Rojnameya Ronahî

Rastî û Xeyal

Rotînda YETKÎNER – Li cîhana ku em giyanwer tê de dijên de du jiyan hene, yek a resen ê li ber çavan, a duyem, cîhana derew, xiyal, xwexapandin.

Di jiyana resen de, zagon û rastiyan tu hêz, tu siyaset û tu mûcîze nikarin biguherînin. Mînak mirin, zivirandin a cîhanê li dora xwe, çevnetêriya mirovan û huner. Belê hêzên bi bador û zordar dikarin jiyan, bi xewn û xiyal û bi utopyayên di rastiyêde hîç nemumkun mirovan bixapînin. Bi xapandin jî nemînin, mirova li du derew û xapînokên xwe bixin nava şerên mezin. Kuştin, kokbirîn, jan û êşên bê navber mirovatiyê dorpêç bikin, lê nikarin yek zagonek piçûk a Xweza biguherînin.

Huner jî yek zagonek xwezaye û her çiqas hêzên desthildar bixwazin ve zagona Xweza berovajî bikin, çep û rast li hev bixin û rengê wê biguherînin jî, lê di cewhera xwe de “huner” li gor zagonên xwezayî dimeşiya, dimeşe û wê bimeşe.

Divirde dixwazim bêjim çi? Ev çil sale şerê şoreşê dimeşe û xurtir dibe li Kurdistanê, lê hunera kurdî ev sîh salên dawî ye bi goşt û hestî gihiştiye hev û dikeve qada jiyanê. Hunê bejin berîn tunebû, bêguman dengbej û goven û folklorek gelek dewlemen a Kurdan ji deh hezarsalan virde berdewame, lê di sed sala dawî de ev hima, hima bi tevahî kêmek mabu ku ji holê bahata rakirin ji aliyên dagirkeran.

Di van sîh salanda, qada hunerê û taybet jî beşa muzî de, salên 1970 û 80, wekê qêrîna ku “ez nemirî me, li virim” bu. Salên 1980 û 90 kolandina çanda binerd û carek din zivirandina ser koka xwe bu . Salên 2000 û 2010 şelû kirina rastiyan, binpêkirina tevahî zagonên Xweza huner û ji xwe durketina bi navê radikalîzma slognan bu.

Em dema hunera modernîzîm û post-moder rexne dikin, serîde dibêjin ku armaca wê tune û vala derxistina raastiya jiyanê û bi xiyalên pûç mirovan ji rastiya jiyanê durxistine.

Ka werin em li huner, taybetî jî li beşa muzîga ku ji 2000 virde hatiye çêrkirin binerin, gelo em bikaribin ji post-moderna kapîtalizme cuda bikin?

Divan salan de gelek hunermeden resen û bi berhemên giranbaha derketin, bê guman ez vana înkar nakim û hurmet Didim wan hevalan, lê ev kesana bi qasê tiliyên desta hene, ne zedetirin.

Nuha, eme vê kiryarên ne baş û li derveyê zagonên huner hatî avakirin bixin suçê kê an kî? Em dikarin bejin “Kapîtalîzîm” bi dara zorê bi me da çêkirin? Em dikarin bêjin çar dagirkerên Kurdistan rê li ber ve nebaşiya hunerê vekirin? Em dikarin bejin “ dê hunermed me gohdar nekirin û popîlîzma xwe peşxistin û qada hunerê têkçû?

Ne bawarim em nikarin bi vê rengê xwe ji vê têkçûyina hunerê rizgarbikin.

Ji bilî van nakokiyên me, naqokiyek gelek mezin jî heye ku em zutir ji bîr dikin. Mînak; gelek can di qada hunerê de cangorî kirin û îro em wan kesayetan carna bi bîrtînin û pirê wan jî me ji bîrkiriye.

Bi kurtayî em di qada hunerê de nuha, di jiyana duyem de dijên û ev xwexapandin me heya kuderê berdewam bike. Kênge me jiyana resen dît û me zagonên Xweza pejiran, wê dem emê ji van nakokiyên mezin xilasbibin. Yanî di axaftinên xwe de radikal û şoreşker, lê di pêkanînên xwe de sur-realîst bûnyîn, bela serê me ye.