Burhan ERDEM
Di destpêka meha nîsane de bû. Serokê me yî ku çapemenî jê hes nake, ji pişt deryayan, bi tweetekê daxuyandibû ku ewê ji Sûrî paş de vekişin. Vê daxuyaniya Donald Trump herkesê têkildar rakiribû ser piyan. Pişt re di dema hevdîtina xwe ya bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re de, Trump gotibû ewê vekişin, lê karê wan hê bi dawî nebûye. Piştî hevdîtina lîderên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê diyar bû ku ewê karê Amerîkiyan gelekî dirêj bajo.
Zîrveya Krîtîk a li Tahranê bi mijara operasyoneke li dijî Îdlibê bû. Hersê dewletan di encamê de li hevdû kirine. Di nava xwe de Îdlib û çete kirîn û firotin. Çawaniya vê bazarê hê em nizaninm jixwe emê di çend rojên pêş de bibînin, ka kî kê firotiye û kî kê kiriye. Lê ji hemû polemîk û spekulasyonan wêdetir, axaftina Serokkomarê Îranê ji bo cîhana dîplomasiyê girîng bû. Wî got divê em zextê li DYAyê bikin daku, hebûna xwe ya li rojhilatê Çemê Firatê bi dawî bike, heta Amerîkî venekişin, ewê krîz dewam bike.
Ev hersê dewlet li ser Sûrî gelekî dûrî hev in. Lê belê, ji ber berjewendiyên xwe, kanîne bên cem hevdû. Tişta wan a gelekî li pêş çavan ew e ku, rêveberiyên Pûtîn, Ruhanî û Erdogan,- li gorî dereceyên giraniya xwe- kêm û zêde di eniya dijber a DYAyê de ne. Amerîkî bi çavekî dijminane van dewletan dibîne. Hetta radeyekê jî bi van hersê dewletan re di nava şerekî de ye. Washington, li ser Tahran, Enqere û Moskovayê ambargoyên giran daniye û aşbûna wê ya bi van dewletan re, girêdayî guherînên bingehîn ên siyasî ye. Ev sê alî hê gelekî dûrî vê yekê ne û li gorî çapa xwe li dijî berjewendiyên Amerîkayê şerekî sar dimeşînin.
Ev hersê dewlet li ser dijberiya Kurdan jî li hev kirine. Jixwe Komîsyona Ewlekariya Hevpar a Tirkiye-Îranê heye ku derbarê rêlibergirtina Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de, xwedî biryar in. Ev komîsyon di destpêka peydabûna şanseke ji bo Başûrê Kurdistanê de hatibû civandin. Piştre Sûriyeya di bin rûveberiya Esad de lê hatibû zêdekirin. Ji bo ku Kurd li Başûr nebin xwediya rêveberiya xwe, şerekî bi dîplomasiya qirêj meşandibûn. Û di encamê de, rêveberiyeke li gorî dilê xwe ji bo Başûr peydakirine. Dixwazin vê yekê bînin serê Kurdên Rojava jî.
Gelekî tê zanîn ku tirsa bingehîn a Tirkiyeyê bûyina zwediya rêveberiya xwe ya Kurdan e. Mirov dikare Îranê jî –ne bi qasî Tirkiyey be jî- bi vî rengî binirxîne. Ev herdû dewlet, weke adetî, li ser kurdan her şirîk bûne. Di têkeliyên Tahran û Enqerê de, têkoşîna li dijî Tevgera Azadiya Kurd û operasyonên artêşên wan en li dijî gerîlayên Kurd niqteya hevpar a jêneveger e. Bi girêdana xwe ya rejîmê re û helwesta xwe ya Efrînê, Rûsya jî di heman riya van welatan de ye.
Amerîkî vê dijberiya kurdan a van dewletan baş dixwînin. Bi danûstendinên xwe yên li gel Kurdan vê yekê îspat kirine. Ew dizanin ku ji bo kurdan tiştekî wendakirinê nîn e. Lê tiştekî bi dest bixin heye. Li ser vê bingehê jî, cihê wan li cem Kurdan e. Ev mecbûriyeteke du-alî ye û mayina Amerîkiyan a li Sûrî mîsoger dike.