Sunday, June 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dewleta Tirk goristanên şehîdan hildiweşîne

31/08/2018
in Uncategorized
A A
Dewleta Tirk goristanên şehîdan hildiweşîne
Share on FacebookShare on Twitter

Dayîkên Şehîdan ên ku li Kampa Berxwedan dimînin destdirêjiya dewleta Tirk û çeteyên wê li ser rûmeta pakrewanan û hilweşandina goristanên Şehîdan li Efrînê, şermezar kirin û bang li civaka navdewletî kirin ku van kiryarên dewleta Tirk yên li dijî nirxan rawestînin.
DEWLETEK MIROVKUJ E
Dayîka bi navê Fîdan Ico a ji navçeya Bilbilê got: Dewleta Tirk, dewleteke faşîst û mirovkuj e. Xwezayê dişewitîne û bê exlaq e. Nirxên pîroz ên gelan bin pê dike. Dayîka Fîdan destnîşan dike ku dewleta Tirk her li hember îradeya Kurd şikestiye, vêca dixwaze tolê ji cangoriyan û mezelên wan bistîne. Ev jî nîşand dide ka di çi tirsê de dijî. dayîka Fîdan dawiyê de got: Êriş û xirakirina goristanan, hişmendiya hov a dewleta Tirk diyar dike. Wê jê re nemîne û dê buhayên van kiryarên xwe rojek nêz de bide.
OL Û WIJDAN JÎ QEBÛL NAKIN!
Dayîka bi navê Erîfe Hiso jî got: Dewleta Tirk û çeteyan wê bi hovîtiya xwe navdar in. Kiryarên wan li dijî nirxên gelê Efrînê û bi taybet goristanên Şehîdan, ne ti ol, mezheb û wijdan qebûl dikin. Erîfe jî dawiyê de bang li saziyên navneteweyî ên têkildar kir ku li hemberî van kiryarên dewleta Tirk bê deng nemînin.
TIRKIYÊ LI DIJÎ ÎSLAMÊ YE
Dayîka Elîfe Mihemed a ji navçeya Raco jî got: Bi qasî ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi navê îslamê tevdigerin, ewqas li dijî nirxên îslamê ne. berovajî hemû nirx, rêgez û prensîbên mirovahiyê li ser erdê pêk tîne. Ma hilweşandina goristanên Şehîdan karekî mirovî ye? Ancax dewleteke hov mîna Tirkiyê û çeteyên pê re bikribin karekî wisa kirêt û dermirovî bikin.
Dayîkên Şehîdan ên ku li Kampa Berxwedan dimînin di dawiyê de bang li aliyên navneteweyî kirin ku vê bê exlaqtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê rawestînin. Dayîkan soz dan ku wê bi destê dayîkên Efrînê dagirkerî têk biçe û Efrîn rizgar bibe.

Şîlan XOCE

Post Views: 39
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
Êla Omerkan
CIVAK Û JIYAN

Êla Omerkan

15/06/2025
‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’
CIVAK Û JIYAN

‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’

15/06/2025
Hebûna jin di Şandeya Kurdî de
JIN

Hebûna jin di Şandeya Kurdî de

15/06/2025
XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E
HAJMARA PDF

XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E

15/06/2025
52 sal ji nivîsîna domdar Ebas Ebas 16 berhem afrandine
ÇAND Û HUNER

52 sal ji nivîsîna domdar Ebas Ebas 16 berhem afrandine

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.