Amara Baran/Qamişlo
Ji bo naskirina dîroka mirovahiyê, pêwîst e mirov li qonaxên wê binêre. Dema ku mirov hewl dide ku pêdiviyên xwe bi cîh bîne da ku jiyana xwe ji nû ve biafirîne, ew di heman demê de xwe û jîngeha xwe jî ji nû ve diafirîne. Ji ber vê yekê, divê destpêka dîrokê wekî civakbûna mirovan were hesibandin. Ji niha û pê ve, mirovên civakî wê bi hilbijartina xwe heta radeyek zêdetir dest bi hilberînê bikin. Tê zanîn ku di serdemên ku têkiliyên xweza-mirov bi giranî dihatin diyarkirin de, mirov li daristanên germ û nerm (jêrîn) dijiyan, hilberîna masiyan dihat kirin û tîr û kevan dihatin dîtin (jorîn), merhele dihatin jiyîn. Di serdemên dîrokî de ku têkiliyên civakî tê de hatine destnîşankirin, piştî civaka komunal a destpêkê civaka kole, civaka feodal û civaka kapîtalîst hatine.
Civaka bê parastin ne civaka komînal e
jiyana komînal bingeha hebûn û nasnameya civakiyê, civak ancax bi hebûna komînal bikare bijî. pêşketinên azad yên jiyana civakî li dora nirxên komînal bi pêşketinên rêxistinî ve girêdayî ye. rêxistinbûyîn jî tê wateya anîna hêza parçebûyî ya civakê bi destxistina nirx, raman û îradeyên hevpar. Komînên ku ferd xwe tê de birêxistin dike, xwe naskiriye garantiya serkeftinê ye ji bo avakirina Netewa demokratîk. Rola rêxistinên komînal berxwedana gel a li dijî qirkirinê rojane di gelek ezmûnan de tê dîtin, ji bo civakek komînal jiyan bike û bi rihekî hevpar xebat bide meşandin û li hemberê desthilatdaran têbikoşe di nav civakê de komînê taxan esas tê girtin. “Aşitî bê Şer nabe” ew gotin ji bo roja me ya îro derbasdare, şer tenê bi çek û li eniyên şer tenê nayê kirin. Pêwîste civak karibe xwe biparêze civakek bê parastin ne civakek komînale ji ber ku desthilatdar hewildidin civaka rêxistinkirî tune bikin.
Rihê hevkariyê’ yek ji pênaseyên herî baş e ku şêwaza jiyan û hebûna herî kevn a mirovahiyê ye. Lê belê rastiya îstîsmarê ya ku mirovahî pê re rû bi rû maye, biyanîbûn û dûrketina ji jiyana komîn pêk tê. Kesên ku ji jiyana komînal dûr ketine, ango civakbûna wan ji hev belav bûye, rastê zext û îstîsmarê tên. Hêza herî mezin a parastinê ya ku civakê diparêze civakbûn bi xwe ye. Ti hêz nikare demeke dirêj li ser civakeke ku civakbûna wê neyê çewisandin û paşveçûn serdest bibe. Ji ber vê yekê yekem tişta ku serdest êrîş dikin civakbûn bi xwe ye. Dîsa di rastiya ku karekterê dide civakbûnê de jin û mêr hevdu temam dikin, ji hev re ne xerîb in, şêwazek têkiliya serdest nayê naskirin.
Rêxistinbûyîn hêza civakê ye
Gelê ku bi paradîgma civaka Demokratîk, ekolojik û azadiya zayendî, hişmendiya xwe ya netewî, ruhê xwe yê netewî gihandiye jor, bi veguherandina vê hişmendiyê û ruhê bi saziyeke netewî re rû bi rûye. Qabîliyeta jiyana civakî ya ku li dora nirxên komînal ku bi azadî pêş dikeve bi rêxistinbûyîne ve girêdayî ye. Rêxistinbûyîn tê wateya hêza komkirina civakê û bi destxistina ruh, fikir û îradeya li dora nirxên hevpar. komînên ku li ser wî bingehê hatine rêxistinkirin û naskirin, hem ji bo avakirina netewa demokratîk a kurd hem jî ji bo berxwedana li dijî qirkirinê teminata serkeftinê ye. Ji nû ve birêxistinkirina jiyana komînal nayê wateya îcadkirina civakeke nû. Ew e ku cewherê civakê yê paşverû, biyanîbûyî û bindest derxe holê û li xisletên wê yên exlaqî û polîtîk, ango li vîna xwe vegerîne. Eger şeklê rêxistinbûnê li ser bingeha komun û meclîsan were pêşxistin, ancax wê demê bi sepandina demokrasiya rasterast îradeya civakê dikare derkeve holê. Di dema ku komun yekeyên jiyana aborî, ekolojîk û exlaqî yên civakê ne, meclîs bi awayekî demokratîk nasname û vîna xwe nîşan didin; Ew yekîneyên siyasî yên exlaqî ne ku têkiliyên hundir û derve bi rê ve dibin.
