Siyasetmadarên Şêxmeqsûdê diyar kirin ku sazî û dezgehên mafên mirovan berpirsên kiryarên ku li Îmraliyê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên kirin e. Siyasetmedaran dan zanîn armanca tecrîda li ser Ocalan tê kirin qirkirin û têkbirina destkeftiyên gelê Kurd e.
Nerazîbûnên li hemberî tecrîda gi
ran ku dewleta Tirk li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye zêde dibin.
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk yê Helebê Îsa Mistefa diyar kir ku tecrîda ku dewleta Tirk li ser Ocalan pêk tîne wê gel ji têkoşînê dûr nexîne û wiha got, “Gel hêza xwe ji berxwedana Ocalan digire. Em ê li hemberî kiryarên dewleta Tirk têkoşîna xwe dewam bikin. Tirkiye dixwaze gelê Kurd qir bike, lê keç û xortên Rojava-Bakurê Sûriyê li ser rêya Ocalan meşiyan û planên dewleta Tirk têk birin.”
Endama Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Kongreya Star a Helebê Leyla Xalid jî diyar kir ku dewleta Tirk bi salan e li dijî gelê Kurd û gelên herêmê sûcan dike û wiha axivî, “Dewleta Tirk bi komployan dixwaze gelê Kurd û gelên azadîxwaz qir bike. Ji ber vê jî tecrîdeke giran li ser Ocalan ferz kiriye.”
Leyla destnîşan kir ku bi saya fikir û felsefeya Ocalan jinan xwe birêxistin kir û pêşengiya rêvebirina civakê kirin û wiha dewam kir, “Ji ber wê pergalên dîktator yên wekî Tirkiye naxwazin gel û bi taybet jin bighîjin azadî û mafên xwe. Ji ber wê bi komployekê Ocalan girtin û tecrîdeke giran dûrî pîvan û qanûnên navdewletî li ser wî ferz dikin.”
Di dawiyê de Leyla Xalid destnîşan kir ku gelê Kurd dest ji rêberê xwe bernade û heta rizgarkirina Ocalan wê têbikoşe. Leyla diyar kir ku rêxistinên hiqûqî û mirovî berpirsên kiryarên dewleta Tirk yên ku li Imraliyê li ser Ocalan pêk tîne ne.”