Rojnameya Ronahî

Şoreşa Rojava

Medenî FERHO – Li hemberî hemû astengî û êrîşên dewletên tempon û nijadperestên dewşirme, Şoreşa Rojava pêşdikeve. Şoreş guhertin e. Ev guhertin, teorîk û pratîk, di aliyê civakî, kultûrî, dîrokî, felsefî, ziman û nasnameyî de çêdibin. Şoreşa Rojava, ev guhertin pêkanîne, û tîne.

Guhertin, bi desturnameya demokratîk tên parastin û armanc avakirina gelê demokratîk e.

Şoreşa Rojava, di riya rast de dimeşe. Desturname, peymana civakî ye û peymana li Rojava, bi nîqaş, civîn, hevdîtin û pêşniyazan hate amade kirin. Li hemberî hemû astengiyan, dagirkerî û provakasyonên qirêj jî, gelên demokratîk tê avakirin.

Sîstem federasyon e, di çarçoveya defactoya  yekîtiya Suriye de ye. Zimanên fermî, Kurdî Erebî û Suryanî-Asurî ye. Komên etnîkî Kurd, Ereb, Asurî, Tirkmen û Ermenî ne. Civakên xwedî baweriyên cûda jî hene.

Rêveberî konfederalîzma demokratîk e.  Her gel xwedî rêxistinî ye, xwedî dibistan in, xwedî Akademî ne. Bêguman, şoreş, ne qanunên Xwedayê Mezin in û gihiştina sîstema utopîk jî, bi şivika efsûnî çênabe. Dem û têkoşîn dive.

Di têkoşîna demdirêj de, şaşîtî jî çêdibin û wê çêbibin. Nexwasim, di nava çequberka netewe-dewletên  ku bi ideolojiya dewşirmetiyê hemhal bûne de. Bi taybetî Suriye û Tirkiye, hê  “union boulding”a xwe temam nekirine. Tirkiye berhemê îttîhadiyan e, Suriye jî îdeolojiya “baas”ê, bi qirêjiyek Îttîhadîst îşkdayî ye. Baas, bi pêşengiya Nasir hate avakirin, lê Baasa Misir û Suriye ji hev cûda ne.

Suriye û Tirkiye netewe-dewlet in, lê, neteweyek “safî” nînin û dixwazin neteweyên nava xwe tune bikin. Ji bo vê jî, dive Suriye û Tirkiyê, ji sîstemên Iraq û Îranê cûdatir werin nirxandin.

Di rojên dawî de li Suriye, beşek ji Suryaniyan,  ji bo biryara girtina dibistanên bi pere nerazîbûn nîşan dan.

Berpirsiyarên Rêveberiya Xweser, gotin, “ew dibistan ne bi zimanê Suryanî, bi zimanî erebî û plansaziya rejîma Baasê” û bi peran dersan didin.

Serokê Yekîtiya Çandê ya Suryaniyan Hanna Sewmê jî, diyar kir ku, meşa bi navê Suryaniyan hate pêkanîn, provaqasyona rejîma Baasê  ye, dibsitan û akamediyên bi zimanê Suryaniyan hatine vekirin rêz kirin.

Dîroka Suriye, dîroka kolonyalîzmê ye û ji dema Roma heta weke îro, ji serdestiya hêzên kolonyalîst rizgar nebûye. Suriye, ne dewletek erebî ye, kirin ereb. Tirkiye, ne welatê Tirk e,  dixwadin bikin Tirk.

Serokê Suriye ne ereb e, erebîzma îşkdayî dimeşîne, lê erebên li dijî desthilatdariya xwe tune dike.

Erdogan bi çar bavan ne Tirk e, bavfile- misilmênî ye, bûye reîsê Tirkan û dixwaze bibê xelîfê cîhana îslamî.

Di dîroka Suriye de, dibistanên Suryaniyan çênebûne, ala Suryaniyan li ser avaniyên dibistanên wan ne hatine daleqandin, leşkerên parastina Suryaniyan çênebûne. Îro, ev teva hene.

Dema ku parlamenterên Suryaniyan, parlamenterên Kurdan li Suriye hebûn jî, zimanê Kurdî, zimanê Suryanî  qedexe bûn. Parlamenter jî,”pop îkon” bûn. Xapandin bû.

Ez çavdêrê vê serdemê me, min parlamenterên her du gelan nas dikirin. Ne nunerên gelên xwe bûn. Wek “pop îkon” bûn, diranên çerxa kolonîkirin, bazara bêdengkirin, razandin û hêdî hêdî helandinê bûn.

Qamişlo paytexta Federalîzma Xweseriya Demokratîk e.

Gund bû, bi pêşengiya Suryaniyan û desteka Kurdan, wek bajarekî pirçandî, pirkulturî û pirzimanî û modern hate avakirin.

Rejîma Baasê, bi taybetî di serdema Esad’an de, nakokî kirin nava Suryanî û Kurdan, gelek nexweşî, dijminatî pêşxistin. Îro jî dixwaze, provakasyonan bike. Lê şoreşa gelan,  her kes şiyar kiriye.

Pêşengên Şoreşa Rojava jî, heta îro ne hatine provakasyonan û ji “taqlîda şoreşên ne şoreş”, reviya ne. Şoreş tenê bi cil û bergan, bi avaniyên pirqatî çênabe. Guhertinek exlakî, kulturî, mêjî, beden, civak, dîrokî, pirzimanî, pirçandî, pirbawerî û felsefî dive. Hiyerarşiyek, li ser bingeha hiquqê gerdunî û exlaqê civakî tê avakirin.