Tuesday, June 17, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Narînê/Bîkanê

09/09/2018
in Uncategorized
A A
Narînê/Bîkanê
Share on FacebookShare on Twitter

Sîpan ŞÎNDA

 Bîkanê bîkanê hoy lêlê bîkê

Bîkanê bîkanê delalê bîkê

Çarika li ser rûyanê hoy lêlê bîkê

Heroj li malbabanê delalê bîkê

Strana Kurdî, serdilê çanda Kurdî ye. Hîmê çanda Kurdî yê herî xurte, stûna wê ya herî stûr e. Civaka Kurd, ji dawetan bigire heya paleyê, ji şîn û şahiyan bigire heta civatan, hema bêje her tiştê xwe bi strana kirine. Stran qetek yê jiyana civaka Kurd e. Weke perçeyek ji laşê wa ye. Min gelik caran dîtiye li ser şînê stran gotîn! Ev tişt ji aliyê çanda rojhilata navîn ve gelik balkêş e.

Weke her demê, dema di nava civaka Kurdan de diçin bûkê ji tînin, stranan li ser dibêjin. Lê ne hemî stranan, strana bûka ya taybet “Narînê/Bûkanê” li ser bûkan dibêjin. Çi dema porispî (pîresar) diçe û hinê dibin, çi dema bûkê dixemilînin, çi hinga bûkê ji mala bavê radikin û siwar dikin, her tim jêre strana narînê dibêjin. Strana bûkanê, bi du biran tê gotin. Aliyek dibêje û aliyek ji li wan dizivirîne. Pirrê caran li ber stranê re dawetê dikin. Herweha dema bûkê radikin dawetê ji dîsa strana bûkanê li ser dibêjin. Strana narînê bi çend miqaman tê gotin. Bi miqamê giranî, bi miqamê hilavêtin, bi miqamê sê gavî, hwd. Stran sê ferde sê ferdeye. Rêzên stranê kurtin. Her rêzek du caran tê dubare kirin. Cara yekê ‘hoy/hey’ (hoy lêlê bîkê) ji pêve dikin. Di stranê de gelik tişt ji bo bûkan hatine gotin. Mînak dema qala bedewiya bûkê dikin dibêjin:

Narîna minê hoy Fatê/Te spîndara li derê latê/Wek te nîne li welatê

Bûka me diyarî/Tiriyê mêwa tarî/Zavê jê têr xwarî/nexwarî

Behsa ka wê bûkê bi çi bibin ji bi riya stranê jêre dibêjin.

De hespî/kimêdî bînin hoy ji xendekê/Zînî bavên li ser kêlekê/Lê siwar kin çav belekê

De hespî/kimêdî bînin hoy hewşêwo/Zînî bavêjin li ser piştêwo/Lê siwarkin vê zeriyêwo

Ya rast stran gelik dirêje. Ev stran ji aliyekê de karakterê jiyana civaka Kurd ya derbarê dawetan de dide nîşan. Ji ber kû di stranê de ne tenê qala bedewiya bûkê tê kirin. Qala jiyana civakî ji tê kirin. Behsa jiyana li pêşiya bîkê ji dikin. Pesnê dewlemendî û maldariya mala bîk û zavê tê dayîn, hwd.

Ka em bi kurtasî guhdarî strana narînê bikin.

Bîka hezo mezo hoy lêlê bîkê/Tiriyê kevne reza hoy lêlê/delalê bîkê/Zavê da ber geza hoy lêlê/delalê bîkê

Bîka me we nakê hoy lêlê bîkê/Çarikê xwe de nake hoy lêlê bîkê/Malbabê ji bîr nake hoy lêlê/delalê bîkê

Narîna/delala minê hay Eyşê/Te spîndara li derê hewşê/Kiçikê hay xeber xweşê

Narîna/delala minê hoy Nûrê/Lêv tenigê didan hûrê/Qedergê ji malbabê dûrê

Narînê/delalê em hatî tewo hey narîn/Tu bike hoy karê xwewo/Sîn û girî bê feydewo

Narînê/delalê keçika dewlemenda/Tu bade hoy zend û benda/Mala zavê li nêva gunda

De rakin hoy veşewişî/Du gotina jêre bêjî/Dilê dê û bava herişî

Me biro hoy me wa biro/Me bîka xwe siwar kiro/Me hîla xwe li hewe kiro

Ji hire û heta Nêvava/Me zêr rijand li ser derava/Bavê bîkê malî ava

Narînê hey narîn hey narîn hey narîn/Bes tu hêstiran bibarîn/Xelkê em ji lomaniya xwarîn

Xaniyê/oliya bavê bilinde hey narîn/Bûk û nava li binde hoy narîn/Negirî zava xortek linde hey narîn

Hoy lê rêka çiyê berwaro/Hespê bîkê haro/Jûrde têto xalo

Post Views: 126
ShareTweetPin

Herî Dawî

19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin
ÇAND Û HUNER

19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin

16/06/2025
Şehîd Sema Yûce bû çavkaniya hêz û îradeyê
JIN

Şehîd Sema Yûce bû çavkaniya hêz û îradeyê

16/06/2025
Ebdella Şikakî: Wê Şandeya Firansî êşa koçberan veguhêze hikumeta xwe
CIVAK Û JIYAN

Ebdella Şikakî: Wê Şandeya Firansî êşa koçberan veguhêze hikumeta xwe

16/06/2025
kovara Mizgîn-186
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-186

16/06/2025
7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin
NÛÇE

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin

15/06/2025
Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.