Rêvebera Kongreya Star a Hesekê Rîma Mehmûd diyar kir ku li Hesekê biryarên konferansa 7‘an a Kongreya Star têne pêkanîn û destnîşan kir ku 7 komîteyên xizmetguzariyê ji bo jinan hatin avakirin.
Kongreya Star a Kantona Hesekê 25‘ê Tîrmehê 7‘emîn konferansa xwe li dar xist.
Piştî lidarxistina konferansên Kongreya Star li tevahî kantonên Rojava û Bakurê Sûriyê, kongreya giştî ya 7‘emîn a Kongreya Star hate lidarxistin.
Derbarê pêkanîna biryarên kongrê, Rêvebera Kongreya Star a bajarê Hesekê Rîma Mehmûd axivî û anî ziman ku, piştî hilbijartinan komîteyên xizmetguzarî li gelek deverên kantonê hatin avakirin.
Rîman, da xuyakirin ku li deh bajarokên kantona Hesekê civîn ji jinan re hatin lidarxistin û 7 komîte hatin avakirin. Komîteyên hatin avakirin; lihevanîn, parastin, perwerde, aborî, tenduristî, çand û huner” her komîteyek ji 7 endaman pêk tê.
Rêvebera Kongreya Star Rîma Mehmûd di daxwiya axaftina xwe de ev tişt got: “Armanca pêkanîna biryaran di her alî de xizmeta jin û civakê ye.”…ANHA