Bi serperştiya Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê li Kampa Serdem perwerdeya fêrkirina nivîsandina kurteçîrok û sînaryoyê dest pê kir. Di vê perwerdeya ku ev bû du heftene dest pê kiriye de 12 şagirtên 16 salî û jor de hene. Perwerde bi armanca nivîsandin, belgekirin û vegotina serpêhateya Berxwedana Serdemê û encamên dagirkeriyê hatiye organîzekirin.
ÇERXA DÎROKÊ LI BENDA ME NASEKINE
Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê li Kampa Serdem wêjevan û rexnedar Usama Ehmed ku mamosteyê vê perwerdê ye got: Piştî dagirkirina Efrînê gelê me mecbûrî koçberiya bû. Di vê pêvajoya berxwedaniyê de çi li hundir û çi li derve, gelê me rastî gelek çîrokên bi êş hat. Ji bo ku em bikaribin van serpêhatiyên gelê xwe bikin dîrok, em bi hewceyî nivîskar û wêjevanên ku bikaribin vê rastiyê vebêjin bûn. Lê mixabin ji ber hejmara kêm a rewşenbîrên rastiya berxwedana gelê Efrînê di nav kolan, tax, gund û sîngên mirovan de hebiskirî man. Weke erkekî me yê exlaqî û mirovî li beramberî dîrokê em berpirsyarê wê ne, ji ber vê jî me dest bi dewreya hînkirina nivîsandina kurteçîrok û sînaryoyê kir. Çerxa dîrokê dizivire û li benda ti kesî nasekine.
Ehmed terzê çîrok, kurteçîrok, roman û şêweyên nivîsandina wêjeyî vegot û ev tişt anî ziman: Di dunyaya wêjeyî de çîrok û kurteçîrok hene. Roman jî parçeyekî çîrokê ye. Lê roman nikare vê jimara mezin a çîrokan bihewîne nav xwe û ne jî dikare her tişt bi riya romanê bê belgekirin. Ancax bi rêbazê wêjeyek realîst û zimanekî wêjeyî girêdayî qonaxê be ev buyerên ku diqewimin bên belgekirin.
BÊ FIKIR RASTÎ NAYÊN VEGOTIN
Ehmed derbarê rêbazên perwerdeyê de got: Di aliyê teorî de dîroka çîrokê, şêwe û pêvajoya ku çîrok tê re derbasbûye, rêgez, taybetmendî, girîngî, pernsîbên nivîsandina îroyîn yên çîrokê û teknîka nivîsandina çîrokê hatin dayîn. Karê şagirtan li gorî dersên teorî û rêgezên nivîsandinê tê sererastkirin û her endamek dîrek kêmasiya xwe dibîne û derbas dike. Tişta ku di teoriyê de kêm maye, bi pratîkê re jî derbas dibe. Ango teorî û pratîk bi hev re dimeşin.
Ehmed da zanîn ku wê hemû berhemên şagiratan ên serkeftî di bin siya Yekîtiya Rewşenbîran de bê çapkirin. ta niha jî 5 çîrokên şagirtan ji bo çapê amade ne. Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê Usama Ehmed di dawiyê de got: Wêjeya bedew bê fikir nabe wêje. Dema ku pênûs bê fikir be nikare rastiyan vebêje û ne jî dibe wêje. Ji ber vê, perwerdeya me xwe dispêre gelek nîqaşên fikrî.
TEORÎ Û PRATÎK BI HEV RE YE
Rûken Fewzî Hisên mamosteya zimanê kurdî li Taxa Ehdas şagirtek vê perwerdê ye got: Ji bo ku ji pirsgirêkên civakî û buyerên diqewimin re bibim bersiva guncaw, ez tevlî vê perwerdeyê bûm. Rûken derbarê dersên perwerdê de jî got: Tişta baş ku teorî û pratîka me bi hev re dimeşin. Rûken hêvî dike ev keda wan bigihe armancê û bikaribe parçeyekî rastiyan vebêje.
JIYAN ÇÎROKEK HERIKBAR E
Necah Horo ku ew jî mamosteya zimanê Kurdî û şagirteke perwerdê ye ev tişt bi lêv kir: Ji xwe jiyana me çîrokeke herikbar e. Tevî ku ez hinek astengiyan dikişînim, lê hewl didim nola hevalên xwe di dema ji me re hatiye veqetandin de, xwe bi pêşxînim. Necah hêvî dike ku bikaribe kêliyên Berxwedana Serdemê bi çîrokên xwe bi dunyayê re parve bike.
EM NAHÊLIN SERDEST DÎROKÊ BINIVÎSE
Hemûdê Ebdo Endamê Meclîsa Efrînê ku tevlî perwerdeya nivîsandina çîrokê bûye, li ser tevlîbûna xwe got: Piştî 58 rojên berxwedaniya bê hempa a gelê Efrînê, pêwîst dikir ku kesên rewşenbîr vê qehremantiya Kurdan li Efrînê bi riyên cuda binivisînin. Em nehêlin mîna berê dagirker dîroka me tomar bikin. Lazime berxwedana Efrînê bi pênûsên zarokên Efrînê bê nivîsandin. Ebdo tekez dike ku armanc ew e, dengê Şoreşa Rojava li her derê cîhanê vede. Ebdo jî nola hemriyên xwe çîrokek bi navê Gustîlk û Welat ku çîroka berxwedaniya girûpek asayîşê li bereyeke şer li Efrînê vedibêje, nivîsandiye. Ebdo jî hêvî dike ku bi çîrokên xwe bi demê re bibin dengvedana rasteqîn a berxwedana gelê Efrînê.
Idrîs HENAN