Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’

01/06/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Endama Hîlala Zêrîn a Şehbayê Guneyî Mistefa diyar kir ku li Şehbayê heft salin kar û xebatên Hîlala Zêrîn tê meşandin. Herwiha gelek komên wan yên xweser hene weke koma Şano, Govend, Amûran, Şehîd Hêva û hwd. Ev kom bi rihekî fedayî xebatên xwe birêvedibin û got” Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen xebatên xwe didin meşandin.”

Tevgera Hîlala Zêrîn di sala 2015’an de li çiyayên Kurdistanê hatiye avakirin, herwiha di 2016’an de li herêma Cizîrê, di 2017’an de li herêma Efrînê û di 2018’an de li kantona Kobanê hatiye avakirin. Her ku şoreş mezin bû, Hîlala Zêrîn jî xwe berfireh kir û li tevahî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe bi rêxistin kir. Niha li tevahî kanton û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî fermî navendên Hîlala Zêrîn hene û di wan navendan de bi dehan kar û xebat tên meşandin. Jin di qadên hunerî de bûne xwedî tecrube û gelek ji wan jinan niha cihên xwe di nava govend, koma muzîk, şano, çîrok, helbest, wênexêzî, dengbêjî, pargîn û nivîskariyê de digrin.

Di derbarê kar û xebatên Hîlal Zêrîn a Şehbayê endama Hîlala Zêrîn a Şehbayê Guneyî Mistefa ji Rojnameya me re axivî.

‘Me ji tunebûnê hebûn ava kir’

Guneyî Mistefa eşker kir ku li Şehbayê heft salan  kar û xebatên Hîlala Zêrîn meşandiye  û wiha got: ” Li Şehbayê heft salan li gorî derfetên di nava destê me de kar û xebat hatin meşandin. Di nava wan her heft salan de komên herî serkeftî derketin, ruxmî hemû astengî û zehmetiyan me dev ji çand û hunera xwe berneda. Herwiha em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin. Dema ku em ji Efrîn derketin me êş û zehmetiyeke pir mezin dît, lê bi riya çand, huner û nasnameya xwe ew êş û zehmetî bi demê re hatin jibîrkirin. Em bi riya stranbêjiyê çîrokên xwe tînin ziman û hertim em xwe di nava civak û cîhanê de didin diyarkirin. Da ku nasnameya me neyê windakirin em bi rêya stranan xwe zindî dikin. Gelek komên me yên xweser hene weke koma Şano, Govend, Amûran, Şehîd Hêva û hwd. Tevlî hebû zehmetiyên ku me li Şehbayê dikşandin lê me karê xwe berdewam dikir û me ji tunebûnê hebûn ava kir.”

‘Bi riya hunerê em hewldidin çand û kelepora gel bighînin cîhanê’

Guneyî Mistefa da zanîn ku rojana hejmara endamên Hîlala Zêrîn a Şehbayê zêde dibûn û wiha berdewam kir: ” Weke tê zanîn her tim çalakiyên me berdewamin û hezkirineke mezin di navbera me û çandê de heye. Hîlala zêrîn bi riya şano û hunera xwe hewl dida ku çanda civakê vebêje, bi armanca ku çand û hunera xwe ya resen bighîne tevahî cîhanê kar û xebateke bê navber tê meşandin. Endamên me bi giştî temenên wan biçûkin û xwendekarin, lê kar û xebatên wan bi awayekî serkeftî tê meşandin. Herwiha piraniya endamên koma Şehîd Hêva weke mamoste derbasî peyîmangeha Hîlale Zêrîn a Şehbayê bûn û niha di asteke pir baş de fêrî çand û hunerê dibin. Koma Şehîd Hêva ji 14`kesan pêk tê û bi rihekî fedayî xebatên xwe birêvedibin. Dema ku em ji Şahbayê derbasî kantona Cizîrê bûn Koma Şehîd Hêva li bajarê Qamişlo tevlî gelek şahiyan bû weke cejina Newroz, 8`ê Adarê û 4`ê Nîsanê di van şahiyan de gelek stran pêşkêşkirin. Herwiha koma Şehîd Hêva 11`ê Gulanê jî şahiyek bi heybet lidarxist.”

Endama Peymangeha Hîlala Zêrîn Guneyî Mistefa axaftina xwe wiha bi dawî kir: ” Em zarokan li ser stran û şanoyê perwerde dikin. Deriyê Hîlala Zêrîn ji jin û zarokên hemû pêkhateyan re vekiriye û rojane pirovayên me hene. Em bang li her dayîkekê dikin ku çanda kurdî bi zarokên xwe bidin naskirin û hezkirin da ku em çanda xwe biparêzin û di nava civakê de belav bikin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.