Melek DEMÎRTAŞ –
Di bin dirûşmeya “Bi ramana azad û hişmendiya ronakbîriyê em ê berxwedana Efrînê xurt bikin” 3.Konferansa Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê di 13’ê Gulanê de li navenda Çand û Hunera Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo bi beşdarbûna 160 delegeyên rewşenbîr hatibû lidarxistin. Û di encamê de navê Yektiya Rewşenbîrên Cizîrê veguherî Yekiti
ya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê.
Têkîldarê mijarê nerînên rewşênbîrên beşdar bûn ser asta pêşxistin û hêviyên wan hatin girtin û diyar kirin ku li gorî pêşketina şoreşê qad rewşenbîrtiyê kêm ma, lê heviya me heye ku piştî vê konferansê pêşketinên nû bikin û her dê berwxedana Efrînê bi pênûsên xwe bi hêz tir bikin.”
Rewşenbîr nûnertiya wijdanê civakê dike
Hevseroka Rewşenbîrên Cizîrê Leyla Ibrahîm da zanîn ku armanc ji konferanê qada rewşenbîrtiyê xurt bikin û wekî wijdanê civakê ne bi pênûsa xwe berxwedaniya serdemê hêztir bikin û wiha got: “Bêguman li gorî rewşa rêxistinî îsal xebatek baş hate meşandin ne mîna salên derbasbûyî mînaka wêjî pêşengeha pirtûkan bû. Ku beriya konferansê me civîn li hemû bajarên Cizîrê lidarxistibû û di encamê de du Hevserok û di 9 şaxan de her yekî de berdevkek derketin, her wiha li hemû şaxan bîroyên me vebûne û çalakin.”
Hemû projeyên 2.konferaSÊ pêk anîn
Leyla diyar kir ku projeyên di 2.konferansê hatibû girtin wekî avakirina bîroya navendî, parka rewşenbîran û çapkirina pirtûkan pêk hatin lê, nasname me dernexistine. Her wiha di pêşxistina yekîtiye jin xwedî role bû, ji ber tevlî hemû çalakiyan bû mînaka wê jî pêşngeha pirûkan e; him pirtukên wê hate çapkirin û bi rengekî fereh beşdarbû di heman demê de jin cihê xwe di mihrîcana wêjeya kurdî de girt û xelatên yekemîn jî wergirtin.”
Endamê Yekîtiya Rewşenbîrên Cizîrê yê şaxê Hesekê Behwer Can destnîşan kir ku li gorî ku pêşketinên di şorşê de çêbûn qada rewşenbîrtiyê kêm ma û wiha got: “Sedema wê me nikarîbû bighêjin ew qonaxa ku bibin pêşngê milet, jibo wê ji şoreşê re nebûne bersiv. ji bo wê jî pêwîste em bibin hêzek erênî ji rizgarkirina Efrînê, erê di dîroka kurdistan û di Rojhilata navîn de jî rewşnbîran gelek pêşengtî kiriye, lê tenê hêz û bawerî jimere gereke ku em xwe dîsa topê hev bikin.”
xwe civak û dîrok naskirin dê qada rewşenbîritê de vejînek nû avabikin
Behwer da zanîn da ku em karibin ew dîroka resen a windayî vegerînin pêwîste em bibin civakek xwedî baweriya rewşenbîran, ji ber ku em civakek hatibûn windakirin û ji rastiya xwe hatine durxistin, rewşenbîr jî para xwe jê girtiyê û ne di wê zanistê de bû. Ku baş lêkolîn nedikirin û dîrokê nasnakin, em baş qehremanên welatê xwe nasnakin da ku berxwedaniya wan bi lêvbikin û bi nivîsînin. Dema ku em baş xwe dîrok û civaka xwe nasbikin û lêkolîn bikin emê vejînek nû avabikin, berî her tiştî em di mejiyê xwe de şoreşêkê çêbikin emê karibin bibin bersiva şoreşê.”
ji % 75 jin xebatê bi rêve dibin
Endama Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê ya şaxê Qamişlo Huda Şêxmûs diyar ku armanca wan bikevin nav civakê de ji ber ku ew nûnertiya wijdanê civakê dikin û wiha got: “Jı ber erka meye ku gel di hemû milan de hişyar bikin. Ji ber ku dagirkeriya dewleta Tirkî hemû cûreyên binpêkirina mirovahiyê li Efrînê dide meşandin, em rewşenbîr jî di rizgarkirina Efrînê xwe berpirsiyar dibînin.”
Huda da znîn ku rewşenbîr wekî tayekî zirav di navbera gel û rêvebirtiyê de ye, her wiha berovajî ku di dema dawî de wekî yekîtî ev rola pêk anîn û bûne nûnerên gel û dengê wan gihandin Rêvebiriyê. rewşenbîr ne tenê nerînên Rêvebir, partik anjî netewekî ne, nûnertiya gel û netwên tê de dikin; ji ber ku ev erka meye. Rola jin di vê gûhrtinê de gelek ku ji % 75 xebat jin bi rêvedibe ev jî cihê şehnaziyê ye.”