Birayê girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî, Ehmed Hisên Penahî, diyar kir ku berpirsên Girtîgeha Recayî bajarê Tehranê ji wan re ragihandiye ku roja Sêşema hefteya bê wê cezayê Ramîn Hisên pêk were.
Girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî ji aliyê rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Berpirsên Girtîgeha Recayî bajarê Tehranê ji malbatê re ragihand ku wê roja Sêşema bê kurê we were darvekirin.
Li ser mijarê li Silêmaniyê birayê girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî, Ehmed Hisên Penahî daxuyanî da û got; “Berpirsên Girtîgeha Recayî bajarê Tehranê ji me re ragihand ku roja Sêşema hefteya bê cezayê darvekirinê yê Ramîn pêk tê. Rewşa tenduristiya Ramîn gelek xerab e. Dest bi greva birçîbûnê kiriye.”
Ehmed Hisên Penahî eşkere kir ku dosya Ramîn bûye dosya Kurdan û navneteweyî û got; “Bi darvekirina Ramîn, Îran hemû Kurdan bi dar ve dike. Rizgarkirina Ramîn rizgarkirina hemû Kurdan û kesên gefa darvekirinê li ser wan e.”
Ehmed Hisên Penahî bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan û hêz û kesayetên Kurdistanê kir ku xwedî li Ramîn Hisên Penahî derkevin.
Ramîn Hisên Penahî xelkê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye. 23’ê Hezîrana 2017’an komek ji 4 kesî ya pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê-Îranê li nav bajarê Sine ketine kemîna hêzên pasdarên Îranê. Di encamê de 3 pêşmerge şehîd bûn û Ramîn Hisên Penahî jî bi birîndarî kete destê hêzên Îranê. Niha jî cezayê darvekirinê li Pehanî hatiye birîn.
Roja 2’ê Gulana 2018’an ji bo biryara darvekirinê pêk bînin Ramîn xistin girtîgeha yek kesî,. Her wiha xwarziya Ramîn, Nîştîman pişti bihistina nûçeya darvekirina Ramîn dawî li jiyana xwe anî.
Tevî hemû çalakiyên welatiyan jî rêjîma Îranê cezayê darvekirnê li Ramîn birî. Rêjîma Îranê dixwaze bi awayekî ne fermî cezayê darvekrinê bicih bîne. Herî dawî rayedarên rêjîma Îranê ji malbata Ramîn Hisên Penahî re ragihandin ku wê roja Sêşemê were darvekirin.