Rotînda YETKÎNER
Li cihanê hingu ku mirovatî gihiştiye qada çînî û desthldar û bindest ava bûne, her desthildarî bi dara meşandiye, lê di hiç demekê de ji bo çand û hunerê ev pêknahatiye.Tim û dayîm çanda ku bador li cîhanê kiriye, çanda ku ji gelek çandên gelên cuda seteza serkeftî pêkhatiye buye. Li dîroka cîhanê binêrin, demên ku îparatorên zordar li gelek welatan desthilate, lê di warê çand û hunerda mixtace, ew welatêku dagir kiriye ye.
Gelek mînaka henin dixwazim çend mînakan bidim, a herî berçavan yek jî, dema Îskenderê Mekadon Medya dagir dike, çand û hunera Kurdan avakiriyere heyran dimîne û wê çand û hunera pêşketî dibe welatê xwe.
Dîsa sed sala XVII. Di warê kapitlizmê de London û Amsterdam zaferek mezin destdixin û dibin pêşenge welatên Ewrupa, lê di warê çand û huner da serdest Îtaya fekir mayiye û akima “Barok” badora xwe li tevahî welatên Evrupê didomîne.
Çima min va mînakan da û dixwazim çi bejim, em di warê siyasî û heza gerîlla de îro pêşengî ji cîhana pêşveru re dikin û ev rastiyekê ye, lê mixabin taybetî hunera me di bin badora dagirkerên Kurdistanê de ye. Li Başûr û Rojava bador çanda kevnar û paşmayî a Ereban heye, li bakûr badora çanda gemar û tevlîhev a tîrkan heye û li Rohilat kêm be jî badora Parsekan heye. Lê dema em li qada siyaset, îdolojî û hezen leşkerî binerin, badora Kurdan li ser van dagirkeran gelek zedeye.
Gelo em nikarin ve çûyîna dîrokê hinek biguherînin, belê sed car belê. Ji ber ku ev rastiya şoreşa Kurdistan û Tevgera Azadî yê bi xwe mînaka li ber çavane. Ger daxwaz û armac hebe û Civak bi tarzek resen û rast bête tevgerkirin, civakek herî paşdamayî û belavbuyî dikare xwe ji dagirkeriyê xilas bike. Kî an kê bawerdikir ku Kurd rabin serlinga û li heber çar dagirkerên wehş bi serkevin û welatê xwe rizgarkin? Lê îro em wan rojên zerîn dijên. Ger em bixwazin û ji xwere bikin armac, eme çand û hunera xwe ji van qirêjiyan paxişbikin û li ser koka kevnar ji nuve bi amurên pêşketî dewlemend bikin.
Divir de şaşitikê gelek mezin heye dixwazim wê ji bejim, em ji bo ku çanda xwe dewlemend û zelal bikin. Dive em di ava demboriya dîrokê de tevahî tiştên ku ji me hatî dizîn an jî hati grtin şûnda bistînin û wan bi amurên dewlemetir ji nuva tevlî çand û hunera xwe bikin.
Hevalekê merkezî demek gotiye, “dive em Gîtar rê ji nav amûrê muzîka xwe derxin” ev nerînek gelek nerste û bawerim her kî li ser dîrok baş lêkolîn bike, wê bibîn ku ev amur bi koa xwe ji Hîndû û Mezopotamya distîne û “Dutar” bingehê ve amurê ye. Çewtê wî dive em wan amûrên di sedsala XI de bi riya tucar û mîsyonera çûne Îtalyayê û bi setezên nû hatine pêşxisti û îro di muzîga rojavayê Ewrupiyan de tên bikaranîn, carek din bi zanistî vegerînin ser koka wan,