Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Astengdarî nabe pirsgirêk li hember pêkanîna xeyalan’

20/04/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Astengdarî nabe pirsgirêk li hember pêkanîna xeyalan’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Nadiya Ebdulhelîm Bozo di riya beşdarbûna di Festîvala Wêje û Hunera Jin de xwest ku dengê hemû astengdaran bighîne civakê da ku piştgirî di hemû warên jiyanê de ji wan re bê pêşkêş kirin.

Her sal (Festîvala Wêje û Hunera Jin) tê li dar xistin, bi armanca piştgiriya jinê û pêşkêşkirina kar û xebatên hunerê û karên destan, di festîvalê de hemû jinên helbestvan, rewşenbîr û hunermed herwiha jinên astengdar jî biryar dan ku ew jî bibin beşek ji vê festîvalê û xebatên xwe yên destan pêşkêş bikin.

Astengî nebû pirsgirêk li pêşiya jêhatiya wê

Nadiya Ebdulhelîm Bozo ji bajarê Amûdê ye astengiya wê nebû pirsgirêk li pêşiya berdewamkirina jiyanê, bi çêkirina karên destan xwest tevlî festîvalê bibe. Nadiya ji biçûkaniya xwe ve ji karê destan hez dikir û jêhatiya xwe ji wê demê ve pêş dixist, ji xwe Nadiya jineke xwendevan û kedkare li gel karê xwe xwest pîşeyeke wê hebe.

Drbarê mijarê Nadiya Ebdulhelîm ji rojnameya me re axivî û wiha got: “Weke jineke astengdar min xwest ez karibim hebûna xwe di civakê de îsbat bikim.”

Nadiya Ebdulhelîm Bozo yek ji xeyalên wê jî ku karibe xebata dirûtinê bike û ji gelek jêhatiyên din hez dike weke çandina daran, şitilgeheke wê jî di nava malê de heye û dixwaze di pêşerojê de şitilgeheke mezintir ava bike; Nadiya wiha dibêje: “Pêwistiya min bi piştgiriya madî û menewî heye.”

Nadiya Ebdulhelîm Bozo wiha domand: “Dema ji min hate xwestin ez tevlî festîvalê bibim, min xwest tevî astengdariya xwe, xwe îsbat bikim û bi hevalên xwe re beşdar bibim. Ez di nava grûpa Projeyên Biçûk de kar dikim, em dixwazin di riya vê festîvalê de dengê me bighêje hemû kesan ku piştgiriyê bidin kesên astengdar di hemû waran de di nav de aliyê çandî, pîşeyî û xwendinê.”

‘Astengdar jî karin tiştan biafirînin’

Derbarê tevlîbûna astengdaran di festîvalê de ji komeleya Sifera ya Astengdaran Zerha Sebrî El-Yûsif ji rojnameya me re wiha anî ziman: “Me xwest em piştrast bikin ku kesên astengdar jî karin roleke xwe di beşdarbûna qadên jiyanî û nava kar û xebatan de bilîzin, ji ber ku di civakê de 35% cih digrin. Di gelek dever û qadên jiyanê de astengdar tên paşguhkirin, lê ji mafê wan e ku ew jî xebatan bidin meşandin. Festîvala Wêje û Hunera Jin bû derfetek ku em xwe îsbat bikin û mafê xwe bibin, em jî karin xwe bispêrin xwe û tiştên cur bi cûr biafirînin. Ji xwe me karê destan di festîvalê de pêşkêş kirin, çêkirina Sicadeyan di hundirê wê de pembo.”

Ji hêla xwe ve rêveberiya rêxistina Nûdem ya astengdaran Davyan Mehmûd ji rojnameya me re diyar kir ku rêxistina Nûdem jî xwest tevlî festîvalê bibe bi pêşkêşkirina dar û gulên ku astengdar bi destên xwe diçînin, da ku jiyanekê bide festîvalê û wiha anî ziman: “Ji bilî pêşkêşkirina dar û gulan, zarokek astengdar bi navê Sema ku dikanekê wê ya xweşikbûnê heye, xwest şîraniyê çêbike û di festîvalê de pêşkêşî mêvanan bike.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.