Hevserokê berê yê Desteya Rêveber ê TEV-DEM‘ê Aldar Xelîl destnîşan kir ku pêwîstiya merheleya heyî bi avakirina rêveberiyeke hevbeş ji bo Bakurê Sûriyê heye û anî ziman ku yek ji armancên sereke yên Kongreya Sêyemîn a TEV-DEM‘ê komîte û desteyên girêdayî TEV-DEM‘ê veguhezînin Rêveberiya Xweser.
Hevserokê berê yê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratk (TEV- DEM) Aldar Xelîl têkildarî xebatên TEV-DEM’ê, armancên kongeya sêyemîn û pêşeroja herêmê ji ANHA‘yê re axivî.
Aldar Xelîl destpêka axaftina xwe de armanca avabûna TEV-DEM’ê bibîr xist û wiha got, “Kurdên li Rojava xwedî mîraseyeke têkoşîneke demdirêj e. Gelê kurd ê Rojava ji bo pêkanîna çanda demokrasî, biratiya gelan têkoşîneke bi salan da meşandin, da ku tevger û civaka li Rojavayê Kurdistanê bi rêxistin bike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 2005‘an de banga avakirina sîstemeke konfederalî ji bo rêveberina civakê kir. Banga Ocalan peyameke dîrokî ji bo gelê Kurd bû. Li ser vê esasî bi rengekî veşartî me dest bi karê rêxistinkirinê kir.
Di sala 2007‘an de damezirandina tevgera KCK Rojava fermî hate ragihandin, da ku bibe sîwana civaka Rojava. Dîsa jî zextên rêjîmê yên li hemberî endamên tevgerê nesekinî, hin ji endam girtin û di girtîgehan de êşkence dikirin. ji ber vê yekê meclis nehatin avakirin. Di wê demê de me gelek şehîd dan. Sala 2011‘an piştî ku bihara gelan li Misir, Tûnis, Yemen û heya Sûriyê dest pê kir, firsendên kar peyda bû ku em karê xwe berfirehtir bikin.
Bi destpêka Şoreşa Sûriyê me bi Meclisa Gel a Rojava re dest bi damezirandina Tevgera Civaka Demokratîk kir. Biryara me ew bû ku şoreşa me ya demokratîk û biratya gelan divê serkeve. Armanca şoreşa me avakirina civakeke azad e, gel bi xwe bi rê ve bibe.
Di çarçoveya şoreşa Rojava de, ku xwedî mîraseke ji têkoşînê ye, TEV-DEM û Meclisa Gel a Rojava hêviyên gelê Kurd bi cih anîn. Di bin banê TEV-DEM‘ê de komîte, sazî û deste hatin avakirin da ku gel bi xwe, xwe bi rê ve bibe. Komîteyên parastin, perwerde, xizmetguzarî hatin avakirin, bi vî awayî TEV-DEM’ê gavên cidî li gel şertên zehmet û kêmderfetan avêtin.”
Xelîl ser armanca kongreya sêyemîn ya TEV-DEM’ê jî wiha got, “Diviyabû ev kongre, di destpêka 2018‘an de bihata lidarxistin, lê ji ber êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Efrînê dema kongre hate taloqkirin, me dît ku 27‘ê Tebaxê rojek guncaw ji bo lidarxistina kongreyê ye. Li ser vê esasî kongreyê hate lidarxistin.
Armancên kongreyê ew bûn ku sazî û komîteyê Tevgera Civaka Demokratîk veguhêzin Rêveberiya Xweser.”
Aldar Xelîl li ser rol hedefên TEV-DEM’ê ji îro pêde jî wiha axivî, “TEV-DEM, ji niha û şûn de dê xebatên xwe yên bi armanca rêxistinkirina hemû pêkhateyên ji Kurd û Ereb, kesayetên siyasî yên kurdî berfireh bike û destekê bide wan da ku di civakê de bibin xwedî rol. Ji ber vê yekê divê hemû beşê civakê werin rêxistinkirin. TEV-DEM, xwedî roleke mezin di rêxistinkirina civakî û rêveberiya şoreşê de list, ji bo yekîtiya hemû gelan li gorî felsefeya neteweya demokratîk kar û xebatê dimeşîne. Li ser vê bingehê Tevgera Civaka Demokratîk di kongreya xwe ya sêyemîn de hin guhertin di peyman û rêziknameyê de çêkir.”