Thursday, June 12, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

30 cenaze ji goreke komî hatin derxistin

29/08/2018
in Uncategorized
A A
30 cenaze ji goreke komî hatin derxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Tîmên Destwerdanên Destpêkê ji Mizgefta Kevn a bajarê Reqayê 30 cenaze derxistin.

Çeteyên DAIŞ`ê piştî ku bajarê Reqayê dagirkirin komkujî pêk anîn û ji bo ku komkujiyên wan neyên zanîn cenaze di gorên komî de vedişartin.

Tîma Destwerdanên Destpêkê 30 cenaze li Mizgefta Kevn derxistin. Ev cenaze piştî ku ji aliyê bijîşkan de werin naskirin, wê navên wan werin nivîsandin û radestî malbatên wan werin kirin.

Ji destpêka ku bajarê Reqayê ji çeteyan hate rizgarkirin heta niha nêzî 2 hezar û 50 cenaze ji gorên komî hatine derxistin. Hinek ji cenazeyên ku hatin rakirin ji aliyê malbatên wan ve hatin naskirin û hinek ji wan jî heta niha nehatine naskirin û di goristana Til El-Bîa de têne veşartin.

Yek ji rêvberên Tîma Destwerdanên Destpêkê Yasir El-Hisên anî ziman ku wan li ser banga şêniyan cenaze ji Mizgefta Kevn rakirin û wan radestî malbatên wan dikin. El-Hisên diyar kir ku hemû cenazeyên ji mizgeftê hatin derxistin ji aliyê malbatên wan ve hatin naskirin û heger malbatên wan ne amade bin ew cenazeyan dernaxin.

Yek ji şêniyên bajarê Reqayê Faris Mihemed diyar kir ku dema çeteyên DAIŞ`ê derbasî bajêr bûn û tîma 17`an dorpêç kirin û ji ber ku wan nikarîbû xwe bighînin goristana Til El-Bîa ji ber wê wan cenazeyê birayê xwe di mizgeftê de defin kir.

Mihemed di axaftina xwe de desntîşan kir ku wan alîkarî ji Tîma Destwerdanên Destpêk xwestin da ku cenazeyê birayê wî ji mizgeftê derxînin û li goristana Til El-Bîa defin bikin.

Hêjayî gotinê ye ku çeteyên DAIŞ`ê li bajarê Reqayê komkujî pêk anîn û ew di gorên komî de defin kirin da ku komkujiyên xwe veşêrin.

Post Views: 41
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
CIVAK Û JIYAN

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 
CIVAK Û JIYAN

Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 

11/06/2025
Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov
JIN

Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov

11/06/2025
RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E
HAJMARA PDF

RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E

11/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.