Remezan Olçen
Hefteya derbasbûyî me li ser endustrîkirina çandê nivîsîbû. Bi ya vê rêbazê pergala serdest a cîhanî xwe timî hilbiberîne. Mînaka vê ya herî ber biçav jî weke tehekûma ‘Hollywoodê’ dikare were dîtin. Hollywood weke fabrîqeyeke endustirîkirina çandê bi her awayî terse jiyana amerîkan li ser cîhanê berbelav dike. Ev cîhaneke sxite ye lê serdest e. Fîlm, reklam, kinc, amûr û alavên tên nîşandan weke objeyên fetîşê li piyasayên cîhanê tên firotin û belavkirin. Heta lixwekirina cil û bergan, jest û mîmîkên aktêr û aktrîsan giş bi hostatiyekê û di encama tecrûbeyên dehan salan dikeve nav jiyana civakê. Jiyan bi vê rêyê ji wate û maneya xwe tê valakirin. Nirx êdî dibin nirxên sixte.
Dêhna xwe bidinê ev sektora ku jê re dibêjin Hollywood di sala 1910’an de dest bi kar dike. Studyoya xwe ya yekem Nestor Studyo di sala 1911’an de vedike. Lê salên 1930-1940’î salên wê yên pesendbûna serdestiya wê ye. Li studyoyên Hollywoodê bi rêya çêkirina filmên fabrîkasyon çandeke serdest tê afirandin. Ev çanda sixte jî li gorî zewk û arezûyên bikirên xwe kirdozên xwe bi teşe dibe. Yanî huner êdî dibe amûreke ku li bazarê tê firotan. Nirxa xwe dibe pulên ku li bazarê jê re tê terxandkirin.
Bi vê rêyê çand bi formuleke ku hilberîn û endustrî tê çêkirin. Qalibên standart tên bikar anîn. Çand jî êdî li gorî vê rêbazê weke otomobîl yan jî firaxeke dîtir dibe mal û amûreke ku ne yek û mustesana lê bi hezaran kopî. Ev jî teşaşevanên xwe vediguherîne, wan dike bikirên pasîf. Hemû hilberîn cuda tên nîşandan lê di bingeha wan de formula wan yel e. Ev jî bi xwe re xweseriya ramanê, afirandinê heta ferdûnê jî ji hole radike. Civak bi ferdên aktîf, xwedî raman dibe civakeke afrîner lê bi rêbaza endustrîkirina çandê ferd jî dibin weke amûreke fabîkasyonê. Amûrên çanda esdustrîkirî bi bihaneya kêfxweşkirina mirovan dike ku mirov taetê ji pergala serdest re bikin. Ji ber ku mirov êdî nafikirin û tenê dikrin û difroşin.
Îcar ev rêbaza endustrîkirina çandê herçend di nava demê de şêweyên xwe guhertibin jî di bingeha xwe de armanc wek xwe maye. Ango çêkirina civakeke pasîf û îtaetkar hedefa xwe ye. Di serdemeke ku aqlê çêkirî jî di xizmeta vê pergalê de ye, derketina ji vê dehfik û kemînê encax bi dilsoziya bi nirxan re çêbibe. Her çi civaka Kurd e, di encama têkoşna xwe ya bi dehê salan de nirxên welê afirandine ku her nirxekê bi bergîdana cîhanekê de ye. Ji ber wê di ware parastin û pêşvebirina çanda resen de jî erk û berpirsyariyeke mezin li ser milê civaka Kurd e.