Idrîs HENAN – Ev bû demeke, taybet piştî itîfaqên Rûs-Amerîka li Başûrê Sûriyê ku di enamê de sembola şoreşa Sûriyê Deraa hate teslîm girtin, hemû nîqaş li dora herêmên Bakur, Bakur Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dizivirin. Yanê ji Dêra Zorê bigire û heyanî Idlibê û Xeta çiyayên tirkmen û ekrad ve were. Tevahiya xeta Bakurê Sûriyê ya ku em qalê dikinê, di bin serweriyên cuda yên hundirîn, herêmî û navneteweyî de ne. Ango çiqas hêzên ku mudexeleyî nava aloziya Sûriyê kirine di vê beriya Bakurê Sûriyê de civiyan e. Di xeta Bakur û Bakur Rojhilat de hêzên gelan ên şoreşger QSD hene. Di xeta Bakur Rojava de hemû çeteyên Sûriyê bi piştgiriya dewleta Tirk hene. Vêca aliyên navneteweyî berê xwe dane wê xetê (Idlib) ku bi yek derbê çeteyan tune bikin. Ji bo vê armancê jî, Çînê jî xwe amade kiriye. Lê li wê herêma behsa mijarê, li kêleka bi dehhezaran endamên komên cuda cuda yên çeteyan, sê milyonan zêdetir sivîlên Sûriyeyî jî hene. Ev ji aliyan re ku NY jî di nav de qaşo bûye cihê metirsiyê!Hêzên destwerdanê di bin sernavên cuda de, hewl didin berjewendiyên xwe yên ku serweriya wan li herêmê tekûztir dike, pêk bînin. Rûsya ji aliyê xwe ve dixwaze dosyaya aloziya Sûriyê bi giştî veguhezîne destê xwe. Mebesta wê valaderxistina bloka Amerîka û hevalbendên wê ye. Ji bo van armancên xwe Rûsyayê xeta ji Cerablus heya Idlibê ku Efrîn jî di nav de ye, firote Tirkiyê. Di bin navê Astana û Sûtşî de xwest altirnatîva Cenevre li saheya çareseriya siyasî ya navneteweyî biçikîne. Ser vê esasê bi Tirkiyê û Îranê re itîfaq kir û di bin navê (herêmên kêm şer) de rewatiyek da dagirkeriya dewleta Tirk ji axa Sûriyê re. Mebesta wê jî bi riya Tirkiyê lawaz û berterefkirina bloka NATO`yê ye. Ji bo van armancên xwe jî niha ketiye pêjavoya firotina hevalbendê xwe yê qedîm Îranê. Me got him dixwaze kilîta çareseriya siyasî bixe destê xwe û him jî hegemoniya kurewî ya dualî li Amerîka û YE ferz bike. Li kêleka van jî hemû çeteyên çeçen û qefqasî yên li Idlibê kombûne, ji bo ku careke din venegerin welatên xwe, li Idlibê tune bike. Çîn jî dixwaze tirkên Îgor û çeteyên Asyaya navîn li Idlibê tesfiye bike. Îran jî dixwaze bi beşdarbûna vê şerê bi ser Idlibê ve, biçimê xwe li hemberî ambargoyên Amerîka qada minewreya xwe firehtir bike. Serdan û itîfaqa wezîrê parastinê yê Îranê bi rejîma Sûriyê re baş vê mebesta Îranê zelal dike. Amerîka ji aliyê xwe ve, ev liv û tevgerên Rûsyayê baş fêm kiriye, ji ber ku hêza hegemonîk e, demildest mudexele kiriye û li Tirkiyê, Rûsya û Îranê ambargoyên aborî ferz kiriye. Ango ew ajotine nava kirîzeke hundirîn ku nikaribin derveyî îradeya wê gavan bavêjin. Rewşa îroyîn a Tirkiyê û Îranê bandora vê yekê baş nîşan dike.
Di vê qonaxa hestiyar de tenê Tirkiyê ziyana herî mezin daye. AKP baş têgihaştiyê ku him Karekoz him jî Îwaz e. Ji ber vê jî rojane li ber deriyên Rûsya û hinek paşmayeyên faşîzmê yên weke Almanyayê ye. Lê tişta misoger ew e ku hemû planên Tirkiyê di van heft heşt salan de, wê bi şiklê kirîza herî tund lê vegere. Wê çaxê, him NATO û him hevbendiya Orasyayî Erdoganekî aboriya wî têçûyî qebûl nakin. Wê weke hevalbendekî pê ne bawer bête destgirtin.