Rojnameya Ronahî

Tirkiye şer û faşîzmê berdewam dike

Zekî BEDRAN Tirkiye faşîzmê kûr dike, civakê bê deng dike û ditirsîne. Dayîkên Şemiyê bi salane ji bo ku hestiyên zarokên xwe bibînin û aqibeta wan bizanibin çalakiyan lidardixin. Di salên desthilatiya AKP’ê de jî van çalakiyên rûniştinê dewam kirin. Ev çalakî niha bûne armanca êrîşan û ji aliyê Silêman Soylu de weke çalakiyên rêxistininên terorê hat pênase kirin. Derew, zordestî û qedexe ji taybetiyên tîpîk yên faşîzmê ne. Bi salane ev çalakî tên lidarxistin. Ma hikûmetê nû pê derxist ku ev karê rêxistinan e?

 

AKP, ger li der û hundir dijminan peyde neke û civakê netirsîne nikare li desthilatiyê bimîne. Barê şer û cenazeyên ku tên di civakê de rê li ber nerazîbûn û îtîrazan vedike. Ji bo ku pêşî li vê yekê bê girtin serî li derew, nijadperestî û netewperestiyê didin. Yên ku li ber wan radibin, aşitî û demokrasiyê dixwazin weke xeter tên dîtin û weke dijmin tên nîşandan. Daxwazên aşitiyê jî weke sûc tên dîtin. Lêgerîna maf, grev û mîtîngan bi hêncetên ku xizmeta terorê dike û hwd, tên qedexe kirin. Civakê tînin rewşa ku nikare nefesê bigire.

 

Tirkiye di nava krîzeke aborî ya kûr de ye. Dolar di demeke kurt de li hember pereyên Tirk nirxeke ji sedî sed bi dest xist. Dewleta Tirk, banke û şîrketên wê bi giştî li ser dolaran dixebitin. Barê aborî yê bi mîlyaran dolar wê bidin ser pişta kedkaran. Li ser hev hemû qadên pêdiviyên gel biha kirin. Wê îflas û ji derxistina kar dewam bike. Sedemên siyasî û aborî ku rê li ber vê krîzê vekirin, bi pirsgirêka Kurd re têkildar e. Ger Tirkiyê bi Kurdan re li hevbihata û tifaq bikira wê niha bibuya hêzeke mezin a siyasî û aborî ya xurt. Lê dijminatî hilbijart û berdêla vê jî giran dide. Her wiha berdêlên ku dide wê bi vê jî nemîne.

 

Cîhanê Roja Aşitiyê pîroz kir. Tirkiye jî bombebarankirina Kurdistanê didomîne. Her diçe di çirava Sûriyê de dixeniqe. Ajan dibêjin ku dewleta Tirk hêzeke mezin a eskerî dişîne Îdlibê. Vê bi vê hêzê çi bike? Ma wê gefan li Rûsya û Sûriyê bixwe? Gelo wê çavên wan bitirsîne? Dibe ku ev yek bibin. Lê herî zêde wê tawîzan bide Rûsyayê û ew çeteyên ku diparêze wê hewl bide wan rizgar bike. Ya balkêş ew e, dema ku ev bazariyên veşartî dikir, çeteyên ku bermahiyên El Nûsra ne weke rêxistinên terorê qebûl kir û di rojnameya fermî de weşandin. Tirkiye ji bo ku van çeteyan ji lîsteya terorê derxîne navên wan guhertibû. Lê Rûsya û Emerîka nehatin vê lîstikê. Tirkiyê xwest hemû çeteyên li Îdlibê di bin navê muxalefeta Sûriyê de bike yek. Ji bo wan navên fors jî dît. Lê ev jî bi ser neket. Rûsya û Sûriyê operasyona Îdlibê anîn rojevê. Rûsyayê ji Tirkiyê re got Şah. Tirkiye an wê tawîzên mezin bide an jî wê li cem çeteyên xwe bikeve şer. An jî wê hinek çeteyan bifroşe. Bermaniyên El Nûsra ku weke terorîst qebûl kir, vê yekê nîşan dide.

 

Ya ku tê dîtin, DYA û YE, pêre nîn în ku Rûsya û hevkarên xwe êrîşî Îdlibê bikin. Naxwazin Rûsya û rêjîm bi hêz bin. Ev jî ji bo Tirkiyê avantajeke mezin e. Lê misogeriya ku wê Rûsya dest ji operasyonê berde tune ye. Ji ber vê yekê Tirkiye bi Rûsyayê re li rêyên lihevkirinê digere. Pûtîn carekê tam girtiye. Pirsgirêka Kurd ku mijara herî nazik a Tirkiyê ye, bi rengên cuda derdixe pêşberî wan û li pey hev tawîzan distîne. Wekî din şansê Erdogan tune ye. An wê daxwazên Pûtîn bide an jî wê bi berdelên giran  ji Sûriyê bê qewitandin.

 

Tirkiye dibêje wê bi ti rengî Kurd nebin xwedî statuyekê. Vê mijara ku li ser herkesî ferz dikin ger li lingên wan biale wê demê divê Erdogan hesab bike bê wê bikeve çi rewşê. Dafika ku li ber Kurdan danîne wê li wan vegere.