Ednan MISTEFA
Di demen dawiyê de, nîqaş û gengeşiyên li ser operasyona İdlibê zêde dibe, her aliye ku xwedî berjewendî li gor têgîn û qezencên xwe daxuyanî, nêrîn û analîzan pêş dixin. Lê mixabin hemû ev daxuyanî û nêrîn di geravekê de tê kirin. Bi qasî şîrove tên kirin pêşeroja İdlibê wê bandoreke çawa li ser Sûrî bike, wê herêmên nêzî İdlibê weke mînak Efrînê çawa bandor bike nayên nirxandin û bê encam dihêlin. Nêzîkatiyên ji aliyên Rus, Sûrî, İran û Tirkiyê ve tê kirin ku sanki piştî Cebhet El Nusra û komên din yên İdlib hatin tasfiyekirin, an hatin bê bandor kirin, pêre pirsgirêka Sûrî hate çareserkirin. Mixabin ev nêrîn û şîrove jî hemû bi navê şerê li dijî teröre tên kirin û di vê çarçoveyê de amedekarî ji bo oparasyoneke muhtemel li ser İdlibê tên kirin.
Ger di heman çarçoveyê de me rewşa Efrînê û kiryarên dervehî mirovahiyê li Efrînê tên kirin bigirn ber çava, dervehî kiryarên terorane yên DAİŞ û El Qayîdê di salên bere li Afganistan, İraq û Sûrî kirine, îro li Efrînê li dijî kurdan tê kirin. Gelo çima li Efrînê teroreke ber çav heye û di serî de rêjîma Sûrî, İran û Rusiya û tevahî dunyayê bêdengiya xwe diparêzin û İdliba ku di nava aramiyekê de jiyan dike, dervehî hovitiya komên çete, dizî, destdirêjiya ser jinan û xirakirina xwezayê weke xeternak dibînin û Efrîna ku di nava xûyina xwe de digevize weke kiryarên xeternak nabînin. Ev dubendiya hêzên hegamonîk ji nirxên civakî dûr, li gor pîvanên xwe rastiyan dibine û dinirxîne.
Rojane nebe li Efrînê însan tê kuştin û namûs tê binpêkirin. Dar tên birin û daristan tên şewtandin. Her dîmenek ji Efrînê hinava dişewitîne, lê mixabin bêdengiya li hember viya jî serdest. Ev yek jî tê wateya ku pejirandina hovitiya tê kirin e. Erêkirina qirkirina civaka kurd li Efrînê ye.
Di derbarê mijara İdlib û beşdariya hêzên QSD’ê ya oprasyona İdlibê de gelek nûçe û daxuyanî deketin holê, gelo di rewşek ku Efrîn di qirkirina çandî, erdnîgarî û guhertina demografik re derbas dibe, çiqas raste ku bê şert û merca rizgariya Efrînê YPG’ê û QSD’ê beşdarî oprasyonê bibe. Ji bo kurd beşdarî rizagiriya İdlib bibin, weke ku şertê yekemin rizgarbûna Efrînê ye. Divê rêvebiriya xweser a demokratik avantaj û dezavantajên êrîşên li ser İdlibê ji bo Rojavayê Kurdistanê bi giştî baş binirxîne. Ango rizgariya İdlib wê qezenceke çawa ji Rojavayê Kurdistan û bakurê Sûrî re bîne. Derketina terorîstên ji İdlibê di rewşe ku ew hemû li ser sînorê rojava bi cih kirin wê seknek û nêzîkatiyeke çawa raber bikin. Ger di êrîşeke ser İdlibê de malbat û komên çete yên wê herêmê derbasî Efrîn bikin, weke MSD, QSD û rêvebiriya xweser wê polîtîkeyeke çawa raber bikin û ev yek wê bandoreke çawa li ser têkîliyên di navbêra Kurdan, Sûrî, İran û Rusiyan de derkeve holê. Her wiha di têkiliyên Emerîka Rêvebiriya xweser a Demokratîk de hemahengiyeke çawa derkeve holê.
Bi qasî bi dawîanîna komên çete li idlib û rizgarkirina wê, hin de jî berjewendiyê Kurdan di rizgarkirina Efrînê de heye. Di vê derbarê de, her çendî rewşa leşkerî û çareseriya leşkeri ji bo İdlibê tên nîqaş kirin. Li gel vê yeke rola siyaset û dîplomasiya Kurd jî, ji her demê zêdetir di vê qonaxa hestiyar de pêwîste.