Ronaz Silêman/Qamişlo
Endamê Ciwanên Şoreşger Doxan Botan diyar kir ku bi Şerê Gel ê Şoreşgerî parastina hebûn, bidestxistina azadî û rawestandina qirkirinê pêkan e û got, “Rêber Apo istratîjiya şerê gelê şoreşgerî wekî rêya azadiya gelê kurd û azadiya Kurdistanê da nîşandan.”
Ji bo her hebûneke zindî û madî xweparastin pêwîst e. Herwiha civaka Kurd hebûneke zindî û madî ye, ji bo vê civakê jî parastina hebûna xwe pêwîste. Mafê ewlekarî û parastinê ji tu kesî re nayê dayîn, çawa ku her zindiyek parastina xwe bi xwe dike, divê hemû beşên civakî jî parastina xwe bikin. Li benda hêzeke derve ku were û wê biparêze, tê wateya mirinê. Lewazbûn, bêrêxistin û bê têkoşîn hiştin, tê wateya teslîmbûna wê civakê û qebûlkirina wê ji koletiyê re. Li cihê ku xweparastin tune be koletî dest pê dike. Şerên ku 5 hezar sal in li hemberî civakê tê meşandin, weke şerê êrîş, komkujî, îstîsmar û mêtingeriyê ye. Li hemberî van şeran, ji bona ku civak xwe biparêze, hebûna xwe ewle bike û azadiya xwe misoger bike, divê parastina xwe bike. Ji ber vê yekê Şerên Gel ê Şoreşgerî yên li ser bingeha xweparastinê ya hemû mirovahiyê girîng e. Ji ber ku pergala modernîteya kapîtalîst hemû mirovahiyê kiriye kole, civakan tune û qir dike.
Rêber Apo wiha dibêje:
Divê civak xwe bighîne asta rastiya gel a şer dike. Divê karaktera rastiya gel a şerker were bidestxistin. Şerê li Kurdistanê ne tenê şer e, şerê hebûn û azadiyê ye. Di vê karakterê de şerek heye, bi girtina di nava lepên qirkirinê de hewl tê dayîn ku Kurd bi şerê qirkirinê bi tevahî bên tinekirin. Kurd ji bo parastin û domandina hebûna xwe divê di vî şerê hebûn û azadiyê de bi ser bikeve. Ger nikaribin vê bikin, wê nikaribin ji tunbûyîna tam rizgar bibin.
Derbarê Şerê Gel ê Şoreşgerî û Parastina Cewherî de, endamê Ciwanên Şoreşger Doxan Botan ji rojnameya me re axivî.
Doxan Botan diyar kir ku istratîjiya şerê gelê şoreşgerî bi parastinê pêk tê û wiha got: “Destpêkê mirov dikare istratîjiya Şerê Gelê Şoreşgerî wekî istratîjiya jiyan û parastinê pênase bike. Bi giştî di xweza, gerdûnê û gewdeyê mirov de, her tiştekî ku zindî ye û dixwaze jiyanê jiyan bike, pêwîstiya xwe bi parastinê heye, sîstema gerdûnê bi giştî jî, bi vî şêwazî hatiye berdewamkirin. Mînak gul bi istiryên xwe parastina xwe dike, di heman demê de lawir, xweza û mirov jî bi şêwazên cûda xwe diparêzin, da ku jiyan bikin. Her zindiyekî ku dixwaze wateya rast ya jiyanê bi hebûn û îrade xwe jiyan bike, pêwîstiya xwe bi parastinê heye, ji bo wê jî wekî destpêk istratîjiya Şerê Gelê Şoreşgerî, istratîjiya jiyan û parastinê ye. Eger parastin tunebe, jiyana tu zindiyekî ne gengaze, ji ber parastin ji bo jiyankirinê mecbûriyeteke.”
‘Ji bo jiyankirinê sîstema xweparastinê gerek e’
Doxan Botan da zanîn ku erşê desthilatdarî û dagirkeriyê li ser keda civakê pêk hatiye û wiha got: “Di roja îro de êrişê desthilatdariyê, modernîteya kapîtalîst û êrişên hikumkirina civakan, bi şideta desthilatdariyê tê kirin, bi vî şêwazî hemû kesên desthilatdar xwe li ser civakê feriz kirin û civak kirin xizmetkarên xwe, herwiha li ser keda civakê jiyan dikin. Şideta desthilatdariyê bikaranîna hêza ciwan û jin hatiye ferzkirin û wiha erşê desthilatdariyê û dagirkeriyê li ser civakê pêk hatiye. Di çarçoveya şideta desthilatdarî, tiştê ku mirov dike xefletê, ew e ku mirov dihizire karê jiyan bike bê ku xwe biparêze, lê binêrin her desthilatdarekî ku tê ser erşê demekî, pêvajoyekî berdewam dike, mirovan dixe bin desthilatdariya xwe, lê ya heq mirovê berpirsyartiya xweparastinê neke, dikeve xizmeta desthilatdaran. Îro ez nikarim bêjim ez ê jiyan bikin û bile cîranên min parastina min bike, eger ez dixwazim jiyan bikim ez ê parastina xwe pêk bînim û sîstema xwe ya parastinê ava bikim.”
