Ayşa Silêman/ Dêrik
Gundiyê bi navê Şeref Tahir diyar kir ku di dema berê de li gundê Elî Gamêş jiyana komînal hebû, lê bi demê re ev yek roj bi roj winda bû.
Gundê Elî Gamêş yek ji gundên ku dikeve Rojavayê Kurdistanê û girêdayî Bajarê Dêrikê ye. Bi kedîkirina sewalan û malên xwe yên kevnar tê naskirin. Di dema berê de nêzî 100 mal di gund de hebû, lê ji ber kêmbûna derfetên kar gelek malan ji gund bar kirin, niha jî nêzî 50 malî di gund de maye.
Di derbarê jiyana gundê Elî Gamêş û dîroka wî de niştecihê gund yê bi navê Şeref Tahir ji Rojnameya me re axivî.
Rewşa xelkên gund di demên berê de
Şeref Tahir da zanîn ku bapîrê wî Şeref û Hesenê Kalo ew kesên yekemin ku berê xwe dane vî gundî û têde bi cih bûne û wiha got:” Elî Gamêşa mezin û ya biçûk her du girêdayî hevin, xelkê her du gundan jî pismamên hevin tu kesê biyanî di nav me de bi cih nebûye. Dibe ku navê gund vedgere kesekî bi navê Elî ku di dema berê de gamêşên wî hebûn, lê wek nav û dîrokeke tekez ji gund re nîne. Ji ber ku dema bapîrê min li vir bi cih bûn ev gund hebû, lê tu kes têde jiyan nedikir. Di dema berê de di nav gundiyan de jiyana komînal hebû û her kesî destek dida hev, lê bi demê re ev yek winda bû û her kes bi xwe û jiyana xwe ve mijûl dibe. Her wiha di dema berê de me gelek kar bi destan dikir, jinên gund di serê sibehê zû ji xew şiyar dibûn da ku dew li meşkê bixin û berheman derxin. Di heman demê de ji şîrê sewalan mast, penîr, Lorik, lebnê û rûnê erebî çêdikirin. Dema mirov ev berhem dixwarin bi hêz dibûn. Zilamên gund yên ku sewalên wan hebû berê xwe didan bênderan û yên ku zeviyên wan hebû diçûn nav zeviyên xwe bi mehan kar bi destan dikirin. Tevî ku zehmetyên wê demê zêdetir bûn û mirov zêde ked dida, lê çêja jiyanê bêtir hebû.”
Gundiyê bi navê Şeref Tahir axaftinên xwe bidawî kir û wiha got:” Gundiyan jiyana xwe bi kedîkirina sewalan derbas dikir û hemû berhemên wan ji malê bû. Lê ji ber van salên ziwahiyê û kêm derfetbûna kar, gelek xelkê gund bar kirin. Hêviya me ew e ku Rêvebriya Xweser çareseriyekî ji me re bibîne da ku em tov ji bo sala bê bikirin, ji ber ku îsal ziwahî bû û me tiştek bi dest nexist.”