Rêber Apo;Civaka jor dikare demokrasiyê pêk bîne
Rêber Apo di parêznameya xwe de vê rewşê wiha tîne ziman: “Wekî ku gelek caran tê gotin, dewlet rêxistineke pir kevn û bingehîn a civaka jor e, ne bi awayekî demokratîk ava bûye, kevneşopî ye û bi tayînkirina qeyûman tê birêvebirin. Civaka jor dikare di nava xwe de demokrasiyê pêk bîne. Di modela komara rojavayî de, ewil dewlet tê, paşê demokrasî bê dewlet nikare bifikire. Di dîrokê de Kurd ji dewletbûnê zêdetir meyla avakirina demokrasiyê bûne. Bingehên dîrokî yên lêgerînên demokratîk ên îroyîn pir xurt in. Di serdema eşîran de ku hê jî nirxên jiyana komînal serdest bûn, pêkanînên yekîtiya konfederal ên di demokrasiyên gelan de li Kurdistanê bi awayekî berfireh hatin dîtin. Taybetmendiyên cewherî yên demokratîk ên eşîran derbasbûna konfederalîzma eşîran gelek hêsantir kir.
Ji ber ku jiyana eşîrî li ser mêrg û zeviyên xwezayî ye, parastina van herêman xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Her çiqas sînorên eşîran wek sînorên dewletê girtî nebin jî, jiyanî ne. Binpêkirina sînorên eşîran tê wateya ku jiyana hemû civakê di xeteriyê de ye. Ji ber vê yekê, nakokiyên di navbera eşîran de ji bo tevahiya civakê dê bibe kujer. Ji ber vê yekê pêwîste ber bi komînalkirina qadên jiyanê û demokratîkkirina sînoran li gorî pêwîstiyan bi hev re bên parvekirin, da ku berjewendiyên hemû civakan bên parastin. Ji bo vê jî pêwîstiya eşîran bi meclîseke hevpar heye ku tê de bicivin û pirsgirêkên xwe çareser bikin. Li aliyê din metirsiya êrîşên hêzên şaristaniyê zêdetir e; ji bo pêşî li nakokiyên navxweyî bigirin û li hemberî êrîşên derve bisekinin sendîka ava kirin. Avakirina vê yekîtiyê xwedî taybetmendiyên demokratîk bû û bi awayekî konfederal pêk hat”.
Komînalbûyîn jiyana civakî esas digre
Têgîna komînalbûyînê raste rast jiyana civakî esas digre. çawa ku komînalbûyîn bingeha hebûna civakê ye, komîn jî bingeha rêxistinkirina pêwîst a parastina civakbûna xwe ye. Komîn, têgîneke ku bi mirovahî û civakbûnê hatiye naskirine. Di dîroka mirovatiyê de, piştî qonaxeke diyarkirî ya jiyana eşîra koçeriyê, sê qonaxên bingehîn ên pêşketina komîn û civakbûnê li ser bingeha cihêbûna eşîrî dikare were gotin. Ev civakên li ser berxwedana parastina nirxên hemwelatîbûnê yên ku ji aliyê bawerî, ziman û bi giranî etnîkî ve hatine avakirin in. Li Rojhilata Navîn civakên Semîtîk û Aryen li dora bawerî û zimanekî hevpar pêşketineke mezin nîşan didin. Etnîsîte di encama civakbûna qebîleyê ya ku ber bi nîveke Serdema Neolîtîk ve derketiye holê, weke pêkhateyekê pêşketiye û hişmendiya welat gav bi gav bi çandina axê, veşartina miriyan di nava axê de û qebûlkirina vê axê weke parçeyekî welatê xwe bûye çavkaniya bingehîn a civakîbûnê. Ligel qatbûna civakê, civakên komîn ên li derdora berxwedana etnîkî (parastina welat û nasnameyê) û olî ji dîrokê heta niha di warê parastina hebûna xwe de bi berxwedanên ku kirine nav û dengek layîq bi dest xistine. Civakên ku li hemberî êrîşên hêzên şaristaniyê dem bi dem neçar man koç bikin, dema derfet dîtin li ber xwe dan. Ev berxwedan li Îran, Afganîstan, Kafkasya û Kurdistanê kom bûne.
Taybetmendiyên civaka komînal yên sereke
- Modela civaka bê dewlet: Li şûna desthilatdariya navendî, rêveberiya herêmî esas tê girtin. Li dijî sazûmana zordar a dewletê modelek li ser esasê beşdariya rasterast a gel tê parastin.
- Xweseriya Demokratîk: Her civakek xwe birêve dibe. Bi rêya meclîs, komun û koperatîfan biryar tên girtin.
- Nêzîkatiya ekolojîk û azadiya jinê: Li dijî pêkhatina pergala kapîtalîst a ku hawirdor û jinê diperçiqîne, civakek hawirdorparêz û wekheviya zayendî tê armanc kirin.
- Hilberîn û jiyana kolektîf: Ji ferdperestiyê bêtir jiyana hevpar a li ser bingehê hevgirtinê tê giran kirin.
- bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re gelê bakûr û rojhilatê sûriyê bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo bi avabûna konfederalîzma demokratîk û xwe rêvebirinê esas digre.