Lîloz Hisên/Qamişlo
Hevserokê Beşa Hilbirîna Şînatiyan a komîteya çandinî û sewaldariyê li kantona Cizîrê Mutez Ehmed diyar kir ku çandinî aboriya herêmê ava dike û got; Kêmbarîna baranê bandoreke mezin li hemû warên jiyanê dike.
Weke her civakek ku aboriya xwe ji çandiniyê ava dike, li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî piraniya gel bi çandiniyê mijûl dibin. Kêmbarîna barana îsal bandoreke neyinî wê li ser jiyana civakê bike, hişkesalî çêdibe û xizanî zêde dibe, cihê çîra sewalan û êmê wan namîne. Herwiha di salên hişkesalî de buhayên madeyaên xwarinê zêde dibe û nan kêm dibe. Bi taybet hişkesalî banoreke mezin li ser cotkaran û zirareke mezin dighîne wan.
Derbarê rewşa çandiniyê li herêmê Hevserokê Beşa Hilbirîna Şînatiyan a komîteya çandinî û sewaldariyê li kantona Cizîrê Mutez Ehmed ji rojnameya me re nirxandin kir.
Mutez Ehmed di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Ji her kesî re xuyaye çandiniya îsal zûha ye, barana ku hate barîn jî têrê nedikir ku zevî bighêjin asta ku berhem û hilbirînê bidin. Li hin deveran rêjeya barîna baranê li gorî ya salan e ne ji sedî 20 bû. Li kantona Cizîrê heta ku çandinî baş be pêwîstî bi 400 ml ji baranê heye, bi taybet genim weke zeviyeke bingehîn rêjeyeke herî mezin di kantona Cizîrê de tê çandin ku pêwistiya wê jî bi zêdetirî 400 ml ji baran heye, lê kêmbarîna baranê nehişt bighêje wê astê. Piraniya zeviyên herêmê xwedispêrin baranê, sala ku baran neyê ew erd nema zêde çandin lê tê kirin, ji ber vê yekê zêdetir em li ser avdanê disekinin, avdan jî piraniya wê ji bîr û kaniyan ne ew jî bihayeke zêde ye li ser cotkaran.”
‘Ji bo rewşa hişkesaliyê tedbîr hatin girtin’
Mutez Ehmed wiha domand: “Weke Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser hin biryar hate dayîn ji bo rewşa hişkesaliyê weke: Du caran destûrdan hate vekirin piştî sersalê, 31’ê meha 12’an ya 2024`an hate bidwî kirin, lê dem hate dirêj kirin ji bo cotkarên ku ji nû ve bîrên xwe bikar bînin destûrdana xwe çêbikin û mazotê bidest bixin ji ber ku piranî xwedispêrin mazot û jenertoran ji bo ku zevî bên avdan.”
Mutez Ehmed wiha lê zêde kir: “Di dawiya meha Sibatê de jî careke din destûrdan hate vekirin ji bo cotkarên ku dereng mane xwe qeyd bikin heta 10’ê meha Adarê destûrdan vekirî bû. Li pey wê jî destûrdana bîran, ji ber ku kêmbarîna baranê hişt ku hewcdariya mazotê zêde bibe, belavkirina mazotê jî di riya rêveberiya sotemeniyê dihat kirin herwiha desteya çandiniyê, komîteyên çandiniyê û îrşadiyatên bajaran derdikevin ji bo pîvandina erd û li gorî wê mazot bê belavkirin di heman demê de jî semad tê belav kirin li gorî pilanameya salane. Sala ku baran kêm be berhem kêm derdikeve, di encamê de lêçûna cotkar giran dibe.”
Nexweşiyên şînatiyan
Mutez Şêxmûs Ehmed destnîşan kir ku heta niha tu nexweşî weke pandamî di nava zeviyan de derneketiye.
Nexweşiya ku her sal çêdibe jê re dibêjin (Sûna), sala ku derdikeve rêveberî dixe ser milê xwe ji bo peydakirina derman û belavkirina zeviyan di riya mireşhat Eliktronê, komîte û îrşadatên çandinî, di xeta sînor de pir derdikeve, hinek kêzikên din derdikevin weke (Minik û Tirbis).
Hêjayî gotinê ye ku di mehaAdarê de ji ber daketina pileya germahiyê bin sifir, zirar gihand pêvajoya mezinbûna genim herwiha gihaşt zeviyên avî û yên bejî bi giştî ji îstîsmarê derketin e.
Gazin
Mutez Şêxmûs Ehmed axaftina xwe domand: “Ji bo pirsgirêka mazotê gazinên cotkaran heye, li gorî peydakirinê jî em belav dikin. Zêdêtir em piştgiriyê didin zeviyên genim ji ber ya bingehîne di herêmê de ji bo çêkirina nan de.”
Mutez Şêxmûs Ehmed tekez kir ku bandora kêmbarîna barana vê salê bi giştî li çandinî, rewşa civakê ya jiyanî û sewaldariyê kir û wiha qedand: “Di encamê de şînatî jî kêm dibe ji bo nêçîra sewalan, bandoreke pir mezin li aboriya herêmê dike, ji ber ku çandinî aboriya herêmê ava dike û piraniya milet jî bi çandiniyê mijûl dibin.”