Rojnameya Ronahî

Kesayetiya malbatî û eşîrtî

Qasim ENGÎN – Gelek kes pirsa, çima Kurd nabin yek(?) dikin. Bêguman pirsek gelek cih de ye. Her wiha çi yên ku pirsê dikin çi jî yên ku dixwazin vê pirsê re çareseriyek bibînin, hewldidin bibersivînin jî.

Tevî ku îro ewqas erîş li ser Kurdan hene, lê dîsa jî, perçebûyînek him mezin heye him jî kes û aliyên ku li cem dijminên Kurdan cih digirin, kêm nabin.

Herkes dizane ku îro serî de rejîma qirker a dewleta Tirk, tevahî Kurdan hedef dike. Ji ber vê jî, herkes dizane ku, çi nêz çi jî demdirêj, çi Kurdên nêzî dewleta Tirk û çi jî yên dûrî dewleta Tirk, hemû di encam de hedefên dewleta Tirkiyê ne. Ji ber ku dewleta Tirk hebûna xwe di tinebûyîna Kurdan de dibîne.

Baş e, ger rastî ev be, çima ewqas xemsarî û bêhestiyarîbûn? Çima ewqas tenê xwe fikrandin, berjewendiyên xwe danîne pêş? Çima ewqas ezezîtî û egoîzm?

Bêyî ku em dûr biçin; çavkaniya van nêzîkbûyînên teng, ne netewî û ne jî giştî, xwe dispêrin fikrên teng û jiyana teng. Ango, ne civakbûyîn ê!

Em dizanin ku forma Kurdan a hezar salan xwe dispêre eşîr û malbatê. Malbat jiyanek teng îfade dike. Her wiha eşîr jî. Û ev jiyan bi hezaran sal li ser esasê ku xwe bispêre çiyan heta roja îro hatiye. Lê em bizanin ku form malbatî û eşîrtî be, fikrandin jî wiha teşe digire. Dema ku ev rastî bi kûrahî were lekolînkirin yê were dîtin ku, yên ku wiha dijîn di esasa xwe de fikrandina ajoyî derbas nekirin e. Ev di rastiya xwe de fikrandina biyolojîk e ango fikrandina beriya civakbûyînê ye. Ev jî bi xwe re çandekî diafirîne.

Lê em ji bîr nekin dema ku tevna çandî ava dibe, şêweyê hebûna wî/wê ya hûndirîn jî diyar dike. rengên, xeyalên wî/wê de bigre heta hesretên wî/wê, ji xwestekên wî/wê bigre heta heviyên wî/wê bi tevahî jî diyar dike.

Erê, bi tevahî binehişî xwe bi wê tevna çandî tije dike û hebûn bi vî avahî xwe temam dike. Lê em bizanin ku ev bi zanistî re, zanistiya avam ango ya ne pêşketî re tê gotin. Û ev zanistiya herî kevn e, ya ajoyî ye. Ango zanistiya ku pê re xebatên polîtîk û civakî nayên kirin e. Bi vê zanistiyê civakbûyîn, parastina berjewendiyên giştî pêşnakevin. Ji ber ku fikrandin teng e; tenê fikrandina malbatî û eşîrê pêşdikeve.

Bi gotinek din; fikrandina biyolojîk pêşdikeve. Ev jî tenê fikrandina xwe ye, yên nêzî xwe ne ango malbat û eşîra xwe ye…

Dema ku em bi gotinên Rêber Apo îfade bikin:

“Hebûn û aqilê Kurd a gerdûnî dema ku di qada polîtîka de tevdigire; tevna herêmî, saziya çand û zihnî tevlî ya gerdûnî nabe. Hê rastir, gerdûnî nabe. Li vir hebûn tê rojevê. Hebûna herêmî ya ku temam bike, berovajî paşve dikşîne, dixitimîne, rolek neyînî dileyîze.

Em jî di rastiya xwe de dizanin ku, her herêmî ya ku peywendiya xwe bi gerdûnîtî nikare dayne, di encam de windakirinê de xwe nikare xilas bike.” Tevna Kurd a bi nakok ev e. Tevna ku xwe dispêre malbat û eşîr, di encam de nabe civakî. Yên ku civakbûyînê nejîn jî, dewsa ku fikrandinek giştî û netewî bikin, tenê di qada malbatî û eşîrê de ango di qada berjewendiyên teng de digerin.

Erê, bersiva çima Kurd nabin yek di van rastiyan de veşartiye…