Remezan Olçen
Vaye dîsa 27’ê Mijdarê hat. Bi hatina 27’ê Mijdarê re kelecana gelê Kurd zêde dibe. Ji bo kurdan gelek wateyên kûr ên vê rojê hene. Heke mirov hewl bide bê ka ev roj ji bo kurdan pênaseyê wê çiye?, bibêje; ew ê mirov nikaribe ji bin vî barî rabe. Ev roj ev roj e ku gelê kurd weke Cejna Vejînê bi nav dike û pîroz dike.
Di sala 1978’an li gundekî Bakurê Kurdistanê yê bi navê Fîsê PKK’ê bi fermî hat damezrandin. Ji wê demê heta îro ev 46 sal in di oxira doza azadiyê de şer dike. PKK’ê di nava 46 salan de gelekî ku weke kole jî nedihat dîtin, hebûna wî dihat înkarkirin, ji nû ve afirand, bi raman kir, bawerî dayê û ev gel ku di mejiyê hemû cîhanê de wek ku nîne lê dihat mêzekirin, îro ro bi saya PKK’ê bû perestgiha hêviya xelasiya ji bindestiyê. Lê divê neyê jibîrkirin ku ev têkoşîn ev rêwîtî bi wê civîna koma Apoyî ya li bendava Çubukê beriya 51 salan di Newrozekê de hîmê wê dihat danîn. Ev hîm li ser wê bingeha berxwedana gelê Kurd dihat danîn ku li hemberî neheqiya lê hatî kirin bi dehê caran serî rakiribû.
Di mercên herî dijwar de ev tevger hat damezrandin û heke ne kêm be ne zêde ye ku mirov bibêje êdî PKK’ê bûye tevgereke cîhanî. Jixwe ji ber vê yekê ye ku hêzên cîhanî dixwazin bandora PKK’ê ya li ser civakên xwe kêm bikin. PKK’ê ew ruh e ku bi felsefeya xwe li rojavayê welat şoreşeke jinê ya cîhanî bi pêş xist. Di eniyên şerê li dijî DAIŞ’a hov de xwîna ciwanên kurd, ereb, ermen, tirk, îngilîz, qanadayî, fransî, alman, amerîkî û ji gelek netewên din ji bo yek armancî rijiya. Li Rojhilat bû dirûşma Jin Jiyan Azadî li dijî kevneperestiya tarî.
Dewletên cîhanê ji ber vê xisleta PKK’ê, bîr û baweriya PKK’ê hewl didin li her devera cîhanê jê re cîhanê teng bikin. Ji bo ku PKK nemîne bloka NATO’yê heta bi Rûsya û hêzên herêmî destek, alîkarî, çek, îstîxbaratê didin dewleta Tirk a dagirker, mêtinger û qirker. Lê ev hêzên mezin ên cîhanî çi jî dikin nikarin PKK’ê tine bikin, berûvajî wê PKK’ê her diçe mezin dibe, bandorê li gelên Rojhilata Navîn û cîhanê giş dike. Bandorê li jin û ciwanên ku di xewna şevan de jî hev nedîtina û bi zimanê hev nizanin dike. Wan di ref ê sefekê de dide kêleka hev û ji bo azadiyê dide şerkirin.
Êdî kes nikare înkar bike; PKK’ê bandorê li ser xelkên cîhanê dike. Çi dewletên mezin ên hegemon çi jî netew dewletên ku Kurdistan di nav wan de hatiye dabeşkirin hêviyekê nadin gelan. Lê Şoreşa Rojava ku bi raman û felsefeya Rêber Apo pêş ket, li ser bingeha rêxistinî û têkoşîna PKK’ê îro desthilatên cîhanê vedixwîne meydanê. Wisa lê bifikirin ku di dadgeha herî bilind a Ewropayê de ango li Dîwana Edaletê biryarek derdikeve. Dîwana navborî dibêje bi van argumentên dewleta Tirk û dewletên ewrûpî nabe ku PKK’ê di lîsteya terorê de bimîne. Dadgeh diyar dike ku dewleta tirk li dijî kurdan şer dike û PKKMê jî aliyê din ê şer e ku li ber xwe dide.
Helbet eniya demokrasiyê ya enternasyonal a ku PKK’ê ew ava kir çiqas mezin bibe wê tirsa wan dewletan jî li dijî PKK’ê û Rêbertiya wê mezin bibe. Dibe ku êrişên xwe, dek û dolabên xwe, komployên xwe mezin bikin. Ma ne îro bi cure û rengên cihê dixwazin Komploya Navneteweyî bidomînin, li Îmraliyê pergala qirkirina gelekî avakirine di şexsê Rêber Apo de. Ev 26 sal e ev pergal bûye laboratuara hemû siyasetên qirker. Lê bi saya berxwedana Rêebr Apo ev laboratuar nikare serî bi têkoşîna gelekî ku azadiyê ji xwe re kiriye armanc rawestîne. Ev têkoşîna PKK’ê her ku diçe mezin dibe. Çima? Ji ber ku “PKKMê gel e, gel li vir e.”