Rojnameya Ronahî

Wê Idlib ji bo rejîma Sûriyê serkeftin an şikestin be?

Ezîz KOYLÛOGLÛ – Idlib dîsa rojeveke serekeye. Her hêz û kes li ser Idlîbê şîroveyan dikin. Bazara li ser wê jî didome. Dewleta Tirk û Rûsya bazara xwe gihandin heta asteyek, xuya dike lihevhatinek heye. Lê liser Idlibê ne tenê dewleta Tirk û Rûsya bazarîyê dikin. Di bazarê de Îran, Yekîtiya Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Emerîka jî hene. Wezîrê Karên Derve yê Îran Zarîf çû Tirkiyê û bi Erdogan re rûnişt. Naveroka hevdîtina wan li ser Idlibê bû. Herkes şertên xwe tînin ziman, lê destê kê bi hêze û destê kê lawaze ji niha ve xuya ye. Mesele ne bajarek Sûriyê ye, mesele wê Rojhilatanavîn ber bi kuve wê biçe, wê di vê dema nazik de diyar bibe. Ji bo wê Idlib buye mijara bazarê ya herkesî.

Dewleta Tirk ya digot “em ê di şeş mehan de li Şamê nimêja xwe bikin” îro hatiya noqteya ka wê bikaribe Îskenderûn biparêze ya na. Lewra Wezîrê Karên Dervê yê rejîma Sûriyê Welîd Mualim ji niha ve qala “rizgarkirina” Îskenderûnê dike. Çerxa felekê wê ji bo kê çibîne ji niha ve ne zelal e. Lê ji niha dewleta Tirk ji nimêja li Şamê hatiye ka wê Îskenderûn çi bibe. Ev jî rastiya guherîna siyaseta herêmê û cih girtina hêzên heye diyar dike.

Dewleta Tirk ya dagirkerê Kurdistan û Sûriyê îro xwe ji bo ji bandora Dewletên Yekbûyî yê Emerîka rizgar bike, berê xwe daye Rûsyayê. Rûsya ku bi yek mebestê  nakokiyên di nava NATO de kûr bike, bi tirkiyê re dide distîne,  ketiye bin bandora  dewletek ji DYE zêdetir berjewendîperest. Bikaranîna Rûsya ya Tirkiyê ne stratejîke û demkiye. Bi taybet li Sûriyê di demek kurt de wê Rûsya, Tirkiyê ji bazara Sûriyê derxe yan jî wek rolek lewaz bidê. Dewleta Tirk jî ji niha de ketiye ferqa vê û ji bo destê xwe bihêz bike, ketiye nava tevgerê. Hevdîtina wezîrê parastinê yê Tirk Hûlusî Akar û Jim mattis ku piştî ji Rûsya hatin bi vê armancê pêkhat.

Nûnerê Dewletê Yekbûyî Emerîka yê Sûriyê James Jeffrey,  nûnerê wezatera Karê Derwe yê DYE Joy Rayburn wê gerek li Tirkiyê, Îsraîl û Urdinê di mijara Sûriyê de, bi taybet di mijara Idlibê de bikin. Dewleta Tirk her çend di mijara Idlibê de dixwaze li beramberî Rûsya destê xwe bi alikariya Dewletê Yekbûyî yê Emerîka xurt bike, lê rewş berovajiye. Di vê gerê de jî xuya dibe, Dewletê Yekbûyî Emerîka ji bazara Tirkiyê û Rûsya ya li ser Idlibê neraziye. Nerazîbûna DYE ne tenê di mijara Idlibê de ye, di heman demê, di dema dawî de krîza guhertina rejîma Tirkiyê ya ber bi selefiyetê jî wek mijarekî sereke ya Dewletê Yekbûyî yê Emerîka ye.

Ji niha ve xuya dike ku wê çîroka ya li Xuta û Deraa bû, wê Idlibê jî dubare bibe. Dîplomasiya niha têkirin, ne ji bo rewşa Idlibê wê çewa be. Wê piştî Idlib wê di rewşa Sûriyê de kî wê ji kê çi bistîne ye. Niha bazar li ser lihevhatinê ye ku, di encama lihevhatinekî Idlib teslîmî rejîma Sûriyê bê kirin. Hemû hewldanê Rûsya li ser wê ye. Lê ew hewldan wê çiqasa encam bigre niha nediyar e.

Ger şerek çê bibe jî, ku ji niha ve êrîşa kîmyewî di rojevê de ye, wê kî beşdarî wî şerî bibe. Aliye rejîmê diyare. Lê aliye komên çekdar ne diyar e. Wê dewleta Tirk beşdarî wî şerî bibe? Yek ji hewldanê Rûsya jî dewleta Tirk derveyî wî şerî bihêle. Heta niha dîplomasiya tê kirin jî ev e. Ger dewleta Tirk piştgiriya komên li wir bike, dibe ku rejîma Sûriyê û hevkarê wê li Idlibê bi sernekevin. Wê demê ji bo rejîma Sûriyê wê Heleb jî têkeve nava metirsiyê.

Bazara li ser Idlibê pirralî dimeşe. Him Rûsya, him Emerîka, him Îsraîl, him Îran, him jî Tirkiye li gora berjewendiyê xwe dixwazin encamek ji Idlibê bistînin. Ger rejîma Sûriyê hevalê xwe zêdeneke, dibe ku li Idlibê bişkê. Kes qala vê nake, lê rastiyek wiha yê Idlibê jî heye.