedê îşkence êdî gihiştibû asteke wisa ku mirov nikare pênase bike.

Li girtîgehan çi dibû, çi derbas dibûn nedihat zanîn. Têkiliyên girtiyan ji malbat û parêzeran bi giştî hatibûn qutkirin. Îşkenceyek sîstematîk pêk dihat. Li girtîgehan jiyan 24 saet bi îşkence derbas dibû.

50 kes hatin dardakirin. Kesên wek Erdal Eren ku temenên wî biçûk bû, temenên wî bi biryara mahkemê hat mezinkirin û di demek kurt de jî hat îdamkirin.

Kenan Evren digot: “Ma em wan darda nekin, xwedî bikin?” Di heman demê de fermanên mezin dabûn rêvebir û fermandarên girtîgehan.

650 hezar kes hatin binçavkirin. 200 hezar kes hatin darizandin. Ji vana 61 hezar 220 kesî ceza girtin. 50 kes hatin îdamkirin. Ji van 50 kesan 18 kes şoreşger, 8 kes rastgir, 23 kes jî ji dozên adlî hatin îdam kirin.

Derbeya 12ê Îlonê gelek ronakbîr û kesên siyasî mecbûr kir ku derkevin derveyî welat. Di wan salan de pêlek mexdûrên derbeya 12ê Îlonê ber bi Ewropa birê ketibûn. Bi salan li xeribiyê wek penaber jiyan. Hinek ji wan bi hesreta welat li van deveran jiyana xwe ji dest dan.

ÎROJ……

Piştî derbeyê, li gel huqûq û kiryarên 12’ê Îlonê pirr tên rexnekirin jî, hemû hukûmetên ku hatin ser desthilatdariyê, destûra bingehîn a leşkeran neguhertin. Herî dawî di roja me de li ser bingeha vê darbeyê, bi navê AKP faşîzm û bi navê Erdogan dîktatorek li Tirkiyê li desthilatdariyê ye. Wisa ku îroj li Tirkiyê gelek kes xweziliya xwe bi wan rojên darbeya 12ê Îlonê tînin.