Monday, June 2, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e

01/06/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Dengbêjê Kurd Elî Hacî Ehmed diyar kir ku dengbêjî hest e, ger mirov çiqasî dengbêjiyê bike ewqasî di hundirê xwe de aram dibe û got, “Dengbêjî ji hundirê mirov derdikeve.”

Elî Hacî Ehmed ku bi navê Ebû Adil tê naskirin di sala 1955’an de li Dêrika Beravê jidayîk bûye. Ew 4 mehî bû malbata wî ji gund bar kirine û berê xwe dane gundê Kasanê û heya niha malbata wî gundî dijî. Lê bavê Adil ji sala 1988’an ve li Dêrikê bicih dibe. Wî dibistana seretayî li gundê Kasanê xwendiyê, navîn û amadeyî jî li bajarê Dêrikê qedandiye.

Di derbarê jiyan û hunera dengbêjiyê de dengbêj Elî Hacî Ehmed ji Rojnameya me re axivî.

Kurtejiyana helbestvan

Dengbêj Elî Hacî Ehmed behsa astengiyên xwendina di wê serdemê de kir û wiha got: “Tevî ku tu kes nebû waneyên me ji me re şêrove bike ji ber ku xwendin bi zimanê erebî bû, lê ez herdem serkeftî bûm di xwendina xwe de. Ji sibeha heta nîvro ez li dibistanê bûm û piştî nîvro ez diçûm ber pez. Ji ber feqîriya wê demê mirov neçar bû ku di temeneke biçûk de kar bike. Piştî qedandina xwendinê min du salan mamostetî jî kiriye, lê ji ber ku debara jiyanê nedibû min berê xwe da karê bazirganiyê û heya roja îro jî karê bazirganiyê dikim. Dema min di dibistana navîn de dixwend ez tevlî partiya çep bûm. Sala 1982’an de dema min Partiya Karkerên Kurdistanê naskir û fikir û felsefeya Rêber Apo qebûl kir, heya roja îro em bi vî fikrî zarokên xwe û derdora xwe perwerde dikin.”

Hunera dengbêjiyê

Hacî Ehmed diyar kir ku çand hebûna mirov e, kesê ku çanda xwe fam neke û çanda xwe nas neke wê winda bibe û wê bikeve di bin ziman û çandên cûda de, lewma mezinên gundan hertim di civatan de stran, çêrok û tiştên berê digotin da ku çanda wan winda nebe û wiha got: “Di gundê min de çîrokbêj, bilûrvan û dengêj hebûn, tevî ku temenê min biçûk bû jî lê ez ji wan fêrî çanda dengbêjiyê û lîstokên kurmancî bûm, her şahiyek li dar diket keç û xortên gund wek kewres li pey van kesan stran digot in. Vê yekê bandor li min kir û eşqa dengbêjî û govendê li cem min ava bû. Di sala 1976’ an de xort û keçan xwe kom dikirin da ku komekî ava bikin, di sala 1977’an de piştî şehadeta Dijwar êdî me koma xwe binavê koma Cûdî ava kir û me ev yek berdewam kir heya salên 2000’an êdî beşên xwe ava kir, ji ber ku mezin û piçûk hemû tevlî vê komê bibûn û herkesî dixwest zarokên wan tevlî şahiyên Newrozê bibin. Êdî di koma çûdî de beşên zarokan, şano, govend û stran hatin avakirin. Di sala 2002’an de bi awayekî fermî koma kevneşopî hat avakirin, ev kom ji 12 endaman pêk dihat, 6 jin û 6 mêr him karê govendê dikirin û him jî karê dengbêjiyê dikirin, ev yek heya roja îro jî berdewame.  Ez jî yek ji nav wan kesan bûm û heya niha karê kovend û dengbêjiyê dikim û ez mamosteyê komê me.  Di heman de de dema saziya ziman li bajarê Dêrikê vebû min du aste bidest xistin niha him xwendin û him nivîsandinê bi zimanê kurdî dikim. Di çand û huner û Ekadimiya Civaka Demokrat de perwerda çandê didim û heger pêwîstî hebe li saziyan jî perwerdê didim.”

 Celebên dengbêjiyê

Hacî Ehmed di berdewamiya axaftinên xwe de wiha got: “5 celebên sereke yên dengbêjiyê hene, yek Evîndariye; Dema di buharan de xort derdiketin li ber sewalan, cotyar û nêcîrvan ban û keçik jî derdiketin bêriyê dema hev didîtin bi rengekî evîndariyê li hev vedigerandin. Celebê duyem yê şînê ye; Dema xortek yan keçek berketî diçû ser dilovaniya xwedê dayîkan ji êşa hinavên xwe tavêtin ser wan. Celebê sêyem teranîmên dînî; Ev yek ya feqe û melaya ye dema çîrokên evîndarî di navbera keç û xortan de çêdibû feqe tavêt ser feqa û govenda sê gavî jî li ber tê gerandin. Celebê çaran Peyzok jê re tê gotin; Dema di peyîzan de koçer ji zozanan vedgerin û destê evîndaran ji hev dihat qutkirin bi rengekî xemgînî ev tê gotin. Celebê pêncan Serêlîye; Ev celeb sîwana dengbêjiyê ye, dema yek serêlîyekî bixwaze, mirov dikare peyzokê bêje, heyranokan û evîndariyê jî bêjî. Ev herpênc celebên serkene ji van celeban gelek şax hene.”

Dengbêj Elî Hacî Ehmed axaftina xwe bidawî kir û wiha got: “Gelek çand û rê û resmên kurdan winda bûne ev yek vedgere dema serhildan li dar diketin gel koçber dibû, ev yek dihişt ku çanda wî jê were dizîn. Lewma dema di sala 2002’an de koma kevneşopî hat avakirin destpêkê em li mezinan geriyan da ku hin  govend û çîrokên wida bûyîn peyda bikin. Dengbêjî heste, heger mirov çiqasî merqlî be dengbêjiyê bêje wê hewqasî bihna wî fireh bibe ji ber ku dengbêjî ji hundirê mirov derdikeve. Ev çîrok û dengbêjiyên ku tên gotin hemû bûyerên qewimîne. Daxwza min ew ku ciwanên me fêrî çandinê bibin û lê xwedî derkevin ji ber ku ev navend ji bo me hisret bû, lê îro roj bi saya şehîdan me ev yek bidest xistiye pêwîste ew xwedî li vê kedê derkevin.”

Post Views: 48
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E
HAJMARA PDF

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E

01/06/2025
‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’
ÇAND Û HUNER

‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’

01/06/2025
Entustrîkirina Çandê
QUNCIK NIVÎS

Parastina çanda resen

01/06/2025
Wêje rih û nasnameya civakê ye!
ÇAND Û HUNER

Wêje rih û nasnameya civakê ye!

01/06/2025
Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e
ÇAND Û HUNER

Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e

01/06/2025
jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye
CIVAK Û JIYAN

jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye

01/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.