Birûc Resûl/Qamişlo
Dîroka ku pênc hezar sal bi destên mêr-dewletê hatiye nivîsandin, di her demê de dijberiya jin, zarok û xwezayê dike. Li hemberî hişmendiya mêr-deweletê jin bênavber têkoşîna ji bo azadiya zayendan û xwezayê didomînin û têkoşîn jî di her warî de ji bo riya xwe bibîne û bigihîje encamên baş didome.
Di cîhanê de her roja taybet ya ku hatiye diyar kirin û weke roja cîhanî çêbûye ji ber xwe ve çênebûye. Di encama ked, nirxê berxwedanî û têkoşîna civakên azadîxwaz de bi taybetî jî di pêşengtiya jin de hatiye ava kirin. Pêşketin û mafên ku hatine dayîn jî di encama bedêlên giranbiha de ava bûye. Çawa ku her mehek ji bo civak, netew, bawerî, gel û jinan di nava xwe de rojên girîng dihewîne, meha mijdarê jî ji bo tevahî jinên cîhanê rojên girîng dihewîne. Yek ji wan rojan jî roja 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jin ê ye. Ev berxwedanî û têkoşîna wan heya roja me ya îro bi awayekê gelek pêşketî didome. Ji bo têkoşîna jinê bingehek ava kiriye. Ev tevgerên jinan çiqasî sînordar ma be jî, kêm be jî lê belê zemînek bi hêz ji bo jinan ava kiriye.
Di vê çarçoveyê de Qordînasiyona HPC (JIN) a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zeyîneb Efrîn û Destpêkera Ewlekariya Hundirîn a Jin Rojîn Hisên ji Rojnameya me re axivîn.
Parastin û Jin
Zeyîneb Efrîn axivî û wiha got: “Di çarçoveya jin û parastinê de bi tayebet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şoreşa ku bi pêşengtiya jinê tê meşandin û bi rêvebirin. Her wiha hemû rengên êrişan yên ku çêbûne û bi taybet êrişên herî dawî ku di aliyê aborî, civakî, leşkerî û jin hedef girtin û hem jî li ser hevjiyana azad a ku li Bakur û rojhilatê Sûriyê hatiya bi rêxistin kirin û dewam dikin. Hemû rêbazên êrişên dagirkeriyê li ser şoreşa Rojava tê meşandin. Dewletên faşîst û dagirker li ser jina pêşeng û azadiya jinê êrişên xwe yên pir giran didin meşandin. Ji bo ku em destkeftiyên ku jinê bi destê xwe ve anîne û nasnama xwe biparêzin û xwedî lê derkevin, pêwîste em rêxistina xwe berfereh bikin û di nava civakê de asta zanebûna parastinê pêşbixin. Gavekî girînge ku jin karibe xwedî li destkeftiyên xwe dekeve û hebûna xwe biparêze.”
‘Eger fikir pêşnekeve, parastin jî wê lawaz be’
Zeyîneb Efrîn diyar kir ku li hemberî tevahî êrişan parastina cewherî jin li pêşe: “Di qada leşkerî de jin dikarîbû xwedî li destkeftiyên şoreşê derkeve, li hemberî ewqas êrişên hovana yên dagirkeriyê, jin ked, fedekarî, têkoşîn û berxwedaniyeke mezin da meşandin û bi rihê azadî û yekîtîyê tevdigere. Parastin bingiha şerê gelê şoreşgerî ye, ji ber vê yekê pêşketina mafê parastinê di hundirê civakê de mijarekî perwerde, xwe avakirin û têkoşîna xwe pêşxistin e. Li ser vî bingehî pêşxistina zanista civakê pêwîste li pêş be û bi rihê komînal tevbigerin. Destpêkê parastin ji aliyê fikirî de pêwîste were pêşxistin, ji ber ku bingehê parastinê di fikir de ye, eger fikir pêşnekeve, parastin jî wê lawaz be. Dewletên dagirker qebûlkirina statuya me ya xweseriya demokratîk li aliyekî ji bo ku li ser Kurdistanê sîstemê xwe yê înkar û îmhayê berdewam bike, di pêkanîna her cureyên tundî li ser jinê dewam dikin. Li hemberî vê rewşê jî jin xwedî mafê bi rêxistinkirinê ye û di parastina xwe ya cewherî de bi aktîf tevdigere. Her wiha em wekî jinên Kurd, bi felsefeya sosyolojiya azadiyê, bi pergala me ya konfederal, bi sazîbûnên çekdarî yên parastina cewherî, em dinyayê diguherînin, serdema xwe xweşik dikin û jiyana azad birêxistin dikin.”
