Derwêş M. FERHO
Ji bo Cicero wergerandina ji zimanê Yewnanî tedrîbên stîlê bû. “Ji sedema wergervan li ser zimanên din jî dixebite di zimanê xwe yê zikmakî de hê xurttir dibe.” Quintilianus (Instituto Oratoria) û Plinius (Espistulae) di rêya Cicero de xebata xwe berdewam kirin.
Werger li ser esasê gotin bi gotin nabe. Werger ew e ku naveroka nivîsê di zimanê hedef de bi gotinên taybetî yê wî zimanî bi temamî bide.
Di zemanê berê de werger zêdetir ji teoriyê problêmek pratîk bû. Awayê ku fîlozof Seneca (4 b.Î.-65 p.Î.) li hember rexneya li ser wergervaniyê heye derdikeve vê pirsgirêkê baş dide xuyakirn. Bi awayekî giştî dibêje ku “daxwaza ma’nedana zimanekî hin gotin, herçend nêzî hev bin jî, bi ma’neya cuda têne bikaranîn.” Di her halî de di zemanê berê de baweriya cudabûn di navbera gotin û ma’neya gotinan de, di navbera forma ziman û naverokê de hebû.
Bi vê baweriyê re ji zemanê berê dikevin nav sedsalên navîn. Ev bawerî demeke dirêj di sedsalên navîn de jî dewam dike. Fîlozof û zanyarê dêrê (kilîse) Aurelius Augustinus (354 – 430) yek ji wan kesê bi wê baweriyê ye. Ew jî mîna Cicero difikirî ku di wergerê de ne wergera gotinê lê ya ma’neya nivîsê girîng e.
Eusebius Hironymus (347 – 420), wergervanê xebatên aqilmendên dêra Yewnanî û Êncîla Îbranî-Yewnanî, ku di heman demê de jiyaye, di heman baweriyê de ye. “Di wergerê de wergerandina gotinê weke ku heye berhemeke bê ma’ne ye, xetera guherandina naveroka nivîsê ji eslê xwe, dikare wergervan bê rûmet bike.” Baweriya wî ku ya Cicero bû ev e: “ne gotin bi gotin, lê ma’neya temamiya hevokê.”
Paş Hironymus ev munaqeşe li ser werger û wergervanan demeke dirêj dom dike. Lê ev tevgera wergervaniyê ku peyda bûbû, ji bo dîroka çanda Rojava gelekî grîng bû.
Ji dawiya sedsala heftan û paş re Bexdad dibe navenda rewşenbîriyê. Zanyarên Ereb gelek ji tekstên zanistî, fîlozofî ji Hindiya kevn, Farisî û gelek ji Yewnanî werdigerandin. Bi xêra wan wergeran ew nivîs ne bes ji bo Ereban baş dibû, lê herweha ew ji bo cîhana Rojava jî dihatin parastin. Paş re, gelek tişt ji bo zimanê Îbranî hatin wergerandin. Zanayê Cihû Maimonides (sedsala 12) serkêşiya van wergervanan dikir.
Di sedsala Navîn de navenda duyemîn ya girîng di ware wergervaniyê de bajarê Spanya, Toledo bû. Medeniyetên cîhana Xacparêz, Cihû û Ereb li wira têkelî nav hev dibûn. Di bin serkêşiya Raymond, keşîşê Toledo (1125 – 1151) de xebateke wergervaniyê destpêkir. Ev xebat di dema xwendegeha wergervaniyê ya bi navê Alfons de Wijze (Alfonsê Zana, 1252 – 1284) de giha dereca xwe ya herî bilind. Di bin berpirsiyariya wî de Spanyolan, Îngilîzan, Frensizan,Îtalyanan, Flamanan/Hollandiyan û gelek ji neteweyên din û berhemên zanistî û fîlozofî ji Erebî werdigerandine Latînî, hin caran jî Kastiliyanî û Katalanî.
Di sedsalên Navîn de gelek werger çêbûn, lê munaqeşe û agahdarî ji aliyê teorîk kêm bûn. Bawerî ew bû ku xebata wergervaniyê meşguliyeteke bi qezanc (berjewendiyên aborî) di çarçeweya danûstendinên di navbera civak û çandan de ye. Ango wergera nivîsan hacetek bû ku meriv hev fehm bike. Di aliyê din de gelek wergervanan wergervanî di baweriyeke ku ji ya îro gelekî cihêtir bûn. “Nivîskaran gelek ji berhemên nivîskarên gelên din werdigerandin zimanê xwe, form û naverok li gora daxwaza xwe, diguhertin û bi navê xwe belav dikirin. Parastina mafê nivîs û nivîskaran di wê demê de tiştekî xerîb bû. Mafê tu kesî nebû ku li esl û feslê berheman bipirsê.” Berhem û nivîskar di wergeran de neparastî bûn.