Binevş SARYA – Ev bu demeke dirêj e ku ez li ser wateya rengê reş diponijim. Gelek caran min ji xwe re digot reş tarîbûn û daqurtandina tevayiya reng û hebûnan e. Ya rastî jî ev reng rengên din tevan di nava xwede winda dike. Dema rengê spî û reş tên bal hev her du reng jî bala mirovan dikişînin. Bi dîtina min her du reng jî xwedî wateyên hişk û veşartî ne. Spî her çendî rengê aştî, saftî û paqijiyê ye, yan jî çawa ku li hinek deveran tê gotin di derûniya mirovan da xwedî wateyeke wisa ye ku tu her tiştî ji xwe didî. Ango kesên vî rengî li xwe dikin parveker û nefspiçûk in. Di heman demê de rengê xwezayê ye jî. Em dizanin ku berf spî ye lêbelê di heman demê de sar e jî. Ango rengê sipî her çendî nerm xuya bike jî lêbelê rengekî sar e. Yan jî em dikarin bêjin rengê spî di dawetan de li şûna xêliyên welatê me li bûkan dikin. Bi wateyek din sipî di heman demê de dijberê Reş e. Lê kefen e jî. Bi tayebetî ev reng du caran li jinan tê kirin. Dema dizewicin û dema dimirin. Gelek jin dibêjin du caran me dukujin. Her çendî sipî 2 caran ji boy guherîna jiyana jinan were bika anîn jî lêbelê bi qasî reş bandoreke kûr û xirab li jiyana mirovan nake.
Li gorî zêhniyeta kapîtalîzmê reş bi wateyên gelek cuda tê binevkirin û heta gelek wateyên baş lê bar dikin. Bêguman her reng li gorî dema xwe xweş û bedew e. Dibe ku ev reng li gelek mirovan were. Heta gelek kes jê hes dikin û li xwe dikin. Lê dema bi darê zorê li mirovan were kirin wê demê ti bedewî û xweşikbûna wî rengî namîne. Eger li şûna reş rengê sor, şîn, spî, zer yan rengên din jî dema bi zorê li mirovan bikin wê ew reng jî ne xweşik bibin. Lêbelê neqandina reş cuda ye. Mînak di civaka zayendparêz de rengê şîn yê zarokên kurik û zilaman e, rengê pembe jî yê zarokên keçik û jinan e. Gelo em çiqas li ser van xalan dihizirin. Bê ku em mijarê şêlo bikin, di gelek civakan da kiras, yan çarşevên reş li jinan tên kirin û li heman herêman zilam jî kirasên spî li xwe dikin. Li herêmên cilên reş li jinan dikin li wan herêman bi ti awayî nirx ji jinan re nayê dayîn.
Dema tu di kolanên wan herêman re derbas dibî tu nikarî jineke ku bi serê xwe dimeşe bibînî, her jina derkeve kolanê neçar e mêrek pê re be. Gelo ma jin nikarin bi serê xwe li van herêman bijîn. Her devera ku jinan bi çend metro qumaşê reş bipêçin, li wan deveran mafê jiyanek wekhev ji zayendan re nîne. Kesên jinan mecbûrî cilên reş dikin para xwe ji exlaqê jiyanê negirtine. Li cem wan kesan jin makîneya anîna zarokan, çêkirina xawarinê û dilxweşkirina zilaman in. Ji bo avakirina jiyaneke azad û wekhev di navbera zayendan de divê ti kes xwe nexe şûna hêza Îlahî û biryara jiyana kesek din nede. Her kes xwedî maf e ku biryara jiyana xwe bi xwe bide. Bihêlin bila her reng di bedewiya xwe de bimîne û ti rengan nekin xizimeta destihiladariya zayenda nêr.