Hevseroka TEV-DEM’ê Zelal Ceger diyar kir ku TEV-DEM’ê ji bo aşitiya civakî û demokrasiyê dixebite.
Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê di 27’ê Tebaxê de 3’yemîn kongreya xwe lidarxist. Di kongreyê de gelek biryar hatin girtin û TEV-DEM’ê xwe ji nûve birêxistin kir.
Hevseroka TEV-DEM’ê Zelal Ceger diyar kir ku TEV-DEM di pêvajoya destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya sala 2011’an de hat avakirin û wiha got, “Dema ku me Kongreya xwe ya yekemîn li dar dixist komên çeteyan xwe li her derê Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê bi cih dikirin û ji Helebê bigire heta her derê şerekî dijwar û berxwedanek hebû. Tişta herî esas ji bo me mijara rêxistinkirinê bû. Me li tevahiya Sûriyê xwe bi rêxistin kir.”
Zelal bal kişand ser pergala hevserokatiyê ya TEV-DEM’ê û wiha dewam kir: “Di beşa îdarî de mirovên ku karibûn alîkariya civaka xwe bikin cih girtin. Ji bo ku em civaka xwe birêxistin bikin em derbasî hemû malan bûn û me xwe bi rêxistin kirin. TEV-DEM ji aliyê birêxistinkirina komîn û meclîsan ve bû xwedî asteke baş. Xwe gihand hemû biçûk û mezinên civakê ji hemû beşan gel di nav TEV-DEM’ê de cihê xwe digirin. Bi dehan Akademiyên Civaka Demokratîk perwredeya xwe dibînin.”
Zelal Ceger di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku akademiyên wan li gor derfetên civakê ne û wiha got: “Em baş dizanin ku di hemû beşên civakê de Şoreşa Fikir û Raman divê pêk were. Ger ku em Şoreşa Fikir û Raman pêş nexin em ê nikaribin civaka xwe pêş bixin û Pergala Netewa Demokratîk ava bikin. Loma divê em di destpêkê de şoreşa fikir û raman pêk bînin.”
Zelal pêwendiyê Rêveberiya Xweser û TEV-DEM’ê wiha pênase kir: “TEV-DEM nûnerên xwe perwerde dike û dişîne Rêveberiya Xweser. Me xwest ku em di sala 2014’an de vê guhertinê çê bikin, şer hebû û derfetên me yê dayina biryarên bi vî rengî nebûn. Bi riya TEV-DEM’ê herkesî Rojavayê Kurdistanê û Şoreş nas kir.”
Sedemê guhertina pergala TEV-DEM’ê jî Zelal wiha anî ziman: “Di sala 2018’an de em gihiştin vê qenaetê ku êdî divê em di pergalê de guhertinê çê bikin. Me ji meclîs û komînan û heta desteyan me hemû radestî Xweseriya Demokratîk kir. Pêdivî heye ku bi riya MSD’ê beşê me yê siyasî were birêvebirin. Pêdivî heye ku beşên me yên civakî bi riya TEV-DEM’ê were meşandin. Wê TEV-DEM ji her aliyî ve bi careke din rola xwe bilîze.”
Hevseroka TEV-DEM’ê Zelal Ceger bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “TEV-DEM wê bi hişmendiya Netewa-Demokratîk civakê û ciwanan perwerde bike û beşdarî nava xebatan bikin. TEV-DEM parastina Netewa Demokratîk dike. Li hemberî feraseta kapîtalîzmê û netewperestiyê TEV-DEM wê pergala Netewa-Demokratîk biparêze. Hemû sazî di nav meclîsê de cihên xwe digirin. Koordînasyon ji mehê carekê xebata xwe dinirxîne û meclîs jî ji sê mehan carekê xebata xwe dinirxîne. TEV-DEM ji bo aştî û demokrasiyê dixebite.”…JINNEWS