Burhan ERDEM – Tirkiyeyê piştî wê krîza bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re ku weke krîza neberdana Keşeyê Girtî Brunson tê navandin, berê xwe da welatên motora Yekitiya Ewropayê Fransa û Almanyayê. Wê Serokomarê Tirk di dawiya Îlonê de li Almanyayê were vexwendin û çapemeniya Tirk vê yekê yeke weke mîladeke di têkeliyên bi Ewrûpayê re de, nîşan didin. Lê ev demeke dirêje têkeliyên wê yên bi van welatan re jî her bi krîz e. Lewra Tirkiyeya di bin desthilatdariya AKPê de dinale xwe gelekî ji nirxên Ewrûpiyan dûr xistiye.
Dema ku hê AKP nebûbû AKP ya îro, li ser endametiya Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewrûpayê hêvî hebûn. Dêtina serke ya hinge wisa dihate bilêvkirin: “Di warên mijarên wekî, mafên mirovan, di qada kêmneteweyan de, cudahiya olî, azadiya tekekesî û reformên zagonî de hîn gelek tişt hene ku divê Tirkiye bike. Lê bi endametiya Tirkiyeyê re, ewê nakokiya di navbera cîhana îslam û rewşenbîriya Rojava de, aşbûnek were peyda kirin.” Hînê di bîran de ye, dema hilbijartinan de AKP xwe weke berendamê anîna bi cîh a krîterên Yekitiya Ewrûpayê diyar kiribû. Bi vê yekê re jî piştî hilbijartinan hemû partî seferber bû.
Serokê Giştî yê Partiya AKPê Recep Tayyîp Erdogan beriya ku bibe Serokwezîr derketibû gera welatên endamên yekitiyê û hevdîtinên girîng pêk hatibûn. Daxwaza Erdogan a ji serokên hukumetên endamên yekitiyê ew bû ku, di zîrveya kopenhagê de tarîxa destpêkirina hevdîtinên jibo endametiyê were eşkerekirin.Ev dem jî di zîrweya Kopenhagê de weke dawiya sala 2004an eşkere bû. Bi wî şertî ku Tirkiye reformên li meclîsê kirine bixe jiyanê.Çareseriya pirsgirêka Kibrisê weke şert li pêşiya Tirkiyeyê hate danîn. Hukumeta AKPê, piştî vî şertê Yekitiyê ji bo çareseriyê bû xwediyê helwesteke bi israr. Vê helwesta AKPê jî bawerî da rêveberên Yekitiya Ewrûpayê.
Piştî wê jî salên zêrîn ên Tirkiyeyê bû. Mirov li ser awa û sedemên dûrketina Tirkiyeyê ya ji Ewrûpayê dikare gelek tiştan bibêje lê herî li ber çavan ew bû ku yên li ser hikum ên herdu aliyan ev dûrbûna Enqerê xwesin. Lê ya herî zêde jê zirar dît, pêvajoyeke ji bo aştiyê ya li nava gelên Tirkiyeyê hatibû destpêkirin bû. Belê hin kes dibêjin ku ev stratejiya muzakereyan bû ku bi zanebûn anîn vê rewşê. Lê Tirkiyeya hinge li gorî ya îro, hêsantir nêzî Ewrûpayê dibû. Nêrîna serdest a li cem Ewrûpiyan ev e. Ji ber vê yekê jî dixwazin xwe ji Tirkiyeyê biparêzin.
Lîderên Ewrûpî yên di dema muzakereyên bi Tirkiyeyê re de digotin ew dest ji Tirkiyeyê bernadin. Lê ew ji bo Tirkiyeya hinge bû ku qîmetekî wê hebû. Niha jî dibêjin ewê Tirkiyeyê neterikînin. Lewra krîz xwe dighêjîne wan û xisara pêk were, wê Tirkiyeya dûrketî, dûrtirî wan bike. Lê niha bi taybetî ji bo parastina xwe ya ji krîza heyî, wê Tirkiyeyê biparêzin.