Thursday, June 12, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zarokên Cizîrê amadekariya mîhrîcanê dikin

29/08/2018
in Uncategorized
A A
Zarokên Cizîrê amadekariya  mîhrîcanê dikin
Share on FacebookShare on Twitter

Komên dîlanên folklorîk, stran û şanoya zarokan ên herêma Cizîrê xebatên xwe yên amadekariyê dikin da ku beşdarî  Mîhrîcana 4`mîn a Hunera Zarokan bibin.

Bi sponsoriya Desteya Çand û Hunerê Mîhrîcana 4`mîn a Zarokan li ser asta herêma Cizîrê wê di 1`ê Îlonê de were lidarxistin. Ji ber vê yekê komên zarokan li navendên çand û hunerê yên herêma Cizîrê amadekariyan dikin da ku tev li mîhrîcanê bibin.

Mîhrîcan wê di 1`ê Îlonê de dest pê bike û 9 rojan wê dewam bike. 6 rojên destpêkê wê li navenda Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan a girêdayî kantona Qamişlo werin lidarxistin û 3 rojên din wê li Navenda Çand û Hunerê ya Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê dewam bike.

DIRBÊSIYÊ

Koma Arîn Mîrkan a dîlanan a navçeya Dirbesiyê ji 12 keçên ciwan pêk tê. Koma Viyan Peyman a stranan ji 23 zarokan pêk tê û koma şanoyê ji 15 zarokan pêk tê, kom amadekariyên xwe dikin da ku tev li mîhrîcanê bibin.

Rêveberên navendên çand û hunerê destnîşan kirin ku dema zarokan bihîst mîhrîcan wê were lidarxistin moralê wan pir xurt bû û endamên navendê yekser dest bi amadekariyên pêwîst ji bo tev li mîhrîcanê bibin, kirin.

AMÛDÊ

Li navçeya Amûdê Navenda Çand û Hunerê ya Hûrî wê bi 3 koman tev li mîhrîcanê bibe. Her komek ji 11 zarokan pêk tê. Ji ber vê yekê Navenda Hûrî perwerdeyên xwe di vî alî de zêde kiriye.

Yek ji rêveberên Komîteya Çand û Hunerê ya navçeya Amûdê da zanîn ku ew  wek navçe wê bi 3 koman tev li 4`mîn Mîhrîcana Zarokan bibin û ji ber wê niha perwerdeyên xwe zêde kirine…ANHA

Post Views: 43
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
CIVAK Û JIYAN

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 
CIVAK Û JIYAN

Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 

11/06/2025
Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov
JIN

Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov

11/06/2025
RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E
HAJMARA PDF

RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E

11/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.