Monday, June 2, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Wêje rih û nasnameya civakê ye!

01/06/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Wêje rih û nasnameya civakê ye!
Share on FacebookShare on Twitter

cîger Efrîn

Heger em bêjin ku; “Şoreşa Kurdistan’ê bi pêşengtiya Rêber APO wekî  şoreşa vejînkirin û afirandina wêjeya civakî  pêş ket”, wê ne şaş be. Her çiqas aliyê têkoşîna leşkerî derketî pêş jî, lê rastî ew e ku, Ji ber mercên Kurdistanê û tunehesbandina ji binî ve ya Kurdan, Rêber APO di serî de, bi têkoşîna îdeolojîk hewl da ku, toza li ser rastiya Kurdan rake û hebûna Kurdan wekî gel di serî de bi Kurdan pişt re jî bi neyarên wan bide qebûlkirin. Bê guman ev ne karekî hêsan e. Hêj çavên xwe venekirine, hêjî kom tam nehatibû ser hev, bi êrîşên şovenîstan û rêxistinên ku bûbûn dûvik ji MALBATA BERZANÎ  re rû bi rû ma. Bi kurtasî xwe di nav şerkî pir dijwar de dît. Destpêkirina şer ne ku şer çêtir dît û hema xwest şer bike. Şer li ser Rêbertî û Tevgera Azadiyê hate ferzkirin.

Li welatên din ên mîna Rûsya ji beriya şoreşê wêjeyeke wan ya niviskî xurt hebû. Mixabin li Kurdistanê romaneke ku kesayeta netewî, welatparêz derxîne holê, dahûrandina civakê dike tune bû. Ji lewra Rêber APO pêşiya pêşîn kesayet dahûrand. Kerekterê/a ku wê şoreşa Kurdistanê bigihîne serkeftinê afirand û rastiyên civakî ji nû ve derxistin holê.  Ji lewra jî bi dehan şoreş di nava şoreşa Kurdistanê de hatin û têne jiyankirin.

Bi taybetî jî şoreşa Jinê, ku dayîka hemû şoreşan e, reng, şêwe û cewherê wêjeya şoreşa Kurdistanê jî diyar dike û wêjeya Kurdistanê heger ne li gorî felsefa Jineolojî be, negengaz e ku ji civakê re bibe bersiv û rista xwe bilîze.

Ji ber ku şoreşên bi bîrdoziya sosyalîzma ku dewletxwaz, bi tenê wekî şoreşên rizgarkirina ji bin hûkmê desthilatdarekî bûn, wêjeya wan jî ji ya heyî ne bûrî û di encamê de gava em li rewşa jinê ya piştî şoreşê binêrin, em dibînin ku di wêjeyê de hema weke xwe ma ye. Ji lewra heger wêjeya Kurdistanê ne li gorî Jineolojiyê be, bi zanist û fesefeya Rêbertiyê ya; “asta azadbûna jinê asata azadbûna civakê diyar dike”, nehatibe strandin, nikare  di nava wêjeya cîhanê de ji xwe re cihekî veqetîne.  Wê nikaribe ji rewşa heyî xelas bibe.

Bêguman ji demekê ve ye di nava gerîla û xebatkarên şoreşê de hewldaneke mezin ji bo teysandina nirxên derketine holê di roman, helbest, destan, şano, çîrok û mûzîkê de,hene. Lê mixabin ji ber ku bi dehan cih têkoşînê dikin û timî di nava şer de ne, derfeta ku rûnin û demekê ji nivisandinê re veqetînin, nabînin.

Halbûkî berhemên derketine di serî de nirxên gel in, û divê rewşenbîr û nivîskarên Kurd vî karî bikin. Heger îro nirxên şoreşê nebin malê civakê tevahî wê kengê ev yek pêkwere?

Baş tê zanîn ku; “Dema ku te civak ji hunerê qut kir, tê wateya ku te ji nasname û rih jî qut kiriye. Ya li paş dimîne jî koma tilxeya  (moloz) ye.” ( Rêber APO). Ji bo ku em careke din nekevin rewşa tilxeyê,(beriya şoreşê, em wekî civaka Kurd di wê rewşê de bûn), divê em destên xwe lez bigirin û rojeke zûtir nirxên şoreşê û berhemên wêjeyî.

Gava em roman, helbest, destan û çîrokên klasîk bînin ber çavên xwe, em ê bibîn in ku, piraniya wan di pêvajoya serûbinbûna civakan de hatine nivisandin û rasterast êş, jan û hêviyên civakê bi siberojê tînin ziman. Her wiha pir kêm nivîskar dewlemend û jiyaneke rihet û ziktêr jiyan e. gelekên wan ji ber tunebûnê, nikarîne nanê xwe peyda bikin, an jî bi zorê debara xwe kirin e. Jixwe wêjevanekî çav berdan pereyan ew dibe her tişt lê nabe wêjevan. Halbûkî derfetên îro şoreş pêşkêş dike qet û qet ne hindik in û pir zêde ne. Bi tenê li benda wêjevanên ji gelê xwe hez dikin û bi rastî jî welatparêz in.

Post Views: 45
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E
HAJMARA PDF

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E

01/06/2025
‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’
ÇAND Û HUNER

‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’

01/06/2025
Entustrîkirina Çandê
QUNCIK NIVÎS

Parastina çanda resen

01/06/2025
Wêje rih û nasnameya civakê ye!
ÇAND Û HUNER

Wêje rih û nasnameya civakê ye!

01/06/2025
Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e
ÇAND Û HUNER

Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e

01/06/2025
jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye
CIVAK Û JIYAN

jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye

01/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.