‘Bê parastin jiyaneke azad û hebûneke birûmet ne gengaze’
Doxan Botan da xuyakirin ku heger mirovek bixwaze azadîxwaz jiyan bike neçare xwe biparêze û wiha got: “Pêwîstiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi parastinê heye. Di heman demê de pêwîste ku li gorî êrişên ku têne kirin, tektîkê xwe yê parastinê pêş bixîne. Erdogan êrişî mirovên azadîxwaz ku li pey îradeya xwe dikevin dike, êrişî îradeya azad a gelê kurd dike, ji bo wê jî yê ku xwe li beramberî vê yekê biparêze civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Herwiha ji bo sîstema parastinê li beramberî hemû cûreyên êrişan pêk were, pêwîstî bi rêxistinkirina şerê Gel ê Şoreşgerî heye. Bê parastin jiyaneke azad û hebûneke birûmet ne gengaze. Mîna ku Rêber Apo jî dibêje; ‘Heqîqet Eşqe, Eşq Jî Jiyana Azad e’. Di heman demê de şehîd Kemal Pîr dibêje; Ewqas ez ji jiyanê hez dikim ku di oxira wê de, ez dixwazim canê xwe bidim û tenê ji bo ku jiyaneke bi rûmet jiyan bikim.”
‘Şerê gelê şoreşgerî çareseriya serbixwe ya gelan e’
Doxan Botan di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku Rêber Apo şerê gelê şoreşgerî wekî rêya azadiya Kurdistanê da nîşandan û wiha got: “Îro di cîhanê de şerê desthilatdariyê dimeşe, bi wê hebûn û azadiya mirovahiyê tune û dagir dibe û her ku diçe kesên desthilatdar rêbaz û êrişên xwe yên qirker li ser civakê zêde kirine. Li beramberî wê jî, her tim civakê li ber xwe daye. Herwiha îro jî, Rêber Apo istratîjiya şerê gelê şoreşgerî wekî rêya azadiya gelê kurd û azadiya Kurdistanê da nîşandan. Di heman demê de li Kurdistanê bi pêşxistina ramanê Rêber Apo piştî sala 2010’an de şerê gelê şoreşgerî ji bo Tevgera Azadiyê û têkoşîna gerîla pêşinyar kir, ew jî rêya azadî û çareseriya serbixwe ya gelan e.
Gelek şêwazên berxwedaniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbûn, mînaka herî bingehîn a ku mirov dikare bi şerê gelê şoreşgerî pênase bike, şerê Şêxmeqsud û Eşrefiyê ye, rêxistinbûna gel, zarok, rol û misyona dayikan û hevgirtina civakê li hemberî hemû zor û zehmetiyan, di heman demê de di bin êrişên tang û topan de, jiyana xwe berdewamkirin, di cihê xwe de mayîn. Ev pênasa şerê gel ê şoreşgerî ye ku tu dibêje dagirkeran ezê li ber xwe bidim û îradeya xwe teslîm te nakim û ez ê şer bikim heta azadiya xwe misoger bikim.”
‘Şerê gelê şoreşgerî li ser 4 lingan birêxistin dibe’
Doxan Botan axaftina xwe wiha qedand: “Şerê gel ê şoreşgerî xwe li ser 4 lingên bingehîn rêxistin dike, hêzên taybet an hêzên pispor, parastina cewherî, gel û hevpeymanên istratîjîk. Hêzên taybet Gerîla ne, stûna bingehîn ê ku şerê gel ê şoreşgerî ava dike û pêşengtiya wê dike. Parastina cewherî jî hemû rêxistinên me yên ku têne meşandin. Ya sêyemîn di têkoşîna azadiya Kurdistanê de, lingekî xwe yê bingehîn ku civak, hêza pispor û parastina cewherî bikarin pê nefes bigirin gel e, ji ber dewleta Tirk û hemû kesên desthilatdar dixwazin gelê kurd bikin qurbanên xwe, ji bo wê pêwîste gelê me di wê zanînê debe, heger îro em dixwazin jiyaneke azad jiyan bikin, em ê di oxira wê de, di rastiya şer de jiyan bikin, da ku em bikaribin hebûna jiyana xwe berdewam bikin. Li gorî vê yekê pêwîste gel di rastiya gelê şerker de, xwe zane bike. Ya çaremîn jî hevpeymanên istratîjîk ku hevpeymanên têkoşînê yên tevgerên azadîxwaz bi dewletan re tektîkîne ji bo hinek pêwîstî û rewşan, lê hevpeymanên Tevgera Azadiyê bi gelan re istratîjîk e. Ê ku di şerê gel ê şoreşgerî de hêza inerjî, guhertin û veguhertinê ye, jin û ciwan in. Jin û ciwan pêşengê şerê gelê şoreşgerî ne, lewra girînge ku ew xwe di şerê gelê şoreşgerî de kûr bikin û erêkên ku dikevin ser milê wan pêkbînin.”