Rojnameya Ronahî

Hunermend wicdanê civakê ye

Hozan Seyîdxan

Ronesans,di jiyana çanda muzîkê de  buye xwediyê serdemeke girîng.Di va serdemêde kesê bixwesta bibe hunermend Mêr-Jin dibe an jî rewşenbir,hunermend,zanyar an jî dîplomat dibe pêwiste zanist(Teorî)a nuzîkê bizane,divîya pratîkêde pêkbianiya.Yên ku ev erka xwe bicî neanîba,nedikarî biafirîne ne dihate pejirandin.û ew wek kesên ne ji rêzê dihatin pênasekirin.

Modernîteya kapîtalîst jî bi salane kincê xwe bi riya çalakî, zikir û fikrên xwe  li pişta mirovan kiriye û bê ser û ber berdaye bazara firotanê.Bi taybetî ev çalakiya xwe di qada dîtbarî û hunera muzîkêde bê sînor pêşdaxistiye. Huner û hunermendan,muzîk û muzîkjenên ku ji taybetmendiyê(yetenek) xwe bê bawerbûn û ne di asta afirandina huner û muzîka elternatîf dane ji bo berjewendiyên rojane bikartîne û bi erzanî berdide nava kolanên tarî.Bi pêwana(bi rêya) hunermendên bê rêxistin çanda dejenerekirinê pêşdadixe.

Mînak,çanda şahiyê xîtabî ajoyên însanan dike. Vê yekê jî herî baş bi rêya takekesan dike. Çanda ‘star’an bi vê mabestê hatiye pêşxistin û li ser civakê ferz kirin. Ji ber ku li dij vê nêzîkatiyê sekneke bihêz a exlaqî neyê nîşandan, qada mûzîkê wergeriyaye  qada sermayeyê. Ev rewş jî ji endustriyalîzm a lingekî bingehîn ê modernîteyê ye re xizmetê dike. Bûyina endustrîbûnê ya muzîkê bi xwe re biyanîbûn jî aniye. Bi navê modernbûnê berhemên ji cewher hatine xistin, ên teqlîd bi navê cudabûnê ji naveroka derketin û dûrbûna ji naveroka qadîm a çanda Kurdî durketinê bi xwe re tîne. Li aliyê din arabesk a bûye zimanê bêhêvîbûn, qedervanî û gazincan jî rola tevizandina hemû dînamîkên civakê dimeşîne.

Rizîbûneke din a di qada muzîkê de derketiye jî dûrketina ji nirxên têkoşînê ye. Di serî de şehîd, gerîla, Rêber A.Ocalan û gelek nirx bi şêwazekî ji berpirsiyarê dûr bi rêya cd û klîban di vê qada hunerê da tên bikaranîn. Ev berhemên ji cewherê hunerî lawaz, ji estetîkê dûr, tenê propogandaya rijî nirxên gel,şoreşê tînîn asteke ji rêzê.Şehîdan û gerîlayan jiyana heyî hêjayî jiyînê nedîtin û hemû temenê xwe ji bo avakirina civaka azad û demokratîk derbas kirin. Yên ku di vê felsefeya rast û zelal de nagihijin, yên li gor feslefeya sîstemên roja me dijîn, ne karin Rêbertiyê, ne karin şehîdan ne karin gêrîlla ne karin azadiyê ne jî karin gerîlayan vebêjin.

Gelê kurd di vê sedsalê da di serîde li bakurê welat û bi taybet li rojava yê welat li dijî hemû zilma dagirkeran berxwedanên mezin çêkirin.Destanên bê hempa afirandin.Ji bo şikandina êrîşên zaliman bêne şikandin,canbaxşêyên leheng dîrokên nuh afirandin.Ev pêşxistina çav kaniyên mezin ji bo afirandina hunerê re derfetên zêrîn derxistine holê.

Ji ber pergala kapitalîst û birdoziya wê ya liberal, wexta ku merev dibê rêxistin tenê beşa siyasî û qada partiyên siyasî derdikeve pêsberî merev. Ji vê nakûkiya jî herî zêde hunermend bandor bûne.
Hunermendên ku bi dewletê re kar dikin û li cem wan cih distînin xwe baş bi rêxistin kirine.
Ên ku rêxistina xwe çênekirine û xwirt nekirine hûnermendên li dervê pergala dewletê û muxalefetên wê ne. Ji ber wê gereke yên herî bi rêxistin kirî hunermendên demokrat û welat parêz bana, berovacî wê yên herê kêm û qels ew mane.Hunermendên kurd yek erkik wan yê dîrokî  û sereke heye.”û carekedin vegerin jiyanê”.Xwe bi zanistê rapêçin û bibin dengê azadiyê.Jiber ku hun temsîla wicdanê civakêne..