Rojnameya Ronahî

Çend roj bi dayîka Cahîde re -1-

Avesta AMARGÎ

Gelê Kurd û bi taybetî dayîkên Kurdistanê, bi hêrsa 20 sale ku di dilê xwe de ragirtine, ji bo Rêber Ocelan, yê ku ji bo wan îfadeya vîn, can, Ruh, hebûn, nasname, çav, ziman, fikir û dile tekoşîneke bê hempa li her qada ku para xwe ji jiyanê girtine didin. Ev hêrs, Tol, kîn û Evîna bi kurdeyetiyê re hatiye strandin ev 20 sale nehatiye daxistin. Ev kerba ku em qala wê dikin tenê bersiva wê di nava dilê Kurdan de razaye. Evîna ku 20 sale li nav deryayê de tê ragirtin û ji evîndarên xwe dûr dijî, êdî kerba dilê dayîkên Kurdistanê û evîndaran bûye birîna mem û zînê, Xeçê û siyabendê, Derwêş û Edûlê.

Her dayîkek li Kurdistanê xwedî dîrok û çîrokeke cih rengî ye. Rastiya dayîktiyê bi derketina fikir û felsefa Rêber Abdullah Ocelan re xwe gîhand nasnameya rastteqînî. Dayîk xwebûyîne, xwebûyîn jî bingeha lêkirina tevahî kevirên bingehîn yên jiyana mirovane. Dayîktî ziman û çanda jiyanê ye, beyî wê ne jiyan xwe diafirîne û nejî jiyan xweşik û herikbar dibe.

Rastî û çîroka ku ez birim pênaseya van hevokan jî çîroka dayîka Cahîde ye. Dayîka Cahîde xwediyê 5 zarokane. Bi eslê xwe ji Efrînê ye, lê ew jî tevî malbeta xwe weke gelek malbetên Kurd bi salane li bajarê Helebê dijî. Dayîka Cahîde tevî malbeta xwe bi salane û bi awayekî çalak di nav kar xebatên şoreşa Kurdistanê de cihê xwe digre. Lawê dayîka Cahîde 26 sale di nav tevgera azadiyê da ye.  Dayîka Cahîde heya dibistana navîn xwendiye û hemû zarokên xwe jî dane xwendin.

Dayîka Cahîde, ji roja ku tevgera azadiyê li rojavayî Kurdistanê dest bi kar û xebatan kiriye û heya roja îro bê ku rojekê dudiliyê li hemberî vê tevgerê, şervanê vê tevgerê û li hemberî Rêberê vê tevgerê bêjî bi sekneke vîndar, evînî, dildarî, lehengî û welatperwer di nav tekoşînê da ye. Sedem û bingeha tekoşîna dayîka Cahîde, ewqas kûre mirovan matmayî dihêle. Ya rastî piştî min dayîka Cahîde naskir û piştî ku min xwe li bihîstin û guhdar kirina vê çîrokê rakişand min xwe bi xwe re wiha got; ezê li deriyê kijan peyîvan bixim û vê çîrokê binivisînim? Wê hevok kijan peyîvan bipejirînin ku ez karibim vê çîrokê li hev bihunim. Cîroka dayîkê ya malbetî bi serê hêjayî nivîsandinê ye. Çîroka wê ya naskirina tevgera azadiyê bi serê xwe rojan û heyîvan dixweze mirov binivisîne. Çîroka wê ya şahidiya şerê helebê û herî dawî şerê Efrînê jî bi serê xwe ne. Lê çîroka ku, van hemûyan jî di hindirê xwe de, dihewîne ew rojên ku bi Rêber APO’re jiyan kiriniye. Hemû jiyana dayîka Cahîde li dora vê heqîqetê hatiye hunandin. Min peyîvên ku girêdan û heskirina dayîka Cahîde ya li hemberî Rêber APO dijî re nedîtin. Lê, ez karim vê gotinê bi rihetî bêjim; ji bo dayîka Cahîde, Rêber APO her tişte.

Dayîka Cahîde bi hezaran şervanên tevgerê re jiyan kiriye û wan heyîranî xwe kiriye. Dayîka Cahîde bi dilnimiziya xwe, bi heskirina xwe ya ji însan re, bi têkiliya xwe ya rast û dostanî, bi zanebûna xwe, bi vîna xwe ya ji pola yê, bi xwîngermî û hîsên xwe, bi girêdan û zakîra xwe ya xurt û bi çîroka xwe ya zêrîn şagirteke herî hêja ya dibistana Rêber APO ye.

Ez vê çîrokê bi dawî nakim, navber didim di beşa duyemîn ya nivîsa xwe de ezê bîranînên dayîka Cahîde yên bi Rêber APO re jiyan kirî parve bikim. Dayîka Cahîde û hemû dayîkên Kurdistanê her bijîn.