Sunday, June 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hêza guherîn û veguherînê li cem Ocalan e

31/08/2018
in Uncategorized
A A
Hêza guherîn û veguherînê li cem Ocalan e
Share on FacebookShare on Twitter

Rewşenbîrên Rojava tekez kirin ku tecrîda girankirî ya li ser rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatiye ferzkirin, li dijî hemû nirxên mirovahî û mafên rewa yên girtiyan e. Rewşenbîran destnîşan kirin ku dagirkeriya Tirk bi piştgiriya komplogeran, derveyî hemû rêgez û hiqûqên navneteweyî nêzî Rêber Ocalan dibe.
FIKRÊN OCALAN
XETER DIBÎNIN?
Helbestvan û rewşenbîrê Kurd Lewend Mîrko destnîşan kir: Felsefeya Rêber APO êdî bûye mesajek ezmanî. Rêber APO ji bo mirovahiyê di pêvajoya 12 salan, di nav 5 cildên parêznameyên xwe de bêtirî Milyonek û 300 Hezar peyvan rêsandiye. Bi van peyvên xwe hemû fikir, felsefe, mîteolojî û olên derketine, bi metodên zanistî nirxadine. Di pêvajoya herikbar a dîrokê de mirovek mîna Ocalan wisan xizmete mirovahiyê kiriye nîne. Mîrko tekez dike ku wî ti caran Ocalan nedîtiye, lê bi riya parêznameyan ew hîs kiriye û wisa axaftina xwe dewam dike: Rêber APO bi riya dahûrandinên xwe û pênaseyên nûjen ji têgîn û têgehan re, hegemonî û dagirkerên Kurdistanê har kirine. Rêber APO bi fikra xwe desthilatdariya wan a çors dirûxîne û civakê li koka wê vedigerîne. Dema ku civak xwe dispêre rêbazên felsefîk ên Rêber APO desthilatdarî têk diçe û bê mane dibe. Li şûna wê rêveberiya gel a biryardar û komînal derdikeve pêş. Ev jî cihê nerihetiya hêzên mêtinger e. Ji ber vê jî kesyetekî mîna Ocalan ji xwe re xeter dibînin û asta êrişên derheqê wî de zêde dikin.”
OCALAN HÊZA CIVAKÊ DIHERIKÎNE
Mîrko diyar kir ku Ocalan ji her pirsgirêka Rojhilata Navîn û dunyayê re hêza çareseriyê ye û ev tişt anî ziman: “Dema ku Rêber Ocalan behsa akademiyên civaka demokratîk dike, li hemberî hemû cureyên qirkirin û tunekirinê, hêza civakê ya xweparastinê diherikîne. Ji ber vê jî serokatiyê ji gel qut dikin.”
Helbestvan Lewend Mîrko dawiyê de got: “Dewleta Tirk difikire bi vê rêbazê rê li ber ramanên Rêber Apo bigire, nizane ku yê dîl ew e ne Rêber APO ye.”
PIRSA OCALAN NAVNETEWEYÎ YE
Ji aliyê xwe ve dîroknas û rewşenbîrê Kurd Abdulah Şikakî destnîşan kir ku mijara îzoleya şidandî ya li ser Rêber APO tenê ne girêdayî dewleta Tirk e. Pirsa Ocalan pirseke mirovî û hiqûqî ya navneteweyî ye. Şikakî wiha dewam dike: Ocalan li hemberî sîstema Modernîteya Kapîtaîst a zalimane, sîstema Modernîteya Demokratîk a gelan afirandiye. Ji ber vê jî hemû dewletên modernîteyê di mijara Ocalan de hemfikir û hemsûcên Tirkiyê ne.
OCALAN PROJEYÊN EMPERYAL
XETIMANDINE
Şikakî dibêje ku; Ocalan di encama komployek navneteweyî de dîl hat girtin, îro jî komplo dewam dike. Dewletên emperyalîst xwestine piştî sedsaliya Sayks- Bîkot û Lozanê, ji nû ve cîhanê û Rojhilata Navîn li gorî xwe dîzayîn bikin. Lê projeya Ocalan a ku rê li ber şerê netewan digire, riya dewletên emperyalîst a sûdgirtinê jî xetimendiye. Ji ber vê jî hemû piştgiriya dewleta Tirk dikin.
Dîronasê Kurd Abdulah Şikakî dawiyê de got: Bingeha dewleta Tirk hovîtî ye. Li ser esasê qirkirin û tunekirina gelan beriya hezar salî derbasî Rojhilata Navîn bûye. Ji bona ku temenê xwe dirêj bike, her bi hevkariya bi dagirkerên Kurdistanê re gelên qedîm ên Rojhilata Navîn aniye ber hev û qir kiriye. Şikakî dipirse: Gelo kê ev riya qirker a berfirehbûna dagirkeriya Tirk li Rojhilata Navîn û cîhanê girt? Tekez fikir û ramanên Rêber APO ne. Ji bona vê tecrîdê girantir dike.
TIRKIYÊ DIZÊ
ÇANDAN E
Rewşenbîrê Kurd Welat Ala jî got: Sîstema faşîst a Erdogan li ser bingeha dijminatiya fikrên aştî, azadî û demokrasiyê xwe mezin dike. Dijminê hemû rewşenbîr, siyasetmedar, çalakvan, partî û rêxistinan e. Şerê mirov û xwezayê dike. Ala vê zihniyeta AKP û Erdogan dispêre baweriya faşîst a ku xwe li ser xwîna gelan têr dike û ev tişt got: Dewleta Tirk her li ser diziya çand û şaristaniyan mezin bûye. Ji ber vê jî, di işkence, kuştin û rûxandinê de hoste ye. Hempîşeyên bapîrên xwe yên Osamanî ne.
RAMANÊN OCALAN DÎWARÊN ÎMRALIYÊ RÛXANDINE
Ala di mijara tecrîda girankirî a li ser Rêber APO de ev tişt anî ziman: Erdogan û AKP Hemû hostatiya dîrokî a terora dewleta Tirk li ser şexsê Rêber APO dimeşînin. Dixwazin bi van kiryarên xwe doza Kurd tune bikin. Ala tekez dike ku: Dewleta Tirk bi van kiryarên xwe hemû zagon û irfên navneteweyî bin pê dike û ev tişt li gotinên xwe zêde kir: Faşîzma Tirk ji fikir û felsefeya Rêber APO ku xwe dispêre çareseriyên adilane, ditirse. Parêzeran berde, riya malbata wî jî girtiye. Ev jî rêjeya xofa ku Rêber APO di dilê wan de çêkiriye diyar dike.
Rewşenbîr Welat Ala dawiyê de got: Felsefeya Ocalan çar dîwarên Îmraliyê derbas kiriye. Veguheriya ramaneke azad ku nifişan bi fedekarî mezin dike. Ocalanîzm dînamîka guherîn û veguherînê ye. Ti carî dîl nayê girtin.

Ikbal BEDRAN

Post Views: 40
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
Êla Omerkan
CIVAK Û JIYAN

Êla Omerkan

15/06/2025
‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’
CIVAK Û JIYAN

‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’

15/06/2025
Hebûna jin di Şandeya Kurdî de
JIN

Hebûna jin di Şandeya Kurdî de

15/06/2025
XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E
HAJMARA PDF

XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E

15/06/2025
52 sal ji nivîsîna domdar Ebas Ebas 16 berhem afrandine
ÇAND Û HUNER

52 sal ji nivîsîna domdar Ebas Ebas 16 berhem afrandine

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.