Monday, June 16, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zanîngeha Kobanê xebatên xwe fireh dike

31/08/2018
in Uncategorized
A A
Zanîngeha Kobanê xebatên xwe fireh dike
Share on FacebookShare on Twitter

Zanîngeha Kobanê sala nû ya perwerdeyê bi zêdekirina 2 beşan pêşwazî dike. Zanîngehê beriya 3 rojan qebûlkirina daxwaznameyên tomarkirinê di hemû beşan de ragihandibû.
Tomarkirinê roja sêşemê dest pê kiribû û wê heta roja pêncşemê 13’ê Îlonê bidome. Her wiha navên ku hatine pejirandin wê piştî hefteyekê ji bidawîbûna tomarkirinê bên ragihandin.
Rêveberiya zanîngehê zêdekirina du beşan; zanyariyên xwezayî li Zanîngeha Kobanê û Beşa Wêjeya Erebî li bajarê Girê Spî ragihand.
Girêdayî şert û mercên tomarkirinê rêveberiya zanîngehê ev şert rêz kirin: divê xwendekar Sûriyeyî be, ji bilî zanîngeha Kobanê li tu zanîngehekê din tomar nekiribe, divê bawernameya amadehî (zanyarî û wêjeyî) girtibe. Her wiha rêveberiyê diyar kir ku girîngî ji bawernameyên Rêveberiya Xweser a Rojava tê dayîn.
Rêveberiya Zanîngehê bi bîr xist ku hejmara xwendekarên sala borî gihişt dehan xwendekar. Ev weke serkeftinek zanîngeha Kobanê tê dîtin. Hejmara kadroyên perwerdê gihişt 15 mamoste. Hinek ji wan li zanîngehên Heleb û zanîngehên din ên Sûriyê perwerde dane û gelek ji wan bawernameya Master qedandine.
Zanîngeha Kobanê bi awayekî fermî di 10’ê Kanûna 2017’an de hate vekirin. Her wiha di 4’ê Nîsana îsal de Rêveberiya Xweser a Kobanê û bi hevkariya Rêxistina Hêvî, kevirê bingehîn ê projeya avakirina Zanîngeha Kobanê danî. Piştî bidawîbûna avakirina zanîngehê, tê payîn ku bibe mezintirîn zanîngehên Rojava û gelek xwendekar ji derveyî Sûriyê wê pêşwazî bike…ANHA

Post Views: 89
ShareTweetPin

Herî Dawî

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin
NÛÇE

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin

15/06/2025
Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
Êla Omerkan
CIVAK Û JIYAN

Êla Omerkan

15/06/2025
‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’
CIVAK Û JIYAN

‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’

15/06/2025
Hebûna jin di Şandeya Kurdî de
JIN

Hebûna jin di Şandeya Kurdî de

15/06/2025
XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E
HAJMARA PDF

XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.