Mihemed ŞAHÎN
Di bin serokatiya Kılıçdaroglu de 10 hilbijartinên dawîn de CHP binketiye. Di ser binketina hilbijartinên dawîn re zêdeyî 70 rojî derbas bûye CHP’ê tu nirxandinek nekiriye, hesabê têkçûna xwe û pêve girêdayî reqnedayina xwe nedaye gel.
Du sê sale hemû aborîzan hişyariyan dikin, dibêjin aborî ber bi qeyraneke mezin ve diçe, şirikê Erdogan Dewlet Bahçelî hatina qeyrana aboriyê dibîne û pêşniyara hilbijartineke pêşwext dike. CHP bêfikar û bêguman erê dike û di sêniya zêrînde serkeftinê pêşkêşî wan dike.
Desthilatdariya AKP’ê pergalê diguhere, desthilatdariya yek kesî ya despot ava dike, hemû maf, hiqûq, edaletê binpê dike, meclîsa ku îradeya gel temsîl dike bêwate dike lê qet xema CHP’ê nîne.
Qeyrana aboriyê ku aborîzanan beriya hilbijartinan behs dikirin piştî hilbijartinan weke kabûs li ser civakê rûnişt. Erdogan weke her carî, weke ku tu gunehê wî di vê qeyranê de tune be fatureya qeyranê li yên dijberên xwe û Brunson û Emerîka birî. Weke êrîşeke li hember Tirkiyê pênase kir û ji xwe re kir amûrê xurtkirina siyaseta xwe ye “yerlî û mîlî”. CHP’ê qet hewlneda bi gel bide fêmkirin ku ev qeyran encamê siyaseta desthilatdariya Erdogan a pîvan nenase. Kiliçdaroglu bi Erdogan û Bahçelî re ket pêşbirka siyaseta “yerlî û Mîlî” û di refa Erdogan û Bahçelî de cih girt.
Hefeteyek berê bi fermana wezîrê karê hundir êrîşeke hovane li dijber dayikên Şemiyê pêkhat. Daxwiyaniyên gelek bêrêz ji hêla hikûmeta AKP’ê ve hatin dayin. Çalakiya ku 23 sale berdewam dike bi awayeke keyfî hat qedexkirin. Li welateke din buya wê muxalefetê qiyamet rakira. Lê ji hêla CHP’ê ve çend daxwiyaniyên şermok û tevilbûna çend wekîlan a hewldana çalakiya dayikan bes hat dîtin.
Girtiyê bi navê Koçer Özdal dest û ling kelepçekirî nexweşxaneyê de hat girtin, di nexweşxaneyê de kelepçekirî jiyana xwe ji dest da, pêkhatin û tevilbûna merasîma cenazeyê wî hat astengkirin, vedana kona sersaxiyê hat astengkirin, ji bo sersaxiyê çûna wekilên HDP’ê yê gundê Özdal bi awayek derhiqûqî hat astengkirin lê CHP’ya ku bi siyaseta xwe ya bênirx derê zîndanan ji wekîlên HDP’ê re vekirbû û bi serda hetanî niha du wekîlên xwe jî qurban daye hêj ji xewa xefletê şiyar nebûye.
Nêzikê mehekiye li welatê serokê CHP’ê Kiliçdaroglu Dêrsimê qirkirina xwezayê pêk tê. Wêne û dimenên şewatê gelek dilsojin, hewldanên hemwelatiyan ên vemirîna agir bêemsalin, li gel dimenên dilsoj û li gel hewldanên hemwelatiyan daxwiyaniyên rayedarên hikûmeta AKP’ê jî ewqasî bi sosretin. Weke tê zanîn herî dawîn çûna siyasetmedar û lijneya HDP’ê ya heremê hat astengkirin û hewldanên vemirîna agir hatin qedexekirin. Bi kurtasî dibêjin emê bişewtînin û nahêlin hûn vemirînin.
Dêrsim bi daristana xwe, bi kevir û latên xwe, bi hemû candarên xwe, bi hemû nebat û kulîlkên xwe ve li ber çavên Kılıçdaroğlu dişewite. Pêta agir û dûxan hetanî ber ezman bilind dibin, civaka bajêr di nava dûxanê de difetise, lê li gorî Serokomar Erdogan û li gorî rayedarên hikûmeta AKP’ê, li gorî walî û Qaymeqamên AKP’ê li Dêrsimê qet şewat tune ye, tu cihek naşewite. Li gorî wan hemû hemwelatiyên Dêrsimê di xewa xwe de kabûs dibînin. Kiliçdaroglu û CHP jî dixewdane lê ew qet kabûs nabînin.
Hetanî niha di hemû siyaset û polîtîkayên Erdogan û Bahçelî yên stratejîk û xeternak ên di derbarê “beqaya dewletê” de Kiliçdaroglu gotiye ez ji we daha zêdetir “yerlî û mîlî” me û di pişt wan de cih girtiye û digre.
Muxalefeta Kiliçdaroglu tenê ji axaftinên eywanê pêk tê. Di civînên eywana xwe de çend hevokên tûj dibêje û aligirên wî jî jêre ji dil liçepikan didin û ew jî dibêje qey êdî muxalfet ewe ku ew dike. Bêşerm û bêfedî bi serde dibêjin çima gel dengê xwe nade CHP’ê.
Li dijber muxalefeteke rasteqîn û berxwedêr benda herî mezin CHP bi xwe ye. Hebûna CHP’ê tenê kêrî desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst tê, wekî din kêrî tu kesî û tû tiştî nayê.
Tunebûna CHP’ê wê ji hebûna wê çêtir bûya.