Rojnameya Ronahî

Plana gemarî ya Erdogan a li ser Kerkûkê

Piştî ku rêveberên ITC’ê hevdu bi gendeliyê tawanbar kirin, derkete holê ku rejîma Erdogan di hilbijartinên Iraqê de ji bo ku destwerdanê li Kerkûkê bike 22 milyon dolar şandiye.
Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) 1996’an hate avakirin. Têkiliya wê ya organîk a bi dewleta Tirk re ne veşartî ye. Serektiya vê rêxistinê Erşad Salîhî dike ku bi dijminatiya bi Kurdan tê zanîn, berdevkiyê jî Elî Mehdî dike. Heta niha gelek belgeyên ku têkiliyên wê bi AKP-MHP’ê re nîşan didin derketin holê.
Herî dawî bi daxwaza Enqerê bi navê Şîrketa Berevaniyê şîrketek ava kir. Li gorî Parlamenterê YNK’ê yê Iraqê Şiwan Dawudî 600 kesên weke li vir dixebitin xuya dikin hatin çekdar kirin û komeke çete ya çekdar hate avakirin, meaşên wan jî dewleta Tirk da. Dawudî bi belgeyan ev nîşan da.
Sefîrê Bexdayê yê Tirk Fatîh Yildiz ku cejna heciyan de li Kerkûkê nimêj kirî derbarê Kerkûkê got, ‘’xaka pêşiyên me ye’ û niyeta xwe ya stratejîk a li ser vî bajarî nîşan da.

DAXUYANIYÊN ŞEREF HARÛN

Yek ji rêveberê ITC’ê Şeref Harûn beriya bi çend rojan derbarê berdevkê ITC’ê Elî Mehdî axivî. Harûn got, “Tirkiyê ji bo ku ITC li Kerkûkê encamê bistîne 22 milyon dolar şandine û nêzî 2 milyon dolar ji van ji bo hilbijartinê hatine xerckirin. Harûn got pereyên mayî jî Elî Mehdî û derdora wî xwariye.
Vê daxuniyê nîşan da ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ji bo ku destwerdanê li hilbijartinên Iraqê bikin pere şandine ji ITC’ê re û bû nîşan da ku RTE ne tenê bi komên çekdar lê her wiha bi rêya pereyan, bi rêbazên siyasî jî dixwaze destwerdanê li Iraq û Kerkûkê bike.

MEHDÎ QEBÛL KIR KU PERE HATINE ŞANDIN

Mehdî diyar kir ku RTE pere şandine lê wî gendelî nekiriye, ew îdîaya Şeref Harûn e. Mehdî dibêje ew ê bersivê nede pirsên têkildarî şexsan, li ser israra kesê ku pirs kirî, da zanîn ku îdîa derew in, beriya bi 10 rojan ji Iraqê vegeriyaye û bi serkeftî ji hilbijartinan derketine.
Kesê ku pirs kirî piştî ku got Mehdî ji du mehan zêdetir e li Enqerê ye, li mala xwe ya li taxa Yekîtiyê ew pere xwarine û çima nedane komeleya Tirkmen Mehdî bi dijûnan bersivê dide. Mehdî qebûl dike ku RTE û AKP’ê 22 milyon dolar şandine lê gendeliyê qebûl nake.
Agahiyên ku derketin holê nîşan dide ku RTE û AKP ji bo ku destwerdanê li hilbijartina Iraqê û Kerkûkê bike hêzên paramîlîter ava kirine û sûc kirine.

BI VAN PEREYAN ÇETE HATINE AVAKIRIN

Tirkmenekî Şiî yê Kerkûkî ku ji ber sedema ewlehiyê nexwest navê xwe bide, ji bilî pereyan ji bo ku komên çekdar ava bikin, dewleta Tirk gelek çek û cebilxane jî şandine Kerkûkê.
Heman kesî da zanîn ku piraniya pereyan ji hêla rêvebiran ve hatine xwarin, beşek jê jî ji bo komeke çekdar a bi navê Bazên Kerkûkê (Suxur Helo) hatine xerckirin ku Erşad Salî ev kom ava kiriye.
Bazên Kerkûkê koma çete ya çekdar a duyemîn e ku ji hêla Erşad Salihî ve hatiye avakirin…ANF