Endama Komeleya Êzîdiyan li Efrînê Leyla Şemo got: “Bomberbarana Tirkiyê li ser Şengalê berdewama Komkujiya çeteyên DAIŞ ye.”
Dewleta Tirk roja 15’ê Tebaxê ya di salvegera komkujiya gundê Koço yê Şengalê de bi êrîşeke sûîqastê Endamê Koordînsayona Civaka Êzidî Zekî Şengalî şehîd xist.
Endama Komeleya Êzidiyan a Efrînê Leyla Şemo diyar kir ku ev êrîş berdewama komkujiyên DAIŞ’ê yên li dijî Şengalê ye.
Leyle Şemo wiha got: “Mam Zekî bi Mamê Şengalê dihat nasîn. Xwedî kesayetekî bi bandor bû. ji ber di tîfaqa Êzîdxanê de rolek mezin lîst. Her wiha di avakirina xweseriya Şengalê de jî xwedî roleke pêşeng bû.”
Leyla wiha dewam kir: “Êrîşa li dijî Mam Zekî Şengalî bi zanebûn di roja komkujiya Koço de pêk hat. Xwestin bi vê êrîşê peyama tunekirina gelê Êzidî û hemû Kurdan bidin. Dewletên dagirker her tim dixwazin statuya Kurdan têk bibin. Ji ber vê ewqas êriş dikin. Xuyaye jî ku hîn wê plangeriyên xwe dewam bikin.”
Endama komeleya Êzîdîyan Leyla Şemo di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî civata Êzîdiyan li derve û hûndirê welêt kir ku xwe ji her demê bêtir birêxistin bikin da ku careke din komkujî dubere nebin.
Şîlan XOCE