Hemza Sêvo/ Qamişlo
Di 12’ê Pûşberê de Kombenda Civakî ya Efrînê û Komîteya Koçberên Serêkaniyê, Şandeya Firansî pêşwazî kir û civînek ji bo rewşa koçberan li dar xistin. Derbarê heman mijarê jî Ebdella Şikakî da zanîn ku Şandeya Firansî wê êş û daxwazên koçberên Efrîn û Serêkaniyê veguhêze hikumeta xwe.
Komîteya Koçberên Serêkaniyê û Kombenda Civakî ya Efrînê di 12’ê Pûşberê de li Avahiya Burc a Qamişlo bi şandeya Parlamentoya Ewropayê û Rêxistina “Parêzerên Bêsînor” ya Fransî civînek li darxistin. Ev civîn di çarçoveya xebatên domdar de ên parvekirina êşa koçberên Efrîn û Serêkaniyê bi Meclisa Ewropî û Navneteweyî ye.
Endamên Şandeya Ewropî jî ev bûn:
Mounir Satouri, endamê Parlamentoya Ewropayê ya Fransî û serokê Komîteya Mafên Mirovan bû, cara duyem e ku serdana Bakur û Rojava ya Sûriyê kiribû. Emilie Moreno, endama Sendîkeya Parêzerên Parîsê ye û seroka Komîteya Mafên Mirovan ya di Meclîsa Neteweyî ya Parêzeran a Fransayê ye. Fabienne Servan, seroka Komeleya Fraternite Generale ya Fransayê ye. Herwiha Marie Dosé, parêzereke di Komara Parîsê de û endama Rêxistina Sînorên Bê Sînor. Matthieu Jagarde, yek ji parêzerên Sendîkeya Parêzerên Parîsê ye û nûnerê rêxistina Parêzerên Bê Sînor e.
Di heman demê de ji aliyê Komîteya Koçberên Serêkaniyê û Kombenda Civakî ya Efrînê ve, Ciwan Îso, Zehra Semo, Azad Efdikî,Cebrayîl Mistefa, Ebdella Şekakî û Gulê Cafer beşdarî civînê bûn.
Di civînê de, Komîteya Koçberên Serêkaniyê û Kombenda Civakî ya Efrînê ji bo Şandeya Ewropî hat pênasekirin herwiha rewşa însanî ya koçberan di kampên ku koçber lê bi cih dibin de hate diyarkirin.
Beşdarên civînê bal dan ser girîngiya piştgiriya dadwerî û diplomasî ya ji bo çareserkirina pirsgirêka koçberan da ku dagirkerî bi dawî bibe, di vê derbearê de Ebdella Şikakî ji rojnameya me re da zanîn ku hemû pirsgirêkên koçberan û mijara binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi Şandeyê re hatin parvekirin, hem jî belgeyên kiriyarên dagirkeriyê ji şandeyê re hatin diyarkirin.
Ebdella Şikakî di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku gelên Efrîn gelek êş ji dagirkeriyê û koçkirina bi darê zorê dîtiye, îro jî bi hezaran koçber li benda vegerke bi ewle ne û wiha domand: “Di civînê de me girîngî da vegera koçberan û ev erk avêt ser milê dewleta Firansayê ji ber ew gelekî rewşa Sûriyê dişopîne û di dîroka Sûriyê de ew deyndara gelê Kurd e. Ji ber yekem car, Firansayê dewleta Sûriyê weke dewleteke federal ava kir, mafê hemû netewan da wan, lê Kurd bêmaf hiştin.”
Di çarçoveya civîna ku hat lidarxistin helwestên şandeyê jî hatin nîşandan û nerînên wan hatin parvekirin, derbarê vê yekê jî Şikakî wiha got: “Me di derbarê kiriyarên dagirkeriyê de û derxistina wê û komên çete gelekî şîrove kir. Şandeyê li me guhdar kir û soz da ku daxwaz û êşa koçberan veguhêze hikumeta Firansayê.”
Herwiha yek ji xalên herî girîng vegera koçberan a bi ewle li warên wan, bû, di vê çarçoveyê de jî herî dawî nivîskar Ebdella Şikakî wiha axivî: “Hêviya koçberên Efrînê bi vegereke ewle heye, mercên vegerê jî derxistina dagirkerî û komên çete ye. Di dema heyî de hîna dagirkerî û kiriyarên binpêkirinê berdewam in, dema koçberên Efrînê vedigerin warê xwe, rastî işkenceyê tên, hem jî komên çete pereyan ji wan distînin, li aliyekî din, erebên ku ji Efrînê derdikevin, malên Kurdan bi giştî talan dikin û diziya malan dikin. Ji bre vê jî vegera bi ewle gelekî girîng e ji bo koçberan, divê hêzên navdewletî destwerdanê di vî alî de bikin. Herwiha da ku koçbera bi aramî jiyan bikin, divê hêzeke navnetewî li van deverên dagirkirî bi cih bibin, an jî bihêlin gelê Efrîn xwe bi rê ve bibe.”