Jin li dijî her cure tundiyê têdikoşin
Di heman demê de Destpêkera Ewlekariya Hundirîn a Jin Rojîn Hisên diyar kir ku herî zêde tundî li ser jin û zarokan tê meşandin û wiha pêde çû: “Ji salên 1960`î ve û tevî biryar û zagonên navneteweyî ku qaşo mafên jinan ên siyasî, leşkerî, civakî, xizmetguzarî û hwd. diparêzin, heta niha jî jinên ku li dijî pergala serdest têdikoşin û ji bo azadiya jinan pêşengî dikin tên hedefgirtin. Kesên sûcdar jî nayên darizandin ku ev yek dibe sedema dubarekirina heman bûyeran. Hin bûyer û rûdanên ku di van salên dawî de li dijî jinên ku pêşengî di civakê de kirine û di astên herî bilind de têdikoşin em dikarin wiha rêz bikin. Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Hevrîn Xelef, Hebûn Mele Xelîl, Zehra Berkel, Amara Rênas, Barîn Kobanê, Avesta Xabûr, Emîne Mihemed Weysî û bi hezaran jinên wekî wan. 25`ê Mijdarê nêz e, derbarê vê de em wek jinên ewlekariya hundirîn xwedî li hemû êşên jinan derkevin û wan hembêz bikin. Îsal em ê giraniya xwe bidin ser çawaniya li hemberî hemû cureyên tundiyê. Jin wê çawa xwe biparêzin û dawî lê bînin. Dema ku keç an jî xort di temenekî biçûk de tên zewicandin ew bi xwe tundiya herî mezin e ku tê meşandin, ji bo vê jî em ê ne tenê li ser tundiyê bisekinin, di heman demê de zewaca di temenê biçûk de rawestînin.”
‘Bibin xwedî vîn û hêz’
Rojîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gef û kiryarên dewleta tirk a dagirker bi xwe tundî û sûcê şere. Di van demên dawî de piranî tundî li ser jinên gundan pêk hat. Ji bo wê jî em ê giranî bidin ser gundan. Di herêmên ku şer an jî pevçûn li wan diqewime helbet zarok, jin, ciwan rastî tundiyê tên. Ji bo em gel hişyar bikin divê semîner û perwerdeyan bidin gel. Jinên ku xeta azadî û demokrasiyê nas kirine tên armanc girtin. Hişmendiya heyî wê heya dawî, li hemberî têkoşîna jinan bibe asteng û nehêle ku jin serbest bibin. Nahêle jin bigihîjin azadiya xwe, bibin xwedî vîn û hêz. Bi salan e jin rastî vê tundiyê tên, bi taybetî jinên ji pêkhateyên Ereb rastî tundiya aborî, derûnî, şer û lêdanê tên. Bi saya van saziyên jinan, kêm zêde jin ji tundiyê tên parastin lê dîsa jî divê em rê li pêşiya tundiyê bigrin, hîn ew çarşeva reş li ser jinên Ereb heye divê em vê çarşevê ji ser jinan bidin rakirin, heya ev çarşev neyê rakirin wê jin her û her bi tundî û şer re rû bi rû bimînin. Ji bo vê xurtkirina têkoşîna li dijî tundiyê ji bo me xala esas e.”