Abdîn Nûrî Ebdulhemîd 63 salî ye, li navçeya Til Rifet a Şehbayê ye, bi tenê di odeyeke biçûk de dimîne û li ser textan nexşan çêdike. Nexşên wî asta hovîtiya dewleta Tirk û berxwedana gelê Efrînê nîşan didin.
Abdîn Nûrî Ebdulhemîd ku niha li Şehbayê bi cih buye berxwedana xwe bi xêz kirina neqşan berdewam bike.
Abdîn Nûrî Ebdulhemîd 63 salî ye. Niha li navçeya Til Rifet a Şehbayê ye, bi tena xwe di odeyeke biçûk de dimîne.
Ebdulhemîd li ser textan neqşan çêdike, hemû tiştê di bala wî de, bûyerên rû didin û hwd. bi rêya neqşandina li ser textan parve dike.
Abdîn piştî ku bi çavên xwe êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê dibîne, êdî bi neqşan qala asta hovîtiya dagirkeran û berxwedana Efrînê dike.
Ji ber kêmbûna derfetan, Ebdulhemîd ji bermahiyên xaniyên hilweşiyayî tabloyên xwe xêz dike. Ebdulhemîd destnîşan kir ku zarok li derdora wî kom dibin û êş û bîranên xwe pê re parve dikin. Her wiha anî ziman ku wî bi sedan gulên sînayê kom kirine û bi rengên ala kurdî rengîn kiriye dema Efrîn were rizgarkirin da ku pêşkêşî şervanên YPG, YPJ û QSD‘ê bike.
Abdîn Ebdulhemîd di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Derfeta derketina welatên derve bi dest min dikeve lê naxwazin, dixwazim li ser li Efrînê li ser axa berxwedanê bijîm.”…ANHA