Di 7 salên şer yê li Sûriyê de, komên çete, herêmên ku dagirkirin, rûxandin û wêran kirin. Mirov kuştin, êşkence kirin, gund, bajar, şûnwarên dîrokî hilweşandin. Niha bi heman rengî artêşa Tirk a dagirker û komên çete van kiryarên xwe li Efrînê didomînin.
Kantona Efrînê bi cih û şûnwarên dîrokî tê naskirin. Deverên Efrînê yên mîna kela Nebî Hûrî, Girê Eyindara û gundê Beradê ketine lîsteya UNESCO`yê.
Xwezaya Efrînê, ku bi bedewiya xwe cihekî tûrîstîk e û bala hemû cîhanê dikişand lê bi salan ev dever ji aliyê rejîma Baasê ve hatiye paşguhkirin.
Piştî Şoreşa 19`ê Tîrmehê, rêveberiya xweser dest bi xebatên parastina şûnwaran û cihên dîrokî kir, ji bo wê zagonên taybet saz kirin û rêveberiyeke taybet ava kir, ev rêveberî kar û barê parastina cihên dîrokî dikir, ên nû belge dikirin û yên xerabûyî jî restore dikirin. Di encama van xebatan de cihên dîrokî hatin parastin.
ARTÊŞA TIRK ŞÛNWAR BOMBEBARAN KIR
Yek ji cihên dîrokî yên girîng li Efrînê şûnwarên girê Eyindara ye. Li gorî gelek dîroknas û arkeologan dîroka wan digihîje serdema Hîtît û Hûriyan. Di pêvajoya şerê Efrînê de ev dever bû armanca bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirk. Di roja sêyemîn a êrîşan de, ango roja 23`yê Çileya 2018`an ev gir bi awayekî rasterast hate bombebarankirin.
Êrîşên li dijî şaristaniya Efrînê bi Eyndara sînordar nema, di hefteya sêyemîn a êrîşan de li devera kelha Nebî Hûrî şûnwarên ji dema Romayiyan hatin topbarankirin.
Ji deverên din ên di bin topbaranê de mane, devera Elbiskê ya dîrokî ku li navçeya Raco ye, li deverê tabloyên ji hezar salan berî zayînê hatine çêkirin, hene. Her wiha girên dîrokî yên Cindirêsê hatin topbarankirin, li gundê Beradê yê Şêrawa jî deverên dîrokî roja 22`yê Adarê hatin bombebaran kirin.
Bombebarana artêşa Tirk û çeteyên wê gelek avahiyên dîrokî jî rûxandin, ji wan dêra Colyanos û di dêrê de jî tirba Mar Maron e. Ev dêr ji kevntirîn dêrên cîhanê ye, di dawiya sedsala 4`mîn de hatiye avakirin, her wih li wê deverê gelek dêrên Bîzansî, cihên olî, serşok, mal, goristan û kargehên zeytûnan ên dîrokî hene.
Ji bilî hilweşandin û wêrankirinê, çeteyan dest bi diziya şûwaran kir, ji Tirkiyê alavên lêgerînê yên nû anîn, li wan deveran lêgerînê dikin û didizin.
Piştî dagirkirina Efrînê, komên çete bi alîkariya artêşa Tirk dest bi diziya şûnwaran kir, piraniya deverên dîrokî wek cihên qedexe hatin destnîşankirin û nahêlin sivîl û welatiyên Efrînê yên xwecih nêzî wan deveran bibin.
Li devera Nebî Hûrî kampên lêgerîna şûnwaran hatine avakirin, lêgerîn û kolandin bi alavên nûjen tên kirin.
Çavkaniyên herêmî da zanîn ku komên çete şûnwarên gundê Beradê talan kirine û tirba Mar Maron û dêra Colyanos jî kolane. Her wiha şûnwarên Dêra Mişmişê yên nêzî gundê Beradê yê navçeya Şêrawa bi zanebûn hatine rûxandin. Her wiha girê Cindrêsê yê dîrokî û devera Kefer Nebo û Kobalê, gundê Kitix ê Mabata jî bi awayekî bê serûber hatiye kolan. Dîsa şûnwarên devera Xirabê Zera ya li gundê Tirmîşa li navçeya Şiyê bi tevahî hatine talankirin.
Di nava binpêkirinên ku aliyê têkildar belge kirine de, artêşa Tirk gudên Qerequlaq û Kefer Romê kirine herêmên leşkerî û li wir kolanê dikin û şûnwar û entîkeyên zêr derdixin. Gelek çavkaniyên herêmî da zanîn ku ji van deverên hatine kolandin gelek entîke, tiştên zêrîn û qafik derketine.
Bi qasî agahiyên ku rêveberiya şûnwaran a Efrînê ji rêxistina neteweyên yekbûyî ya perwerde û zanist û çandê UNESCO`yê girtine, beriya êrîşên li dijî Efrînê, UNESCO`yê koordînatên (nexşeya ku cihên dîrokî nîşan dide), radestî Tirkiyê kirine, lê artêşa Tirk zagon û pîvanên navneteweyî yên girêdayî parastina şûnwaran, ku mîrateya tevahî mirovahiyê ne, binpê kirine.
Ji bilî deverên dîrokî û şûnwaran, gorên pîroz yên herêmê jî hatin hilweşandin, ji wan gora Şêx Henan û gora Qerecirnê û gelek Tirbên li cihên cuda ên kantonê jî hatin hilweşandin…ANHA