Hêvî keleş/ Qamişlo
28 sal di ser şehadeta têkoşera Kurd Sema Yûce re derbas dibe. Wê bi çalakiya xwe hewldanên dagirkeriyê yên ji bo tesfiyekirina Tevgera Azadiyê şermezar kir, ew ji bo gel û şoreşgerên kurd bû çavkaniya hêz û îradeyê.
Her sal, ji agirê geş ê Newrozê bêhnek xweş ji xweliya şehîdên me yên ku bi laşên xwe yên paqij agirê Newrozê pêxistine derdikeve. Ji bo ku bibe mîrateyek ji têkoşîna gelê me ya bi hezarê salan, di nav wan de şervana azadiyê şehîd Sema Yûce bû, ku nexwest ku mîna jineke asayî bijî û li gorî rastiya tal bijî.
Di ser şehadeta Sema Yûce de 28 sal derbas dibe, ku di 21’ê Adara 1998”an de li Girtîgeha Çanakkaleyê ji bo protestokirina polîtîkayên komkujî, asîmîlasyon û înkarê yên li ser gelê Kurd pêk dihatin, xwe şewitand û di 17’ê Hezîranê de li nexweşxaneya ku bi birînên giran hatibû rakirin wefat kir.
Jiyana wê
Sema yûce di sala 1971’ê de li gundê Qerxelixa Şêx Remezan ê li ser navçeya Dûtax a Agirî yê ve ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navendî li Dûtaxê û dibistana lîseyê li Agiriyê xwendiye. Di sala 1989”an de di Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Teknîk a Rojhilata Navîn a Enqerê qezenc kir û diçe Enqerê. Li vir wê bi xwendekarên welatparêz re dicive û beşdarî xebata ciwanên YCKê bûye. Di sala 1991”an de ji ber zextê dewleta tirk dest ji xwendina zanîngehê berdide û diçe Mêrdînê û li wir tevlî rêxistina PKK’ê bûye.
Beşdarbûna PKK’ê
Sema Yûce di sala 1991”an de li Mêrdînê tev li refên PKKê dibe. Yûce piştî demekî mayîna li herêma Mêrdînê, ji bo perwerdeyê derbasî Akademiya Mahsum Korkmaz dibe. Li Akademiya Mahsum Korkmaz cara yekem Rêber Abdullah Ocalan nas dike û nirxandina wî a ‘Mîlîtanên herî baş mirovên ku bikaribin xwe bi rêxistin bikin e’ ji xwe re dike hêman, di sala 1992”an de bi komek hevalên xwe re berê xwe dide Eyaleta Serhedê.
Hêsîrgirtina wê
Sema Yûce li Serhedê xebatên aktîv dide meşandin û piştî demekî ji bo xebatên rêxistinî derbasî bajarê Agiriyê dibe, piştî sê mehan li ser îxbarekî tê girtin. Yûce piştî lêpirsîneke dirêj, derdikeve pêşberî dadgehê û ji ber parastina siyasî 22 salan ceza lê tê birîn. Destpêkê wê dişînin Girtîngeha Nevşehirê û piştî Nevşehîrê sirgûnê Girtîgeha Çanakaleyê dibe.
Sema Yûce piştî şeş salan li girtîgehê dimîne, di sala 1998”an de xeta Zîlan ji xwe re dike bingeh û li dijî esaret, înkar û tunekirinê di 21’ê adarê de bedena xwe dide ber agir. Sema Yûce piştî dermankirina 80 rojan a li Nexweşxaneya Cerrahpaşayê ya Stenbolê, di 17’ê hezîranê de ji ber xweşewatê şehî bû.
Bû sembola berxwedanê
Sema Yûce, ku di nameya ku piştre hişt de got, “Ez dixwazim mejiyê xwe, dil û laşê xwe ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê bikim pireke ji agir,” bi salan e ku ji bo gelê Kurd sembola berxwedanê ye.
Sema Yûce di nameyên ku li pişt xwe hiştibûn ji bo Rêber Apo, gelê kurd, hevalên xwe yên şoreşger û malbata xwe re nivîsandibû, Sema Yûce bal kişandibû ser xetereyan û rêbaza têkoşîna ji bo serkeftinê û derbaskirina van xetereyan û piştre bi bandoriya xwe, serdemeke nû da destpêkirin.
Sema Yûce di nameya ku ji Rêber Apo re nivisandibû ku felsefeya wê û îdiyolojiya wê felsefe û îdiyolojiya Rêber Apo ye, Sema Yûce gotiye “Çawa ku du roj nikarin li ezmana bibiriqin, ji jinê re çavkaniya moralê çênabe.”
Şervana PKK’ê çalakvana jin Sema Yûce, ku wê dema ku li girtîgeha Çanakkaleyê ya Tirkiyeyê girtî bû, di xebata xwe de nîşan da ku îradeya mirovan dikare di şert û mercên herî dijwar de jî bi ser bikeve.
Hêjayî gotinê ye ku şervana kurd Sema Yûce ji bo gel û hemû şoreşgeran bû çavkaniya hêz û îradeyê.